Karayilan: Hevalê Fûat projektoreke îdeolojîk bû
Delegeyê Kongreya 12'emîn a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku şehîd Alî Haydar Kaytan projektora îdeolojiya Rêber Apo ye û got, "Li gorî vê ronî dike, detay dike û derdixîne holê."
Delegeyê Kongreya 12'emîn a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku şehîd Alî Haydar Kaytan projektora îdeolojiya Rêber Apo ye û got, "Li gorî vê ronî dike, detay dike û derdixîne holê."
Delegeyê Kongreya 12'emîn a PKK'ê Mûrat Karayilan qala yek ji pêşengên damezrîner ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan kir ku nêzî 40 salan bi hev re meşiyan. Em beşa duyemîn a hevpeyvînê diweşînin.
Hûn karin qala wê pêvajoyê bikin ku Şehîd Alî Haydar Kaytan di Fermandariya Giştî ya ARGK'ê de bû.
Di demekê de ku zor û zehmetiyên mezin hebûn, hevalê Fûat ji bo Fermandariya ARGK'ê hate wezîfedarkirin. Wê demê gelek pirsgirêk hebûn Weke destwerdana Rêbertî wezîfe dewr wergirt. Her çend tecrûbeya leşkerî ya hevalê Fûat zêde tinebû jî kûrahiya wî ya îdeolojîk, tecrûbeya wî ya rêxistinî û sekna wî cihê baweriyê bû. Fermandaran hemûyan jê bawer dikirin. Bi vî rengî kar kir. Ji berê bêhtir baş meşand.
Weke ku tê zanîn Fermandariya ARGK'ê di heman demê de weke koordîneya giştî bû. Dawiya sala 1995'an, bawerim meha Kanûnê bû, piştî demeke dirêj li qada Dola Şivê ya Zapê civîna Komîteya Navendî ya PKK'ê pêk hat. Ev civîneke girîng bû û gelek mijar hatin nîqaşkirin. Nakokî hebûn. Hevalê Fûat ji bo civîn bi ser bikeve heta dawiyê bi tecrûbe û sebreke mezin bi rê ve bir. Di vir de tecrûbeya wî ya rêxistinî roleke mezin lîst. Nêrînên dijberê hev hebûn. Ji aliyê komkirina ser hev de nirxandineke siyasî, felsefî û rêxistinî dikir û performans nîşan dida. Piştî wê civînê Şemo ji bo Alîkariya Leşkerî ya Fermandariya ARGK'ê hate wezîfedarkirin. Ew zivistan bi wî rengî derbas bû. Di Gulana 1996'an de yekemîn civîna Konseya Leşkerî pêk hat û piştî wê civînê jinûve wezîfedarkirin pêk hat. Wezîfeya hevalê Fûat weke xwe ma, lê belê Şemo li şûna min ji Botanê re hate wezîfedarkirin. Ez jî ketim şûna Şemo. 3-4 mehan em bi hevalê Fûat re xebitîn.
JI BO WÎ YA ESASÎ XET BÛ
Wê demê me bi civata biryargehê re civîn lidar xist. Tabûrên biryargehê hebûn. Bi hevalê Riza re me civîn pêk anîn. Di wan civînan de, wê zivistanê me dî tku Şemo gelek xisar kiriye. Yanî ji aliyê şikandina kesan, cezakirina bi neheqî, avêtina ji ders û kar, heqaret ve, yanî ji bo şikandina civatê gelek rê û rêbaz bi kar anî. Me dît ku karê perwerdekirin û amadekirina civatê zêde nehatiye kirin. Me ev yek tespît kir. Wê demê em fikirîn bê divê çi bê kirin. Ev yek jî di bin berpirsyariya hevalê Fûat de hatibû kirin. Em çûn û me bi hevalê Fûat re parve kir. Me got, zivistanê ev yek qewimî. Yanî hevalê Fûat qet neda pey berjewendiyên şexsî û got, 'Rast e, bi vî rengî ye'. Me hinek mînak dan û îqna bû. Got, 'Eger ev heval van dibêjin, eger ev şexs biçe Botanê û heman rêbazê dewam bike wê Botanê tasfiye bike. Divê em wî bisekinînin'. Em fikirîn bê çawa rawestînin. Ji ber ku Rêbertî ew wezîfdar kiribû, wê demê me got em bi Rêbertî re parve bikin û me ev kir. Ji xwe wî weke fermandarê berpirsyar bi Rêbertî re parve kir. Piştre jî em axivîn. Rêbertî hinekî rexne kir, wê demê tiştek nebû. Piştre Rêbertî hevdîtin bi hevalên çûn biryargehê re kiribû. Ez jî bi wesîleya destpêkirina lêpirsîna der barê biryargehê de bû. Piştre jî Şemo ji Botanê hate kişandin û girtin.
Ji ber ku lêpirsîneke giştî hate vekirin, bi rengekî otomatîk hevalê Fûat jî ket ber lêpirsînê. Ji ber ku wê demê ew jî li wir bû, lê belê bi van mijaran re mijûl nebû bû. Ji xwe digot, 'Min her tişt ji wî re hişt, kêmasî kir. Tecrûbeya wî hebû, lê belê xisar da, min şaşitî kir ku ji wî bawer kir'. Wî bi xwe xwest lêpirsîn bê destpêkirin, wî ew pêvajo meşand. Yanî teqez ti fikarên wî yên şexsî nebû. Negot, ez hinekê nerm nêzîk bibim. Berê jî hatibû rexnekirin, ji nişka ve nebû. Asta ku pêk hat bi temamî fêhm nekiribû. Di wê civînê de ev rewş derketibû holê. Di civîna konseyê de jî rexne hatin kirin. Heval rexnedayina xwe kir û rexne kir. Ji xwe civîna Konseyê wî bi xwe bi rê ve dibir. Piştî ku dît alîkarê wî bi rêbazê veşartî di vê astê de xisar kiriye, got 'Çi pêwîst be bila bê kirin'. Hevalekî welê bû ku ji bo berjewendiyên rêxistinê xwe feda dikir. Di vê mijarê de ti fikarên wî tine bûn.
Ji bo wî ya esasî xet bû. Xeta partiyê û Rêbertî bû. Ev yek jî pêşvebirina kadro û şervanan bû. Bi esasî li ser vê disekinî. Piştî ku dît li wê derê kêmasî bûye rexnedayina xwe kir û got, 'Min şaşitî kir ku her tişt ji wî re hişt. Ji ber vê yekê xisar da. Van gelek zerar dan partiyê. Eger biçe Botanê wê ev yek hîn mezin bibe. Divê peşî li vê bigirim. Divê vê yekê bixe rojeva partiyê û Rêbertî û ya pêwîst çi be bê kirin'. Yanî wî bi xwe ev pêvajo da destpêkirin û pêşî li tasfiyekariyê girt.
Hevalê Fûat ji aliyê rexnedayinê û bilêvkirina kêmasiyan ve ti pirsgirêka xwe tine bû. Di her asta rêxistinê de wezîfe wergirt, lê belê ti carî li pey fikarên şexsî neket. Wergirtin an jî wernegirtina erkê ji bo xwe girîng nedît. Ji bo hevalê Fûat a girîng berpirsyariya şoreşgerî, meşandin û serxistina xeta Rêbertî bû. Ji bo wî tişta herî bingehîn ev bû.
Di nava HPG'ê de ji aliyê meşandina xeta Rêbertî ve bi roleke çawa rabû?
