Netanyahû wê bi Trump re hevdîtinê bike: Mijar Îran, Tirkiye û gumruk

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû ji tarîfeyên gumrukê heta Îranê wê ji bo gelek mijaran roja duşemê li Qesra Spî bi Serokê DYE’yê Donald Trump re hevdîtinê bike.

Di daxuyaniya ji aliyê ofîsa serokwezîrtiya Îsraîlê ve hatî dayîn de, wiha hate gotin: “Her du lîder wê tarîfeyên gumrukê, hewldanên ji bo standina rehîneyên Îsraîlî, têkîliyên Îsraîl-Tirkiye, gefa Îranê û têkoşîna li dijî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ku ji bo Birêz Netanyahû fermana girtinê daye, binirxînin.”

Serokê DYE’yê têkildarî bernameya nukleer bang li Tehranê kir. Donald Trump di rojên dawî de gefa ‘eger dîplomasî bi ser nekeve, wê Îranê bombebaran bike’ xwar.

Îran dibêje ew ji bo hevdîtina bi DYE’yê re amade ye, lê hevdîtina rasterast di bin gef û zextê de red dike.