Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên a Ewropayê hate ragihandin

Jinên Kurd ên ji beşên cuda yên ol, sazî û beşên cuda yên civakê yên ji Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê li hev kom bûn û Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê ragihandin.

Jinên Kurd ên li Ewropayê yên ji çar aliyên Kurdistanê, ji beşên cuda yên civakê û saziyên serbixwe di salvegera 51'emîn a şehadeta Leyla Qasim de li hev kom bûn.

Têkildarî kombûnê û encamên wê daxuyaniyek hate dayin.

Li gorî vê yekê, jinên Kurd ên li Ewropayê, bi armanca yekîtiya jinên Kurd, ji bo xwedîderkertina li têkoşîn, kevneşopî, destketiyên jinên Kurd, parastina mîrate û berxwedana jinên Kurd, bi dirûşma 'Yekîtî hebûn e' li hev civiyan.

Di destpêka daxuyaniyê de hate ragihandin ku weke jinên Kurd ên bi darê zorê ji cih û warê xwe bûne, şehîdên kurdistanê û berxwedêrên jin ên azadiyê yên canê xwe feda kirine bi rezdarî û minetdarî bi bîr tînin.

KOÇBERÎ, ASÎMÎLASYON, ÎNKAR Û QIRKIRINA SEDSALÎ

Bi dewamî hate gotin, "Gelê Kurd zedeyî sed sal e bi koçberiya bi darê zorê, asîmîlasyon, înkar û qirkirinê re rû bi rû ye. Bêguman yek ji encamên herî dijwar ên van polîtîkayên zordar ew e ku gelê me bi neçarî ji xaka xwe veqete. Armanca hêzên serdest ew bû ku bi hişmendiyeke mêrperest, yekdest û kolonyalîst gelê me ji nasname û çanda xwe dûr bihêle û rê li ber statuya wê bigire. 

Bi milyonan Kurdan ji welatê xwe bi darê zorê koçber bûn. Lê belê, hem li çar parçeyên Kurdistanê hem jî li Ewropayê, gelê Kurd ji bo parastina nasname, çand, ziman û nasnameya xwe berxwedanek bi biryar nîşan daye."

DI ŞER DE DIJWARIYA HERÎ MEZIN BÛYE PARA JINAN

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Di vê krîz, pevçûn û kaosa îro de jî ku ji ber Şerê Cîhanê yê Sêyemîn rû daye, dijwariya herî mezin bûye para jinan. Jin wek ganîmetên şer hatin bikaranîn, hatin êsîrxistin, destdirêjî li wan hat kirin, hatin kuştin û bêdengkirin. Lê belê, bi hezaran jinan da ku gelê xwe û pêşeroja xwe biparêzin bedena xwe wekî mertal bi kar anîn û bingeha azadiya îroyîn afirandin.

FELSEFEYA 'JIN, JIYAN, AZADÎ' BÛYE BANGEKE GERDÛNÎ YA AZADIYA JINAN

Şoreşa jinan a li Rojava encama herî berbiçav û dîrokî ya vê berxwedanê ye. Pergala demokratîk a ku bi  pêşengiya jinan hatiye avakirin, mafê bikaranîna zimanê dayikê dide hemû gelan ku bikarin bi zimanê xwe bijîn û xwe bi rê ve bibin. Felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî'yê di nav jinên li çaraliyê cîhanê de veguheriye bangeke gerdûnî ya berxwedanê û di têkoşîna azadiya jinan de bûye hêzeke gerdûnî ku tevgerên enternasyonalîst feyza xwe jê digirin.

DEMA WÊ YE KU EM BI DESTÊN XWE PAŞEROJA XWE AVA BIKIN

Pergalên ku bi serdestiya mêran tên birêvebirin, ji ber ku ji vê pêşketinê ditirsin, bi awayekî sîstematîk zext û tundiya li ser jinan didomînin. Lê belê, jinan li her derê û di her şert û mercî de ev polîtîka pûç kirine û bi têkoşîna xwe rêya dîrokê diyar kirine.

Di vê serdema dîrokîde em dibêjin; 

Niha dem dema wê ye ku em bi destên xwe paşeroja xwe ava bikin. 

Sedemên ku me tînin cem hev zêdetir in ji sedemên ku me ji hev vediqetînin. Bawerî, reng û ramanên me dikarin ji hev cuda bin; lê hêsirên me heman reng in. 

Em bi hev re bêqusûr in û bihêz in.

Bi van hesta: 

Em, wek jinên Kurd ku ji çar parçeyên Kurdistanê berê xwe dane Ewropayê; Platforma Neteweyî ya Jinên Kurd a li Başûrê Kurdistanê hatiye damezrandin silav dikin û Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Rojava pîroz dikin ku ji hêla gelê me ve bi coş û kelecaneke mezin hate pêşwazîkirin.

BANGA LI JINAN: DI BIN BANÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA JINÊN KURD A EWROPAYÊ DE BIBIN YEK

Em careke din diyar dikin ku em ê hêz û feyza xwe ji têkoşîna xwe ya sedsalî bigirin û em ê dilsozê mîrateya hevalên xwe yên jin bimînin ku ji bo azadî û demokrasiyê canê xwe feda kirine.

Niha, em di merheleyeke dîrokî de ne ku yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin û rêxistineke jinan a konfederal û demokratîk ava bikin. Di vê çarçoveyê de em bang li nûnerên rêxistinên jinan, hevalên xwe yên jin ên ji her partiyeke siyasî, hunermend, rewşenbîr û nivîskarên, kesayetê jin dikin ku di bin banê Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê de bibin yek.

Werin, em serpêhatî, dîrok hûner ked û tekoşîna jinan a mîrateya berxwedana sedsalî em bighînên nivşê siberoja welatê xwe. 

Werin, em jinên Kurd ên azad di rêya avakirina Kurdistana Azad de yekitiya xwe xurt bikin û xwe rêxistin bikin.

Damezrandina Înîsiyatîfa Jinên Kurd li tevahiya jinên Kurd pîroz be."