Hevalê Fûat digot, "Em çiqasî rastiya Rêbertî hînî hevalên ciwan, hêza şer, şervanan û fermandaran bikin wê ewqasî jî bibin şervan û bi ser bikevin'. Digot, 'Eger mirov Rêbertî bi hêzên parastinê bide fêhmkirin, wê serketin pêk were. Zû yan jî dereng wê pêk were. Eger şervan û fermandarên me bibin xwedî ruhê Apoyî wê teqez bi ser bikevin û encamê werbigirin'. Baweriya xwe bi vê yekê dianî. Ji ber vê jî bi civata HPG û şervanan re eleqedar dibû, perwerde dikir, sohbet dikir, di nava wan de dijiya. Ev kar bi eşqeke mezin dikir. Qet nediwestiya. Di her şert û mercî de bi hevalan re meşgûl dibû, ders dida û nîqaş dikir. Ji ber ku digot, 'Ev heval ew jin û mêr ên ciwan ên vî welatî yên durust û pak in, eger di fikrên Rêber Apo de kûr bibin wê her yek ji wan bibe Egîd, mezin bibe. Egîdbûyîn bi Apoyîbûn, bi partîbûyînê dibe. Leşkerîbûn bi vî rengî pêk tê'. Me qala leşkerîbûneke profesyonel dikir, ku gelekî piştgirî dida vê yekê. Dİgot, 'Partîbûyîn û profesyonelbûyîn bi vî rengî dibe. Di bingeha xwe de eger kûrbûna îdeolojîk hebe, leşkerîbûn bi vî rengî pêk tê, leşkerîbûna profesyonel bi vî rengî bi ser dikeve'. Salên dawî xurtkirina YPS'ê jî girîng didît. Ji xwe tevlî konferans û civînên YPS'ê jî bû. Rêbaza birêxistinkirinê ya YPS'ê gelekî girîng didît. Lewma kîjan kar girîng bidîta, diçû wê derê. Ji xwe serbest bû, li ku derê bixwasta bixebitiya, pêşniyar dikir. Tevger bi temamî lê vekirî bû. Ji destpêkê heta dawiyê tevlî konferansa YPS'ê bû û nirxandinên girîng kir.
RÊBAZ Û KARÊ WÎ GELEKÎ KÊRHATÎ BÛ
Bi giranî eleqeya hevalê Fûat a bi hêzên leşkerî re, perwerdekirin û kişandina ser xeta Apoyî weke çavkaniya serketinê dihate dîtin. Ji ber vê yekê gelekî bi daxwaz ev yek dikir. Bi rastî jî uslûb, rêbaza wî li pêş çavan bû. Yanî bandor li hevalan dikir. Ji bo hevalan gelekî balkêş bû û rêbaza wî gelekî bandor li hevalan dikir Di afirandina xeta Rêber Apo de ev rêbaz û karê hevalê Fûat gelekî kêrhatî bû. Dikarim vê jî bibêjim; di nava 9-10 salên dawî de li nava civaka şervanan û HPG'ê ruhekî şervanî û fedaî yê hîn mezin heye. Di afirandina vî ruhî de karên îdeolojîk gelekî girîng e. Yek ji kesên ku ev karê îdeolojîk meşand jî hevalê Fûat e. Her wiha ji bo hevalên xwe dijiya. Vê partiyê çawa destpê kir, ew hevalê destpêkê bû. Wî û serok dabûn destpêkirin. Dema ku ev eşkere dikir, gelekî bala hevalan dikişand û gelekî encamgir bû. Di pêşvebirina xeta Rêber Apo de rola wî gelekî mezin bû. Mîna eynika Rêber Apo bû. Ji ber vê yekê jî di van xusûsan de ked û karên xwe mezin bû.
Tevlî civîna Konseya Leşkerî ya HPG’ê jî bû. Ev tevlîbûn li ser fermandar û şêwaza şer a HPG’ê bandorek çewa kir?
Bandora hevrê Fûat li ser hemû kadroyên partî û kadroyên HPG’ê hebû. Hem li ser fermandaran û hem jî li ser ciwanan giraniyek û bandoreke wî ya bi vî rengî hebû. Ji ber vê weke biryargeh me dixwest hevrê Fûat tevlî hemû civînan bibe. Dibe ku carnan dûr dibû, nedikarî tevlî her civînê bibe lê piranî heta ji destê wî dihat tevlî dibû. Ji xwe derfeta wî çêbiba, bi xwe dixwest tevlî bibe. Carnan dema ku nekaribû tevlî bibe an li qadeke din erkek wî ya cuda heba, rexnedayîna xwe dida. Di salên dawî de di nava Konseya Serokatiya Giştî de cih girt û bi giştî xwedî berpirsyarî bû. Ji bo vê jî tevlî hin civîn û plansaziyan dibû.
MÎNA NÛNEREK Ê RÊBERTÎ BÛ
Di civînan de pêşî guhdarî dikir û rê nîşan dida. Ji bo lêhûrbûnên kûr rê nîşan dida. Her wiha nêrînên dervî rêxistinê hebaya wan sereras dikir. Van nêrînên xwe bi zimaneke rêzdar dianî ser ziman û hewl dida bide fêmkirin. Di dema civînên Meclîsa Leşkerî de qet xwe nedixist navendê. Her tim li platformê dinêrî û kûrt diaxivî. Lê belê dikarîbû bi dirêjahî biaxiviya, lê nedikir. Dixwest hevalên wî biaxivin. Bi awayekî kûrt û cewherî diaxivî. Qala nêzîkatiya avabûna partiyê û Rêbertî dikir. Di civînan de herî zêde li ser hîmên teorîk ên nîqaşan lêhûr dibû. Bi gotinên mîna, 'vî hevalî ev tişt îfade kir, ev tê wê wateyê' wan zelal dikir. Di vê mijarê de roleke girîng lîst, civîn bi dawî dike û nîqaşan kûrtir dike. Di pêşvebirina avabûna partiyê ya li nava hêzên me de, di pêşvebirina artêşbûyîna rast û derketina biryarên rast de rol lîst. Mînak, me an jî piranî hevalên ku li qadên leşkerî mane, çarçoveyeke leşkerî diyar dikirin û ew jî vê yekê xurtir dikir. Bi xurtkirina bingeha wê ya rêxistinî û îdeolojîk tevlîbûna xwe nîşan dida. Mijarên ku kêm didît jî dianî ser ziman. Nêrînên xwe dubare nedikir, lê digot, 'vî hevalî/ê ev tişt bilêv kir, ez vê girîng dibînim û qebûl dikim'. Digot aliyê felsefî, îdeolojîk û rêxistinî ev e û ji ber vê yekê divê di pratîkê de di vê çarçoveyê de bê bicihkirin. Ji bo vê jî di civînan de hevalên cihê xwe di dîwanê de digirtin, rehet nêz dibûn. Wan nedida aliyek û her wiha esas digirt. Eger rexne li ser wan jî hebaya wê jî dianî ziman. Xwedî ûslûbeke taybet bû. Di van mijaran de gelekî ji me re bû alîkar. Bi nirxandinên Hevrê Fûat re dihat fêmkirin ku civîn çiqasî di xetê de ye. Di warê leşkerî de perspektîfên Rêbertî dianî ziman. Li wê derê mîna nûnerê Rêbertî bû. Ne wekî çavdêrekî bû. Ji bo her tiştî wateyek tayîn hebû. Xwe dikir parçeyekî wê avahiyê. Mîna ku ji nava wir derketibe, nîşan dida, şêwazekî bi vî rengî bi kar dianî. Ji bo vê her hevalek ew cidî digirt. Wî jî fikrên her hevalî li ber çavan digirt. Hevrê Fûat aliyên kêm mayî temam dikir. Mînak, dema plansaziya HPG'ê dihat kirin wê ew jî rabûya ser piyan, destek bikira û xurt bikira. Digot, 'Divê em vê bi ser bixînin, divê em vê bikin'. Di civînan de rol lîst.
