Reuters: Milîsên girêdayî Îranê li Iraqê amade ne çek daynin

Li gorî nûçeya Reutersê ku dispêre rayedarên Iraqê, komên milis ên bi desteka Îranê, ji bo ku bi DYE’yê re yekser şer nekin, amade ne ku çekan daynin.

Ev biryar piştî hişyariya rayedarên DYE’yê yên li Bexdayê, ya eger bêçekbûyîn nebe wê giranî bidin êrîşên hewayî hat.

Hate ragihandin ku serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî û komên bi desteka Îranê, Kataib Hizbullah, Nûcebaa, Ketaîb Seyyîd El-Şuheda û Ensarullah El-Evfiye bi pêş ve diçin. Siyasetmedarê Şiî Îzzat El Şahbandar diyar kir ku ev kom li gorî daxwazên DYA'yê tevdigerin.

Fermandarekî Hizbulaha Kataîb ji ajansa Reutersê re got: "Trump amade ye ku bi me re şer gur bike û em dixwazin ji pevçûneke bi vî rengî dûr bikevin" Heman fermandarî da xuyakirin ku Hêzên Mûxafizên Şoreşê yên Îranê destûr dane ku milîs ji pevçûnan dûr bikevin.

Ev komên ku li Iraqê bi qasî 50 hezar şervan bi rêve dibin, ji şerê Xezeyê yê beriya 18 mehan û vir ve gelek êrîş birin ser hedefên DYE’yê û Îsraîlê. Lê belê di dema dawî de hin koman dev ji navendên xwe berdan û ji bo pêşî li êrîşên gengaz ên hewayî bigirin, hebûna xwe ya li herêmên weke Mûsil û Enbarê kêm kirin.

Şêwirmendê Serokwezîr Sûdanê Ferhad Alaaeldîn, diyar kir ku hikûmet ji bo ku hemû çekan têxe bin kontrola dewletê "diyalogeke çêker" dimeşîne. Ji aliyekî din ve DYE’yê pêvajoyê ji nêzîk ve dişopîne û diyar dike ku divê milîs girêdayî artêşa Iraqê bin, ne Îranê. Lê belê Washington ji bo mayîndebûna pêvajoya bêçekbûnê, bi fikar e.