Li Corbeilê li dijî tecrîdê meşa meşaleyî hate lidarxistin
Li banliyoya Corbeil a Parîsê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşa bi meşaleyî hate lidarxistin û banga tevlîbûnê ji bo mitînga Kolnê hat kirin.
Li banliyoya Corbeil a Parîsê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşa bi meşaleyî hate lidarxistin û banga tevlîbûnê ji bo mitînga Kolnê hat kirin.
Li banliyoya Corbeil a Parîsê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Çanda Kurd a Evryê meşa meşaleyî hate lidarxistin. Di meşê de alên Rêber Apo û PKK’ê hatin hildan. Meş li pêşiya Şaredariya Corbeilê dest pê kir û li Stasyona Trenê ya Corbeilê bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.
Li ser navê TCŞ’ê Şervan Wan axivî. Şervan Wan diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya wan e û banga tevlîbûnê ji bo mitînga ku wê 16’ê Mijdarê li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, kir.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.