Gelekî zana bû û eger ji jor ve bi vê zanebûnê nêzîk bibûya, dibe ku bandoreke bi vî rengî nekiribûya. Hevrê Fûat ti carî ji jor ve nêz nebû. Her tim destek dida derdora xwe û heqîqetê wisa bilind dikir. Di xeta Rêbertî de, di plansazî û meşa leşkerî de di biryardayînê de rol lîst. Dibe ku qada leşkerî koordîne nedikir, lê bi vî rengî di rêveberiya leşkerî de roleke mezintir dilîst. Di vî alî de heval Fûat şervanekî serdemeke diyar bû. Bi taybetî di nîqaşên li ser erêkirin û teşwîqkirina gerîlayên demê, pêşketina şerê gerîla yê pispor, meseleya YPS'ê, di guhertin û veguhertinê de teqez serketin çawa wê were bi dest xistin û kûrbûna cewherî hewldanek mezin raber kir.
Perwerdeyên ku di nava HPG’ê de dayî, peywendiyên wî yên bi ciwanan re û ji bo pêşketina wan rola wî çibû?
Heval Fuat herî zêde li ser mijara ciwan, jin û hêzên taybet disekinî. Di nava HPG’ê de hîn bêhtir têkildarî van baldar e, dixwest hîn zêdetir bi vê qadê re eleqeder bibe. Li qada ku lê ye eger tabûra nemiran hebe, diçe li wir dimîne û bi rojan li wir lêhêrbûn dikir. Dema diçû cem fedayiyan yanî tabûra nemiran, li wir rehetiyê hîs dike û lewma li wir dima. Digot, hevalên ku dixwazin hîn zêdetir nêzî xeta Rêbertî bibin, li ser kêmahiyan sekinîn û ji bo hevrêtiya bi Rêbertî re divê ew bên xurtkirin. Bi heman rengî ji bo ciwan bibin milîtanekî baş û Apoyiyekî serketî, bi wan re eleqeder dibû. Lewma digot pêwîstiya wan bi perwerdeyê heye û gelek bi wan re eleqeder dibû. Eger pirsgirêk yan jî pêdiviya hevalek ciwan bi sererastbûnê hebe, dema bi heval Fuat re diaxivî wî/ê bi xwe rewş jê re radigihand. Di mijarên civakî de jî bi hevalan re eleqeder dibû. Hem bi hevalên jin ên ciwan hem jî bi hevalên mêr ên ciwan re eleqeder dibû. Eger pirsgirêkên wan ên civakî hebin û ragihandibin, pê re eleqeder dibû. Ji bo hevalên li zindanê dinivîsand. Bi taybetî ji zindanê hevalek ji Amedê name nivîsandibû. Têkildarî felsefe û dîrokê kûr bibû, ev yek bi me re parve dikir. Gelek pesnê wî dida, digot, “Hevalekî ciwan ê 30 salî, lê di vê astê de lêkolînên wî hene.” Ji bo hevalên li zindanê jî name dinivîsand. Jixwe ji hevalên ciwan rapor werdigirt û name dinivîsand. Qala romanên derbarê Rêbertî de hatine nivîsandin, dikir. Hinek ji van xwendibûn. Bi taybetî ya hevalekî xwendibû, digot hingî mirov vê bixwîne huner tê fêmkirin. Digot, mirov dizane ku ev ne Rêbertiyeke ji rêzê ye. Heval Fuat heqê her tiştê dida. Heq dida roman, ciwan û hevaleke ku li zindanê lêkolînê dike. Cîhana wî dewlemend bû. Pir alî eleqeder dibû, yek alî nebû.
DI CIWANAN DE SERKETIN DIDÎT
Lê di nava vê dewlemendiyê herî zêde qada ku pê re mijûl dibû, ciwan bûn. Bi hevalên di nava PKK’ê de eleqeder dibû. Wan hembêz dikir, weke kesekî ku ji wan mezintir na, weke kesekî ji wan sohbet dikir û pê re eleqeder dibû. Diyarî ji wan re dişandin, tişt dişandin. Carekê hevalên jin rexne kirin. Hevalên ciwan bi xwe re biribûn qadekê, ji bo vê yekê rexnedayîna xwe da. Digot, raste divê min agahî daba fermandarên wan. Yanî hevalek welê bû ku pir bi ciwanan re eleqeder dibû. Ji ber ku ciwan siberoj in. Di ciwanan de siberoj û serketin didît, dixwest wan bigihîne vê. Ji şehîdan mînak dida. Digot, “Mirov çawa dikare bibe Kemal Pîr? Zîlan tê çi wateyê?”
BI HURMET GIRÎNGÎ DIDA
Dema ku heval Zîlan çalakiya xwe lidar xist, em bi hev re li biryargeha navendê bûn. Dema di Hezîrana 1996’an de çalakiya xwe lidar xist, dema hevalan cara ewilî agahî da me bi hev re di cîhazê de guhdar kir. Destpêkê em neketin ferqa giraniya wê. Piştre gotin nameya wê heye, me xwest ku were xwendin. Hevalek jin dixwend. Piştre dijmin gotibû mîna ku heval Zîlan bi xwe xwendiye, lê heval Zîlan nebû. Hevalek jin dixwend, bi kelecan dixwend, carna hin hevok qut dibûn. Piştre em ketin ferqê. Got, “Xet aha ev e.” Jixwe piştre me name ji Rêbertî re şand û piştî vê hîn berfirehtir heval Zîlan nirxand. Di cewherê ciwanan de serketin didît. Digot, divê her yek ji van bibe Zîlan, Kemal Pîr û Egîd. Digot, çiqasê vê fêm bikin ewqasê wê bibin milîtanê serketinê. Di wan de serketin didît. Lewma bi hest û xwestekek mezin, bi eşq li ser vê xebatê disekine û dimeşîne. Ev hem ji bo hevalên ciwan hem jî ji bo hevalên jin wiha bû. Mesele eger dewreya hevalên jin ên ciwan hebûya, teqez diçû wir û ders dida. Bi taybetî dixwest di dawiya dewreyê de amade bibe. Em jî carna diçûn. Hurmeteke mezin nîşan dida. Di vir de tişta girîng ev e; dibe ku her kes perwerde û girîngiyê bide ciwanan, lê heval Fuat bi hurmet girîngî da, rêz nîşan dida. Lewma dibû pir cewherî û encamgir.
