Êrîşên Îsraîlê: Sê endamên ERGF û berpirsyarekî Hamasê hatin kuştin

Îsraîlê serê sibehê careke din bombe li Beyrûdê barand. Di êrîşa doh nîvê şevê de sê endamên Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê (ERGF) hatin kuştin. Di êrîşeke din de jî berpirsyarê Hamasê yê Lubnanê hate kuştin.

Li gorî medya Lubnanê, li taxên başûrê Beyrûdê serê sibehê êrîşeke din hate kirin û dû bi ser herêmê ket.

Li gorî rojnameya L'Orient le Jourê, Îsraîlê bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî saet di 08:00 de bombe li wesayitek navbera gundên Baraaşit û Şaqra yên ser bi navçeya Bint Cbeilê barand. Nayê zanîn ku di bûyerê de tiştek bi kesî hatiye yan na.

ROJA YEKŞEMÊ HERÎ KÊM 105 KES MIRIN

Li gorî daneyên ku Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê şeva Yekşemê parve kir, di êrîşên Îsraîlê yên roja Yekşemê de li başûrê Lubnanê, li banliyoyên başûr ên Beyrûdê û Bekaayê herî kêm 105 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li herêma Sadiayê, li Ayn el Delbê di bombardûmanekê de 32 kes mirin.

Bombardûmanê nîvê şevê dewam kir. Têkildarî vê bombardûmanê agahî bi dest neketin.

SÊ ENDAMÊN ENIYA RIZGARIYA GEL A FÎLÎSTÎNÊ HATIN KUŞTIN

Li herêma Kola ya Beyrûdê li daîreya apartmanekê saet di 01:00 de êrîşek hate kirin. Di encamê de 3 jê endamên Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê (ERGF) 4 kes hatin kuştin.

BERPIRSYARÊ HAMASÊ YÊ LI LUBNANÊ HATE KUŞTIN

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya Hamasê, nîvê şevê di êrîşeke Îsraîlê ya li ser kampa penaberan a Fîlîstînê ya El Buss de ku li quntarê Surê ye, lîderê tevgera wan ê li Lubnanê Fatîh Şarîf Ebû el Amîn hate kuştin. Hate ragihandin ku di êrîşê de hevjîn û du zarokên wî jî hatin kuştin.

Ji destpêka şerê Xezeyê û vir ve Îsraîl cara yekemîn e êrîşî kampeke Fîlîstînî ya li Lubnanê dike.

GELO NASRALLAH BI BOMBEYA DYE'YÊ HATE KUŞTIN?

Senatorê DYE'yê Mark Kelly roja Yekşemê li qenala NBC axivî û diyar kir ku Sekreterê Gitşî yê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah bi bombeya Mark 84 a ji 2000 kîloyî ya li DYE'yê hatiye çêkirin, hate kuştin.