Li Sistan-Belûcistanê êrişa li ser hêzên Îranê: 3 mirî

Li eyaleta Sistan-Belûcistanê ya Îranê di êrîşên çekdarî de 3 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê Îrnayê, sibeha Duşemê li Hirmand a li eyaleta Sistan-Belûcistanê di şerê bi kesên çekdar re parêzvanekî sînor mir.

Îrnayê diyar kir ku li Rask a li heman herêmê di êrîşeke din de parêzvanekî sînor hate kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.

Li bajarokê Haşê jî polîsekî endamê hêzên taybet hate ukştin.

Koma Îslamî ya Sûnî Ceyş El Adl (Artêşa Edaletê) ku weke 'cîhadîst' tê pênasekirin li ser Telegramê bi daxuyaniyekê berpirsyariya du êrîşan li xwe girt. Navenda vê komê li aliyê Belûcistan ê Pakistanê ye.

Li Sistan-Belûcistanê ku yek ji herêmên herî xizan ên Îranê ye gelê Belûcî lê ye.