JI BO ME ARŞÎVEKE ZINDÎ BÛ
Ez bawer dikim ku dema hevalên ciwan guhdarî vê yekê kirin, wê bandor bibin, lê heval Fuat ne hevalekî welê ye ku mirov li pey wî bigirî. Ew ê vê yekê ji bo xwe weke heqaretekê bibîne. Raste li cem me jî hestiyarî heye, lê ya girîng li pey şopa wî meşîne, şopandina wî ye. Divê em lêhêrbûnê bikin ku çawa dikarin hevalekî wiha pêşeng û lîder di pratîkê de temsîl bikin. Weke giştî bi hevalên jin, ciwan û fedayiyan re eleqeder dibû. Ji bo tevgera me ya giştî û HPG’ê arşîveke zindî bû. Em ji bo Partî, Tevger û her demê çi pirs bikin, ew xwedî zanist bû û bi xwestekek mezin dianî ziman. Jixwe wî bi sekna xwe her tişt nîşan dida. Di her kêliya xebata xwe de, Rêbertî û fikrên wî dianî ziman. Nîşan dida ku bi vê re yek parçe ye. Hevalek bû ku qeder, siberoj û her tiştê xwe bi heqîqeta Rêbertî re kiribû yek. Di hevalan de hîsê “hevaleke wiha salên dirêj ked dayî, rol lîstî di vê astê de ev qas girêdayî rastiya Rêbertî û bi vê re bûyî yek, divê ez jî vê esas bigirim” pêş diket. Têkildarî vê yekê heval Fuat di HPG’ê de hetta di nava hêzên parastina giştî de ji bo pêşxistina partîbûn û leşkerbûnê, xwedî rol bû, cih û keda wî hebû. Hevaleke ku bi xebat û keda xwe ji bo parastina Rêbertî bûye sembol û ked daye. Tarzê partîbûnê pêş xist û temsîl kir.
DIVÊ EM JI KEDA WÎ RE BIBIN BERSIV
Tişta ku dikeve ser milê me û hêzên HPG’ê ew e ku ji keda heval Fuat re bibin bersiv. Mijara em çawa dikarin bibin bersiv jî girîng e. Bersiva wê wiha dibe: Heval Fuat hemû hewldan, ked, xebat û hêza xwe bi kar anî ji bo ku hevrêtiya bi Rêber Apo re bi temamî pêk bîne. Eger em bixwazin li ser şopa şoreşgerê mezin, hevrêyê pêşeng Fuat bimeşin, eger em bixwazin di şexsê wî de bibin şopdarê hemû şehîdan û Rêber Apo wê demê divê em xwe bikin hêza serketinê. Divê em xwe bikin milîtanên serketî. Ji bo em hevrêtiyeke tam bi Rêber Apo re bikin û ji hevrê Fuat re bibin bersiv, divê em bibin hêza serketinê. Xeyala herî mezin a heval Fuat ew bû ku hêza me bigihije serketinê. Wî pir ji serketinê bawer dikir. Pir ji ciwan, jin, gelê Kurdistanê, gelên herêmê û çîna karker bawer dikir û di wan de serketin didît. Lewma baweriya wî ya ji serketinê re pir mezin bû. Divê em li gorî vê baweriyê tevbigerin, bibin hêza serketinê û di vê tarzê de ji şehîdên xwe yên pêşeng û hevrê Fuatan re bibin bersiv. Ev jî encex bi partîbûneke rast, leşkerbûn û li ser xeta gerîlayên demê kûrbûnê dibe. Ev pêkan e û divê her heval li ser vê esasê kûr bibe. Divê teqez em daxwazên heval û şehîdên xwe yên leheng pêk bînin. Ev meş, meşa azadkirina Kurdistanê û Rêber Apo ye. Meşeke pîroz e. Divê em vê veguherînin meşeke ku em li ser rêya şehîdên xwe yên leheng ber bi pêş ve biçin. Encex bi vî tarzî em dikarin ji nemiran re bibin bersiv, hevalê Fuat bikin nemir. Jixwe heval Fuat nemir e, wê bi şehadeta xwe pêşengiyê ji me re bike, wê bi ked, hewldan, performans û perspektîfa xwe timî rêya me ronî bike. Lewma şehîd namirin, şehîd namirin, heval Fuat ew namirin.
Li gel têkiliyên wî yên bi hevrêyên wî re, aliyê wî yê perwerdeker û pêşdeker, kûrbûnên wî, nirxandin û bi hezaran milîtanên ku ders daye wan tesîreke çawa li têkoşînê kir?
Hevrê Fûat zanayek bû. Zanayekî serkeftî bû. Haya wî ji jiyana şoreşger hebû. Zanayê jiyanê bû. Ji ber van taybetmendiyên xwe di hemû diyalogên xwe de xwedî rola perwerdeker bû. Di hemû suhbet, nîqaş,diyalog û têkiliyên xwe de xwedî rola perwerdeker bû. Di mijarên weke felsefe, îdeolojî, sosyolojî û olî de gelekî kûr bû. Suhbetên wî jî li ser van mijaran bûn. Jixwe ders jî didan, nivîsên wî hebûn. Di kûrkirina çand û îdeolojiya Partiyê de xwedî rol bû. Tim li ser mijarên weke mirov dikare çawa bibe Apoyî, divê jiyana PKK’yîyan çawa be, jiyana azad çi ye, jiyana şaş çi ye, kûr dibû. Hemû armanca wî ew bû ku hevrêyên wî bibin Apoyîyên serkeftî wan weke milîtanên serkeftî û li gorî xetê pêş bixe. Çimkî wî di vê yekê de serkeftin dît. Milîtanên Apoyî çi qasî li ser xetê bi hêz bin ew qasî jî li nêzî serkeftinê ne. Ji vê yekê bawer dikir û ji ber wê yekê hewlên wî yên bi vî rengî hebûn.
Dema em van tînin ziman em nabêjin ku hevrê Fûat bê qisûr bû û qet kêmasiyên wî nebûn. Rast e, kêmasiyên wî jî hebûn lê belê em bi nikarin bi qasî wî kêmasiyên wî bînin ziman. Di nivîsên xwe û dersên xwe de qala xwe dike û kêmasiyên xwe dianî ziman. Ger îro Rêbertîli Îmraliyê be û me hevrêtiyeke kêm kiribe têkildarî vê yekê li ser xwe mînak didan û qala xwe dikir. Dema li qada Rêbertî bû li Rojava dixebitî, Rêbertî jê xwest ku biçe dibistanê û li ser rastiya Rêbertî û partîbûnê dersê bide. Anîbû ziman ku dema diçe dibistanê jî hevrê jê re dibêjin ku ders qediyaye. Li ser vê yekê hevrê Fûat xwe rexne dike. Ev bi rojan berdewam dike. Piştre Rêbertî jî tê û dipirse bê ka çi dikin. Hevrê Fûat jî dibêje ku ew ‘îtîrafan’ dikin. Li ser vê yekê Rêbertî jî têkildarî mijarê 3 rojan diaxive. Yanî hevrêyekî wiha vekirî bû. Bêyî ku kesek diyar bike, wî bi xwe qala xwe dikir.
