Kurdistanî bi dirûşmeya ‘Dem dema azadiyê ye” li qadan in-NÛ BÛ

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, di çarçoveya pêngava, “Na ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye” bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li qadan in.

Kurdistaniyên li Ewropayê di çarçoveya pêngava, “Na ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye” li qadan in.

Li gelek bajarên welatên Ewropayê bi çalakiyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan protesto kirin û daxwaza azadiyê kirin.

OSLO

Li Osloyê ya ku paytexta Norweçê ye, di çarçoveya pêngava, “Na ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye” de çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan protesto kirin û daxwaza azadiyê kirin.

Çalakiya ku Kurdistanî û Norweçî tevlî bûyîn, bi banga KCD OSLO û saziya ciwanan UngKurd ê li ber Parlementoya Norveçê di seat 13:00’an de dest pê kir.

Li ser navê ciwanên UngKurd Endam Aso axivî û diyar kir ku di salvegera 40’an a 12’ê Îlonê de heman zihniyeta faşîzan AKP/MHP dewletê bi rê ve dibin.

DARMSTADT

Li Darmstadt a Elmanyayê di çarçoveya pêngavê de çalakiyek hate lidarxistin. Çalakiya ku Kurdistanî ji Mannheîmê jî tevlîbûyî di seat 15:00’an de li Frîedenplatzê dest pê kir.

Meşa ku bi sedan kes tevlî bûyî derbasî ser rêya herî mezin bû. Piştî meşê, mitîngek hate lidarxistin.

Bi rûxmê hewldanên provakasyonên faşîst û polîsên Elman, Kurdistanî û dostên wan, piştî meşê mitîng lidar xistin.

Mehmet Çopan ê ku li ser navê Meclîsa Gel a Darmstadt’ê axivî û got, “Ji bo azadiya Rêber Apo em ê her roj li qadan bin.”

Di çalakiya ku berxwedana Heftanînê hatî silavkirin de, li ser navê KOMAW’ê Mûrşîde Oltan axaftinek kir û got, “Heta ku Rêber Apo tê azad kirin em ê li qadan bin. Em Rêber Apo silav dikin ku gelê Kurd ji tinebûnê anî berxwedanek mezin.”

Oltan derbeya 12’ê Îlonê jî şermezar kir.

Di çalakiyê de li ser dirûşmeyên, “Dîktator Erdogan”, “Tirkiyeya faşîst”, “Erdoganê qatil”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Heftanîn”, “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.

 

 

KOPENHAG

Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê jî bi çalakiyekê, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiya bi banga Meclîsa Jinan a Sêvê, Şoreşgerên Sosyalîst, Koma Aksiyon a Anarşîst û Komeleya Stutthof Horserod bûn. Di çalakiya li Qada Vesterbros Torvê destpê kirî de gotin, “Faşîzma AKP-MHP’ê dîsa bi rûyê xwe yê bi xwîn polîtîkaya xwe ya dagirkeriyê dom dike. Ji darbeya 12’ê Îlonê û vir ve, di nava van 40 salên derbasbûyî de her tim xwe li ser xwîna Kurdan daye jiyîn.”

Li ser navê Sosyalîstên Şoreşger Nîkolaj Lohman axivî.

Lohman ê ku Tevgera Azadiya Kurd û têkoşîna şoreşê silav kirî, got ku dewleta Tirk hêza xwe ji civakên weke NATO û YE digre.

Lohman tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jî şermezar kir.

DEN HAAG

Li Den Haag a Hollandayê jî li ber Dîwana Edalet a Laheyê jî di çarçoveya pêngava, “Na ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye” çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakgeran diyar kirin ku wê çalakiyên xwe yên dem dema azadiyê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bidomin. Di çalakiyê de banga hestiyariyê li raya giştî hate kirin.

PARÎS

Li paytexta Fransayê Parîsê jî di çarçoveya pêngavê de meşek hate lidarxistin.

Gelek Kurdistanî tevlî çalakiya bi banga CDK-F hatî lidarxistin bûn.

Kurdistaniyên di saet 16:00’an de li Qada Repûblîqûe hatîn gel hev, bi pankarta bi nivîsa “Azad bike” û “Azadî ji bo Ocalan” dest bi meşê kirin.

Kurdistaniyên ku tevahiya meşê dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Azadî ji bo Ocalan”, “Bimre rejîma faşîst a li Tirkiyê” berz kirin, belavokên derbarê tecrîda li ser Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan belav kirin.

ZURÎH

Li bajarê Zurîh a Swîsreyê hem ji bo salvegera derbeya faşîst a 12’ê Îlonê hem jî ji bo protesto kirina tecrîda li Îmraliyê di çarçoveya pêngava “Na ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye” de, çalakiyek lidarxistin.

Di çarçoveya pêngava “Na ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye” de, li ser navê CDK’ê Alî Şîmşek axivî û got, “Faşîzma 12’ê Îlonê îro bi destê AKP/MHP’ê bi hemû polîtîkaya xwe ya qirêj dom dike. Bi nimûneya êşkenceya li girtîgeha Îmraliyê welat giştî vegeriya ye girtîgehê. Bila ti gumanên kesê nebe, bi têkoşîna hevpar a gelan wê ev tarîtiya faşîzmê bibe mehkûmê tinebûnê.”

DUSSELDORF

Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan saet di 14.30’an de li pêşiya DGB Haûsê hatin ba hev. Bi hezaran çalakgeran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Çalakgeran bi sloganên ‘Erdoganê dîktator’, ‘Tirkiyeya faşîst’, ‘Erdoganê katil’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana Heftanînê’ dest bi meşê kirin.

Di meşê de hunermendên TEV-ÇAND’ê jî stranên şoreşê strandin.

TOÛLÛSE

Li bajarê Toûlûse yê Fransayê jî meşek hate lidarxistin. Di meşê de hate diyarkirin ku faşîzma darbeya 12’ê Îlonê didome û çalakgeran bal kişandin ser êrîşên qirker ên li ser gelê Kurd.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê jî meşek hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan li Laûtenschlager Strabeyê hatin ba hev û meşiyan. Çalakgeran di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Piştî mîtînga li Konîgstraseyê çalakî bi sloganan bi dawî bû.