ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê werin şopandin.

Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan got, "Em niha di asta aştiyê ya neyînî de ne. Dema ku em derbasî qonaxa aştiyê ya erênî bûn, hingî em ê karibin li ser reformên gelekî berfireh biaxivin.

Birayê Serdar Taniş ê li Silopiyayê beriya 24 salan hate windakirin û piştre agahî jê nehate wergirtin Yakûp Taniş got, "Şerekî bê exlaq û nehet hate meşandin. Êdî divê hevrûbûn bi rastiyê re bê kirin."

TEV-ÇAND'ê nameyek ji malbata şanoger Bavê Teyar re şand û got, "Em ê heval Cûma weke pêşengê xwe yê nemir qebûl bikin ku gelê me wî weke Bavê Teyar nas dike û em ê li ser rêya wî bimeşin."

Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê û Dîlan Kûnt Ayan anî ziman ku Paketa Dadgeriyê ya 10'emîn bersivê nade bendewariyan û destnîşan kir ku divê sererastkirin neyê derengxistin.