REXNE Û XWEREXNEKIRIN WEKE DILPAKIYÊ PÊNASE DIKIRIN
Ez ne şaş bim pêşketina terzê rexne û xwerexnekirinê destpêkê di Kongreya 3’yemîn de bi berfirehî pêş ket. Jixwe pêngava Rêbertî ji destêkê ve rexne û xwerexnekirin e. Ev yek rast e lê belê bi berfirehî nirxandina kesên di nava rêxistinê de di Kongreya 3’yemîn de dest pê kir. Ez beşdarî wê kongreyê bûm, bi platforma hevrê Fûat dest pê kir. A herî berfireh a wî bû. Rojekê berdewam kir û vê jî têrê nekir roja din jî berdewam kir. Rêbertî di terzê rexne û xwerexnekirinê de, gelekî li ser hevrê Fûat disekinî û hevrê Fûat jî di vê mijarê de hewl dida. Sala 1986’an bû. Di wê serdemê de dema rexne û xwerexnekirina hevrêyan di Kovara Serxwebûnê de derket, gelekî deng veda. Çimkî tu partiyan ev yek nekiribû. Bo nimûne di partiya Lenîn de jî ev yek nebû. Tu kesan di vê astê de rexne û xwerexnekirin pêş nexistibû. Ev yek cara ewil di nava PKK’ê de pêk hat. Piştre ev rêbaz ji bo me veguherî terzekî. Partîbûn li ser vê yekê pêş ket. Nirxandina civaka Kurd û kesayeta Kurd partîbûn pêş xist û li ser vê bingehê pêş ket. Kesayeta milîtaniya serdemê pêş ket. Li ser bingeha weke ku kesek dikare çawa bibe milîtanê serdemê, ji pergalê veqete, ji pergalê veqete û li hemberî wê têbikoşe di nava rêxistinê de pêşxistina rexne û xwerexnekirinê di partîbûnê de roleke mezin lîst. Her wiha di têgihiştina me ya îroyîn de ji derbasbûna sosyalîzma reel û pêşxistina paradîgmaya nû girêdayî vê yekê çêbû. Bê guman ev yek ji aliyê Rêbertî ve hate pêşxistin lê belê têkildarî vê yekê kesê ku di nava me de pêşengtî dikir, hevrê Fûat bû. Hevrê Fûat rexne û xwerexnekirin weke dilpakiyekê pênase dikirin. Kesên dilpak dikarin xwe rexne bikin. Xwerexnekirin weke xwepaqijkirin, pakbûn, jinûveafirandinê dît û wateyeke mezin li xwerexnekirinê bar dikir. Ji ber vê yekê di xwerexnekirinê de gelekî kûr dibû. Gelekî rehet qala xwe dikir. Her wiha dema diçû perwerdeya hevrêyên şervan jî bi xwerexnekirinê dest pê dikir, hevrê matmayî dikirin. Hevrêyekî ku bi salan di vê astê de ked daye, ji bo sepandina xeta Rêbertî helwesteke gelekî cidî nîşan dida ku vê yekê jî bandoreke mezin li mirovan dikir. Bi vî awayî veguherîn û partîbûn diafirand. Di terzê rexne û xwerexnekirinê de li gel Rêbertî keda hevrê Fûat jî gelekî mezin e. Ev yek destpêkê li ba xwe pêş xist. Bi saya wî hemû kesan karî vêmijarê bi awayekî rehet nîqaş bike. Tu tiştên wî yên ku veşêre nebûn. Gelekî zelal bû. Ji hemû aliyan ve wisa bû.
Her wiha tê bîra min, dema di platforma Kongreya 3’yemîn de bû hin heval rabûn û hin pirs jê dikirin. Pirsên gelekî cuda jî jê hatin kirin lê belê bersivên gelekî baş dan. Ger kesek din bûya dibe bigota ku gelo çi mafê te heye ku tu van pirsan dikî yan jî ev weke heqaretekê ne. Dikarî van yekan bibêje lê belê wisa nekir. Bi awayekî sakîn û rêzdarî bersiva hemû pirsan dida. Di platformê de hin pirs dubare hatin kirin û hevrê Fûat jî dubare bersiva wan dida. Di nava me de di pêşketina terzê rexne û xwerexnekirinê de hevrê Fûat pêşengtî kir. Ev yek Partiya me pêş dixe ku ev yek di nava tevgerên din de tune ye.
TAYBETMENDIYÊN GELPERESTIYÊ GELEKÎ XURT BÛN
Hevrê Fûat kadroyê PKK'ê ye û li Kurdistanê ye, ji ber ku li Kurdistanê xebat meşand. Li Ewropa û Rojava jî xebitî, bi rêya çapemeniyê her roj xîtabî Kurdistanê dikir. Di heman demê de kesayeteke gelperest jî bû. Taybetmendiyên wî yên gelperestiyê gelekî xurt bûn. Her wiha diyaloga bi gel re û eleqedarbûn gelekî girîng didîtin. Bi taybetî jî girîngiyeke mezin dida tevlîbûn û dostaniya wan. Tişta ku herî zêde jê re rêz digirt, ev bû; gelek derfetên lêkolînê nebin jî tevlîbûn gelekî girîng e û divê rêz li vê yekê were girtin. Yanîli hemberî şervan û hevrêyên nû tevlî dibûn rêzdariyeke mezin nîşan dida. Weke ku mîna wî 50 salî ked daye têkoşînê li nêzî wan dibû. Digot ku çimkî zanebûn hê kêm jî be, bi vê rewşa xwe rêz girtiye û wê demê jî divê rêz lê were girtin. Digot ku hê tam pêş nekitibe jî berê xwe daye çiyayan û çeka xwe hildaye, ev fedekariyeke mezin e. Bi taybetî jî rêzeke mezin nîşanî hevrêyên jin ên ciwan dida. Eleqedarbûna wî ya bi hevrêyan re ya evqasî zêde, di pêşketina avaniya me ya Partiyê û perwerdeya sempatîzanan û kûrbûnên wan û asta fêmkirina xeta Rêbertî de keda hevrê Fûat gelekî mezin e. Bêguman bi hezaran kes perwerde kirin. Ji avabûna Partiyê heya roja îroyîn di xebatên perwerdeyê de xwedî kedeke mezin e. Di perwerdeyan de bes ne mamosteyek bû. Weke fîlozofekî dinirxand. Bi xwe têkildarî bûyeran nirxandinên sosyolojîk û felsefîk dikirin. Van yekan jî li gel mirovan hişmendî pê dixit. Tiştên ku hevrê Fûat di dersên xwe de dianîn ziman, di pirtûk û dersan de cih nedigirtin. Tiştên nû bûn. Fikrên Rêber Apo eşkere dikirin û ew baştir didan fêmkirin. Hûrgiliyên wan bilêv dikirin. Ev tiştên nû bûn. Ji ber vê yekê di pêşxistina çand û hişmendiyê de xwedî kedeke mezin bû, di vê mijarê de têkariyeke mezin li têkoşîna me kir û roleke girîng lîst.
Di nava tevgerê de weke fîlozofê şoreşger ê çiyayan dihate naskirin. Nêzîkatiya wî ya li fikrên felsefîk û îdeolojîk ên Rêber Apo çawa bû, çawa wate dida vê yekê?
Ji bo hin hevalên berê şehîd bûne jî, pênaseya ‘fîlozofê çiyayan’ hate bikaranîn. Lê belê ev danasîn ji bo hevalê Fuat kêm e, têrker nabe. Ji bo hevalên din jî dibe were diyarkirin, lê ji bo heval Fuat tenê fîlozofê çiyayên azad na, fîlozofekî şoreşger ê demê bû. Di serdema me de ji bo pêşketina zanista şoreşgeriyê, fîlozof û zanayek e. Eger em wiha pênase bikin, wê hîn bêhtir di cih de be. Dema tê gotin çiya, weke ku tenê zanayekî li çiyayan tê fêmkirin. Lê heval Fuat bi demê re bû. Ji sporê heya rojeva siyasî ya cîhanê ji her alî ve rojev dişopand. Di sosyolojî, felsefe, dîrok, ol, wêje û giştî zanistên civakî de xwedî lêhêrbûneke kûr bû. Lewma bi rastî jî zaneyek bû û em dikarin bêjin fîlozofekî şoreşger ê serdema me bû. Di tevahî jiyana xwe de timî bi pirtûkan re mijûl bû. Weke fîlozofên din tenê bi zanînê re sînordar nema, di heman demê de pêk anî, jiyan kir û xwest bigihije heqîqetê. Şervan û lêgerînvanekî heqîqetê bû. Li pey heqîqetê bû, lewma zanist û zanîna wî hîn kûrtir bû. Ne fîlozofekî li ser mêzeyê bû. Ji bo lêgerînê ked da, lewma bi pirtûkê re jiyan kir. Qasî pirtûkên Rêbertî, bi pirtûkên dîrokî, olî û çiqên cuda yên zanistê re jî eleqeder bû. Di van mijaran de kûrbûna wî hebû.
