SIYASETMEDARÊN LI DÎASPORAYÊ
Siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê dijîn, der barê biryara PKK’ê ya rawestandina têkoşîna çekdarî û banga dîrokî ya Rêber Apo de nirxandin kirin. Siyasetmedaran li ser pêşketinên li Rojhilata Navîn, pêdiviya gelê Kurd a ji bo yekîtiyê û perspektîfa çareseriya demokratîk li hev civiyan û anîn ziman ku azadiya fîzîkî û rola siyasî ya Rêber Apo ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê pir girîng e.
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Dr. Mecît Haso "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo nirxand û bal kişand ser atmosfera şer û parçebûnê ku bi sedsalan e li Rojhilata Navîn didome. Dr. Mecît Haso diyar kir ku gelê Kurd ne ji bo keyfê, ji ber neçariyê çekan hildigire û got: "Kurdan qet şer tercîh nekirine. Ew dixwazin di nava aştiyê de bijîn, wekî neteweyek xwedî mafên xwe, zimanê xwe û nasnameya xwe bin."
Dr. Mecît Haso bi bîr xist ku erdnîgariya Kurdan ji Şerê Çaldiranê bigire heta Peymana Qesra Şîrînê li derveyî îradeya wan hatiye parçekirin û ev tişt got: “Li ser ax û gelê me bazarî hatine kirin. Kurdan her tim bedelên herî giran dane. Îro, Îran û Tirkiye hewl didin ku pêşî li tifaqa Kurdan bigirin. Bi afirandina du avahiyên desthilatdariyê yên cuda li Başûr, pêşiya yekîtiyê digirin."
Haso destnîşan kir ku Îran bi Bloka Rojhilat (Rûsya-Çîn) û Tirkiye jî bi NATO û welatên rojava re tifaq kiriye û anî ziman ku herdu enî jî Kurdan wekî amûrekê bikar tînin û mafên wan asteng dikin. Mecît Haso banga ku Rêber Apo li hember van senaryoyên qirêj weke xaleke dîrokî nirxand û wiha domand:"Banga Birêz Ocalan ne qelsî ye, pêşbîniyeke mezin e. Ev pêşbîniya kesekî xwedî berpirsiyar e. Ne Ocalan kêm difikire û ne jî PKK qels e. Lê niha hewceyiya gelê me bi aştiyê heye. PKK ne ji bo şer ji bo ku aştî pêkan bike çek hilgirt. Ji ber vê yekê, ev bang derfeteke mezin pêşkêş dike. Berpirsiyariya me hemûyan e ku em vê derfetê li ser navê gelê xwe binirxînin."
'PEYAMA ABDULLAH OCALAN JI BO HEMÛ GELÊ KURD E'
Endama KNK’ê ya Emerîkayê Esrîn Kedrî jî ev tişt anî ziman:
"Wekî jinekê, bi taybetî jî wek jineke Kurd a Rojhilat, ez bi dil û can piştgiriyê didim banga dîrokî ya Birêz Abdullah Ocalan. Ev bang ne tenê ji bo avahiyeke siyasî, komeke an jî beşeke diyarkir ya Kurdistanê ye; ew ji bo hemû Kurdên welatparêz, ji bo hemû Kurdistanê ye.
Perspektîfa ku ji hêla Birêz Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, ji bo gelên Rojhilata Navîn û her wiha ji bo gelê Kurd deriyê pêvajoyek nû û veguherînerê vedike. Divê her kesên ku doza Kurdistanê dipejirîne vê bangewaziyê bi cidî bigire dest û xwedî lê derbikeve. Ev têkoşîn ne tenê mijareke siyasî ye; ew li ser siberoja ziman, çand û nasnameya me ye. Ewlehiya gelê me tenê bi diyalog û planeke hevpar a ku wê bi gelê me re were meşandin pêkan e.
Wek jineke Kurd, ez bi taybetî bang li dayik û jinên Kurd dikim: Divê em bêtir berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Divê em hişyariya xwe di nav gel û saziyên xwe de bilind bikin da ku ew bikaribin ziman û çanda me bi awayekî xurttir biparêzin. Em ji çi nêrîna siyasî, bawerî yan herêmekê tên bila bên, divê doza me ya hevpar têkoşîna gelê me be. Avakirina jiyaneke aştiyane, wekhev û azad ji bo me sereke ye.”
Serokê Deutsch-Kurdisches-Forum eV Dr. Yûnis Behram jî diyar kir ku Kurd dikarin bi têkoşîneke hevpar li sê beşan siberoja xwe ava bikin û wiha axivî: "Îro Kurd çi dixwazin? Kurd dixwazin pergalek mîna ya li Başûr hatiye avakirin li Rojava jî bibînin. Her çendî ev ne federalîzm be jî rêveberiyek xweser û naskirî dixwazin.
Banga dawî ya Birêz Ocalan, bi taybetî li Bakur, kelecaneke mezin çêkir. Çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û li ser bingeha diyalogê êdî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo civaka cîhanê jî bûye bendewariya hevpar. Li gor nêrîna min; Ger ev pêvajo bi têkoşîn û stratejiyeke rast were meşandin, li Başûr federalîzm, li Rojava modelek xweser û li Bakur jî sîstemeke eyaletê dikare were avakirin.
Gelê Kurd demek dirêj e sînorên çêkirî yên di navbera wan de hatine xêzkirin qebûl nake. Bi hevgirtina avaniyên ku wê li van hersê beşan werin avakirin, vîzyona Konfederalîzma Rojhilata Navîn a ku nêzîkî deh sal berê hatibû pêşkêşkirin, dikare li ser bingehek rastîn were damezrandin. Ev yek ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn jî rê li ber siberojeke demokratîk vedike.”