Li Marsilyaya Fransayê di çarçoveya pêngava “Na ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye” tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan protesto kirin û daxwaza azadiyê kirin.
Kurdistanî di seat 14:00’an de li Qada Canabîere hatin gel hev.
Di çalakiyê de xwedî li berxwedana Heftenînê derketin û peyama, “Bi xiyanete KDP’ê ne mirina birayî, em îxanetê weke mirinê digirin dest” dan.
Çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtin despêkirî, belavok hatin xwendin û li ser navê NCDK’ê siyasetmedar Sebahetîn Hinis axivî. Hinis got, “Hetanî ku Rêber Apo azad nebe, em Kurdên li Marsilyayê li qadan bin. Pêwîst e ku hemû kes jî xwedî li vê berxwedan û têkoşînê derbikeve.”
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.