ZANA Û FÎLOZOFEKÎ GELÊ KURD BÛ
Zanayekî gelê Kurd bû. Zana û fîlozofekî li Kurdistanê jiyan dikir. Nirxandinên wî yên derbarê paradîgma û Rêber Apo de jî di heman astê de ne. Di vê mijarê de jî kûrbûn, pisporî û pênase hebû. Mesele sîstema kapîtalîst çiye, sîstema kapîtalîst çi ji mirovan dizî, mirov çawa xistin, ev mirov wê çawa jinûve bibe mirov, mirovê xwezayî, mirovê paqij, jina azad, civaka azad wê çawa werin avakirin û her wiha di mijarên bi vî rengî de xwedî kûrbûn bû. Netew dewlet, sîstema kapîtalîst û hegemonya îro di kîjan astê de ye û li dijî vê yekê kes divê xwe çawa biparêze û çawa li dijî derkeve, di van mijaran de xwedî kûrbûn bû. Lewma di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de di vê astê de rol lîst. Ji vir û şûnde jî wê bilîze. Hîna gelek berhemên heval nehatine weşandin. Mesele têkildarî heqîqet bi salan ders da. Ev hîna nehatiye veguherandina pirtûkê. Dibe ku ne yek, bibe çend pirtûk. Kesên dixwînin wê bibînin ku ev lêhêrbûn çiqasê kûr in. Yanî asta ku heval Fuat gihiştiyê pir kûr e û ev yek fikrên Rêber Apo, kûrahiya paradîgmaya me datîne holê. Jixwe heval Fuat di van mijaran de mîna neynikekê bû. Yanî neynika Rêber Apo bû. Neynika zanist û îdeolojiya PKK’ê bû. Dema hûn guhdarî wî dikin, hûn kûrahiya zanista şoreşa PKK’ê û Rêber Apo dibînin. Ev pir girîng e.
Xwedî nasnameya helbestvanê şoreşger û ozan jî bû, helbestên bi bandor jî nivîsand. Têkildarî vê yekê hûn dixwazin çi bêjin?
Bê guman heval Fuat siyasetmedar, şoreşger, şervan, milîtanê dozê, propagandavan, rêxistinker û di heman demê de helbestvanek bû. Heval Fuat di şert û mercên zehmet de, di kêliya ku ew hest û kelecan jiyan dikir de, dinivîsand. Timî nedinivîsand. Yanî di tarzekî xwezayî de, dema wextên girîng diqewimîn, dema di wî de kelecan hişyar dibû ev kelecan radigihand. Helbestvanekî heqîqî û rast bû. Helbestvanekî ji dil bû. Gotinên wî bi vî rengî ne. Lewma her peyveke di helbestên wî de, mirov direcifîne. Xwedî wate û kûrahiyê ye. Hîs kiriye, tiştek qewimî ye, di wî de kelecan û hîs zêde bûye û bi vî rengî helbest nivîsandiye. Ji vî alî ve aliyeke xwezayî û taybet e. Di destpêka tevgerê de ji dema ku helbest derbarê heval Hakî nivîsandî û heya niha, hemû helbestên ku nivîsandî bi rastî jî pir kûr û li ser kes bandoreke mezin diafirîne. Ne tiştekî ku li ser mêzeyê nivîsandî, jiyan kiriye, kelecana wê hîs kiriye û nivîsandiye. Bi rengê herî xwezayî û cewherî, helbestvanek wiha dibe. Heval Fuat xwedî helbestvaniyeke xwezayî, şoreşger û bi cewher bû. Lewma hemû hevokên wî wateyekê îfade dikin û xwedî kûrahî bûn.
Çawa nêzî şehîdan dibû û şêwaza watedayîna wî ya ji bo şehadetan çawa bû?
Gelek nirxandinên hevrê Fûat ji bo şehîdan hene. Di aliyê manewî û felsefîk de nêz dibû, wisa digirt dest. Ji bo wî têgîna heqîqetê girîng bû. Ji ber vê yekê hebûna fîzîkî an jî nebûna wê, li cihekî bûyîn an nebûn, ewqasî girîng nedît. Ya girîng ji aliyê ruhî ve jiyîn û li her derê bûyîn bû. Ji bo vê jî hebûna fizîkî û nebûnê ewqasî girîng nedît. Şehîdbûn weke asteke mezin li ser şopa heqîqetê didît. Digot ku dema ez ji ber şehîdan hestyar dibim, digihêjim wê qenatê, divê ez zêdetir felsefeyê bixwînim, gelek dema min tune ye lê divê ez felsefeye bixwînim. Digot divê mirov wateyekê bide. Di meşa pîroz de şehadet weke tişteke xwezayî didît. Digot rêwîtiya me pîroz e, ji bo heqîqetê ye û li vir şehadet payeyek e bilind e. Şehîdbûn ne weke mirinekê, weke bêdawîtî, nemiriyê didît. Nirxandinên wî wiha ne. Digot di aliyê fîzîkî de derbe girtin ne mirine, berovajî wê rewşeke nemiriyê ye û bêdawîbûn e. Divê mirov bighêjin vê zanabûnê. Bi taybetî gotina Rêbertî ‘Divê milîtan û şervanek ji mirinê netirse, lê divê ber bi mirinê ve jî baz nede, berovajî divê ber bi azadiyê ve bimeşe. An jî divê çavên wan li serketinê be’ bibîr dixist û fikrên xwe yên ji bo şehîdan dianî ziman.
DI PERSPEKTÎF Û SEKNA WÎ DE FEDAÎBÛN HEBÛ
Vê gotina Rêbertî her tim bi hevalan re parv edikir. Digot di vê rêyê de şehadet asteke bilind e, lê ya ji me re lazim e serketin e. Hevrê Fûat digot divê hûn xwe bikin hêza serketinê, milîtanê serketinê û ji ber vê yekê divê hûn ber bi serketinê ve bimeşin, ne ji bo şehadetê; ji bo serketinê divê hûn her fedakariyê bikin. Hevrê Fûat bi vî rengî nêzî şehadetê bû. Ji bo xwe jî ti carî xem û tirs nejiya. Ji ber vê yekê min qet nebihîst ku hevalek dibêje heval Fûat bi tirs nêz dibe ango kelecanî dibe. Her tim aram bû. Ya rast, di vê mijarê de gelek caran pê re hat axaftin jî, ji ber ku wî tu caran girîngî neda ewlehiya xwe. Hevalên pê re yên ji bo ewlehiyê hebûn, lê ew vê yekê nedixwest. Bi zor û zehmetî hevrêyek ango du hevrê digirt ba xwe, lê gelek caran wan hevalan jî li cihek dihişt û bi serê xwe diçû cihek din. Yanî milîtanek bû. Ew ne ew kes bû ku li ser ewlehiyê lêhûrba, li ser vê mijarê nedisekinî. Ji ber vê yekê, bi qasî du hefte beriya şehadeta wî min pê re sohbet kir. Eger min behsa vê nekiribûya, dibe ku ez bêhtir biêşiyama. Ez di vê mijarê de li gel wî axivîm. Ji bo ewlehiya wî divê li kur bimîne min hişyar kir û tiştên pêwîst min ji bo wî anîbûn ziman. Ez dikarim vê bi rehetî bibêjim. Ne hevalek wisa bû ku ji şehadetê bitirse ango fikaran bike. Bi zanabûn nêz dibû. Ji şervanan re digot, xwe nekin hedefa êrîşan. Ne di wê astê de bû, lê xwedî vê nêzîkatiyê bû; Di têgîn û meşa heqîqetê de, di meşa pîroz de şehadet weke tiştekî ku wê derkeve pêşiya me didît. Digot dema hewce bike divê mirov paşve jî gav neavêje. Lê digot eger hewcw bike. Berê jî her kes diyar dikir ku divê xwe biparêze. Divê mijarê de mirovek zana bû. Hevrêyan û şervanan di vê mijarê de perwerde dikir. Divê çawa xwe biparêzin û xwe bigihînin asta serketinê rave dikir ji wan re. Beriya niha her kes diyar dikir ku divê hevrê Fûat xwe biparêze. Carnan hevalan digot, 'lê divê tu jî xwe biparêzî', bersiv dida û digot, 'li min nenêrin, hûn şervan in, ez mîna we ne li eniyê me.’ Di vê mijarê de jî wate dida şehadetê, perspektîf dida hevalên xwe. Ji xwe di perspektîf û sekna wî de hesta fedaîbûnê hebû. Ji bo wê jî têgihiştina fedaîbûnê di sekna wî de kûrtir dibû. Lê belê her tim gotinên Rêbertî bibîr dixist û digot divê kes xwe neke hedefa êrîşan û bikaribe parastina xwe bike û digot divê her tim bibin hêza serketinê.
Bi hezaran hevrêyên wî yên perwerdekirî, milîtanên PKK’ê, gel û mirovahî ji bo Alî Haydar Kaytan divê çi bikin, şehadeta wî wezîfeyeke çawa dide van kesan?
Heval Fuat weke şoreşger û rêberek pêşeng, hemû jiyana xwe fedayî gel kir. Hemû jiyana xwe li ser rêya heqîqetê ji bo azadî û demokrasiyê bi ked domand. Li dijî modernîteya kapîtalîst ji bo serketina modernîteya demokratîk, ji bo heq û edalet cihê xwe bibîne, ji bo li ser rûyê cîhanê wekhevî, edalet û azadî serwer bibe, xwe feda kiribû. Ji bo vê yekê gelek ked da. Li beramberî vê yekê jî ji bo xwe yan jî başkirina jiyana xwe, ti tişt nexwest. Milîtanek bû ku mîna derwêşan jiyan dikir. Ti tiştê wî nebû. Ti carî tişteke wî ya taybet nebû. Tenê ji bo domandina jiyana xwe, tiştên esas ên pêwîst û xebitîn bes didît. Di bin her şert û mercî de fedakarî têrker dît.
JIYANA BI DERWÊŞANE ESAS GIRT
Divê mirov hevalên wiha rast pênase bike. Ev beriya her tiştî bilindbûna di mirovahiyê de ye, hezkirina li hemberî mirovahiyê ye. Dibe kêmahiyên wî jî hebin, lê kêmahiyên wî yên di jiyanê de nebûn. Hîn bêhtir kêmahiyên têkildarî uslub û tarzê bûn. Têkildarî hevrêtî yan jî jiyana şexsî de, kêmahiyeke wî nebû. Têkildarî tarz û tempoyê, têkildarî pêşengtiyê xwe têrker nedidît, lê samîmiyet, dirûstî, giranî û dilsoziya wî hebû. Bê navber di bin her şert û mercî de fedakariya wî hebû. Ev ne tiştekî ji rêzê ye. Berê min gotibû, mîna ewliyayekî, di vê cîhanê de kesek weke ewliyayekî bijî û di vê astê de ked bide, bûyereke pir mezin e. Ji bo xwe ti tişt nexwest, nehişt ku ti kes xizmetê ji wî re bike. Heya wî temenê xwe, her tişt wî bi xwe kir. Leşker û neferek bû. Jiyana derwêşane ya ku Rêbertî behs kirî, ji xwe re esas girt. Her tim jî şert û mercên Rêbertî bi bîr dixist, digot, ‘Em ji derve ne, derfetên me hene’. Timî Rêbertî ji xwe re pîvan girt, çiqasê bixebite jî ev bes nedidît. Bêyî rawestan 8 saetan li ser piyan disekinî û diaxivî, piştre jî lêborîn dixwest. Digot, “Hîna me Rêbertî azad nekiriye, Kurdistan azad nekiriye, dijmin hîna li ser xaka me ye, hingî ku dijmin li ser xaka me be em nikarin bêjin em serketî ne. Yan jî em nikarin bêjin, ‘ox be’ û nikarin rehet bibin. Divê em bixebitin.”
EM DIFIKIRIN KU ÇAWA DIKARIN JI KEDA WÎ RE BIBIN BERSIV
Weke zarokê dayik û bavê ji Komkujiya Dersimê rizgar bûyî, di nava hejariyê de, li gund jiyan kir. Piştre çû beşa Siyasî ku di wê demê de ti kesê bi hêsanî nedikarî biçe. Bi zeka, zanabûn û aqlê xwe hat wir. Piştî Rêbertî dît rastî dît û di rastiyê de kûr bû, bala xwe da vê. Ev dilsozî 47 salan dewam kir. Bê kêmahî pêk anî. Di tempoyê de kêmahî nekir, her ku çû xurtir kir. Ev tiştekî pir mezin e. Kesekî ku li mirovahiyê nagere, dikarî li vê dibistanê bixwîne û piştre bêje ez ê bibim qeymaqemek dewletê. Lê wî piştî heqîqet fêm kirî, dît ku qeymeqamtî koletî ye. Fêm kir ku di esas de koletiyeke bi rutbe ye û bi vî rengî ev mewkî û dibistan red kir, ji bo gel xwe feda kir. Em difikirin ku çawa dikarin ji keda wî re bibin bersiv.
BI RASTÎ JÎ MÎNAKEK MEZIN E
Ew qas kes perwerde kirin, beriya her tiştî destpêkê modeleke jiyanê pêş xist. Çend caran çû Ewropayê jî, li Kurdistan û cîhanê geriya, bi salan li çiyê ma, di her astê de wezîfe girt. Ji Fermandariya Giştî ya ARGK’ê heta xebatên cuda her kar meşand, lê weke neferekî bû. Heman rêz nîşanî hevalek 18 salî û hevalên din jî da. Kedkarek bû. Got, her kesê hatî tevgerê xizmet kirin esas girt, her kesê beşdar bûyî bi nirx e, dizê ez bi hurmet nêz bibim. Ez nebûm şahid ku ti kes biçûk dîtî. Digot, ciwanên nû beşdar bûyî tevî ku pir bi zane nînin, herî zêde hurmetê heq dikin. Wisa nêz dibû. Ev ji bo hemû mirovahiyê model û kedek e, xizmet e. Di asta ewliyayekî de xwedî pratîkek kûr bû. Li cem vê rastiyê jî ewqasê dilnizm bû.
Bi rastî jî mînakek mezin, rêberek mezin e. Mînakek mezin e ku mirov çawa dikare li ser xeta Rêber Apo cih bigire, pêşengî bike. Lê ji bo her kesê, mirovahiyê û Kurdistanê mînak e. Xizmetên mezin da gel, jiyana xwe fedayî gel kir, gelê me heya vê kêliyê dizane, xwendekarên Rêber Apo wiha ne. Heval Fuat xwendekarê herî mezin ê Rêber Apo ye. Pêşengekî wiha ye. Ez bawer dikim ku gelê me vê kedê dibîne. Di hin partiyan de tê dîtin, hin kes ji xwe mal û milk tînin. Lê heval Fuat ti tişt nebû. Berhemekî mezin hene, lê weke madî tiştek nîne. Ruh û kedek mezin heye. Mirovahiyeke ku ti kes nikare bi hêsanî xwe bigihînê, heye. Di mirovahiyê de asteke wisa qezenc kiriye ku, gihiştina vê astê hêsan nîne. Berhemê herî mezin ev e. Ez ji bo rêveberên partiyan ên mal û milk bi dest dixin, şîrketan ava dikin dibêjim ku rastiya Kurdistanê wiha nayê avakirin. Ji bo fêmkirina heqîqeta Kurdistanê, bila li heqîqeta Alî Haydar Kaytan û şêwazê wî yê jiyanê binêrin. Bi dirûstî û kedek mezin, dilekî paqij, bêyî ku tiştekê bixwaze fedakariyeke mezin kir. Bi vê fedakariyê PKK bû PKK. Partîbûn wiha pêş ket.
XWEST BIBE HEVRÊYEKÎ TAM Ê RÊBER APO
Bê guman ez û weke hemû hevalên ji vê kedê sûd werdigirin, divê em bibin layiqê hevrêyan. Divê em bibin şoreşgerên mezin.
Rêbertî berê ji bo heval Heqî gotibû, “Ruhê min ê veşartî ye.” Bê guman ev gotin ayîdê Rêbertî ye. Heval Fuat jî ruhê Rêbertî jiyan dikir. Hemû xeyala wî ew bû ku hîn zêdetir ji bo gel û welatê xwe ked bide. Ji bo tolhildana komkujiya Dersim, Zîlan, Palo û Helebceyê ked da. Ji bo li ser vê xakê hesab ji dijmin bipirse, hemû jiyana xwe xerc kir. Hemû keda xwe şev û roj li vê xerc kir. Axaftin, xwendin, lêhêrbûn û her tiştê xwe xist xizmeta vê yekê. Xwest bibe hevrêyekî tam ê Rêber Apo. Hezkirina wî ew bû.
Weke hevrêyên wî yên ku ji vê kedê sûd werdigirin û vê rastiyê dibînin, deynê me ye ku em bibin layiqê van şoreşgerên mezin. Ji bo em bibin layiqê Hakî Karer, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Egîd, Sara, Zîlan û Egîd Civyanên vê demê û hemû şehîdên şoreşê, divê em di şexsê hevrê Fuat de bibin bersiv. Çi ji destê me were, divê em bikin. Divê em li ser navê mirovahî û hevrêtiyê, bibin bersiv. Ev deynê me ye. Ez bawer dikim ku şoreşên cîhanê û partiya me dê vê keda mezin, vê şoreşgeriya mezin li erdê nehêlin û gaveke layiqê vê bavêjin.
Heval Fuat herî zêde jin û ciwan esas digirtin. Evîndarê ciwanan bû. Çûba kuderê eger ciwan heban, ew kom dikirin û bi wan re diaxivî. Ji dervey civînê jî bang li ciwanan dikir û bi wan re hevaltî dikir. Heta ku hevalên ciwan yek bi yek, kom bi kom bi wan re neaxivîba, bernedida. Divê hemû hembêz kiriban. Di merasîmên leşkerî de me merhaba dida, lê divê wî yek bi yek heval hembêz kiriban. Di vê astê de hez dikir. Ciwan evîndarên wî bûn. Pir hurmet nîşanî ciwanan dida, xwedî cewher bû.
HER TIŞTÊ WÎ BI PÎVAN, PLAN Û ÎDEOLOJÎK BÛ
Ez bawerim ku hevalên me wê mijara jinê cuda binirxînin. Ji bo ku perspektîfên Rêbertî yên li ser jina azad bê kûrkirin û di pratîkê de were bi cih kirin kedeke taybet raber kir. Bêguman hewldanên me hemûyan hene, lê belê hewldanên heval Fûat xwedî wateyeke cuda bû. Bawerî bi hêz, qebîliyet û rola jinê dianî. Mêrantî di şexsê xwe de kuştibû. Digot, 'Aqilê analîtîk ê mêran heye; analîz dikin. Analatîk tê wateya cudakariyê. Jin li aliyê din sentezê diafirînin û yekîtiyê ava dikin. Ji ber vê yekê divê jin pêşeng bin. Pêşengên civakê jin bûn û divê niha jî jin bin. Civakeke azad ancax bi pêşengiya jinê dikare bê afirandin.' Vê yekê ji dil digot û wisa têkoşîn dimeşand. Ji ber vê jî ji bo azadiya jinê kedek mezin raber kir. Hevrê Fûat, eleqe nîşanî hevalên jin ên ciwan dida, diyalog pêş dixist û nêzîkatiyeke taybet raber dikir. Ji ber ku dît wê şoreş bi pêşengiya jin û ciwanan bi pêş bikeve û cewhera wê li vir e, bêhtir bal kişand ser vê yekê. Her tişt bi pîvan, plankirî û îdeolojîk bû. Mîna projektorê îdeolojîk bû. Ew projektorê îdeolojiya Rêber Apo bû, ronî dikir, hûrgilî dikir û bi vî rengî derdixist pêş.
EW Ê HER TIM BIJÎ
Li ser vê bingehê erka ku dikeve ser milê hemû hevalan, gelê Kurd û bi taybetî jî ciwanan, rast nûnertiya hevrê Fûat kirine. Heval Fûat pêşeng û şoreşgerekî mezin bû ku herî baş fikra Rêber Apo ya “heqîqetê” temsîl dikir. Berpirsiyariya me hemûyan e ku em wî rast fêm bikin û temsîl bikin. Ez bawer dikim ku gelê Kurd û ciwanên Kurd dê xwedî li ked û mîrateya wî derkevin. Hevrê Fûat kedeke mezin da, weke motorê her tim hişmendiya îdeolojîk belav dikir û hewl dida bi derdora xwe jî bide fêmkirin. Ez di wê baweriyê de me ku ew ê bi şehadeta xwe jî vê rola xwe bidomîne. Ew ti carî nemir û dê nemire jî. Wê weke pêşengê şoreşê û rêber û zanayê gelê Kurd jiyana xwe bidomîne. Bi jiyana xwe ya nêzî 50 salî vê rastiyê nîşan da. Ji ber vê yekê heval Fûat nemir e. Û ez di wê baweriyê de me ku gelê Kurd û ciwanên Kurd wê xwedî li vê hewldana mezin derkevin û ti carî ji bîr nekin.