Cîhan û herêma em lê dijîn bi her awayî di nava Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de ye. Her çend li gorî hinekan vî şerî dest pê nekiriye jî şer ev salên dirêj e dest pê kiriye û berdewam dike. Ev şerê ku ji aliyê hin rantparêzên şerî, bazirganên çekan, kapîtalîstên ku xwe weke xwediyê cîhanê dibînin ve tê meşandin herî zêde zirarê dide gelan û jinan. Civak ji destê bijareyên desthilatdariyê hema bibêje gelekî diqare, însan tên qetilkirin û jîngeh tên wêrankirin. Ji bo bersiva pirsên weke bê ka di serdemeke wiha de rewşa heyî ji bo Kurdan çi îfade dike û çi li pêşiya Tirkiyeyê ye fêmkirina pêvajoya ku Rêber Apo bi înîsîyatîfa ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ nirxandiye, gelekî girîng e. Ev yek bes ne ji bo gelê Kurd di heman demê de ji bo raya gşitî ya Tirkiyeyê û gelên li herêmê jî gelekî girîng e.
Pêvajoya heyî di 17’ê Cotmeha 2024’an de bi gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê ên weke ‘’ger wê teror bi dawî bibe, bila Ocalan were û di komcivîna DEM Partiyê de biaxive’’ dest pê kiribû. Dema ku raya giştî ya Tirkiyeyê ev daxuyanî bi matmayî dişopand piştî demekê Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê û da zanîn ku Rêber Apo di bêdengkirina çekan de û ji bo pêşketina siyaseta demokratîk înîsiyatîfa birêvebirina pêvajoyê girtiye, amade ye ku gavên hewce biavêje û bi berpirsiyariyeke dîrokî vê pêvajoyê pêş bixe. Piştre jî ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdan ve daxuyaniyên erênî û piştgiriyê didin van yekan hatin dayîn.
Daxuyanî di demeke krîtîk a Rojhilata Navîn de hatibû dayîn. Di serdemeke gurbûna şerê di navbera Hamas û Îsraîlê, girêdayî vî şerî tasfiyebûna gelek hêzan, zêdebûna gefên li ser Îran û Tirkiyeyê de avêtina pêngaveke bi vî rengî ne cihê matmayînê ye û tê fêmkirin. Dema em li seranserê dîrokî di demên krîtîk de li destkeftiyên hevpar ên xwişk-biratiya gelên Kurd-Tirk dinêrin, em roja îroyîn baştir fêm dikin ku pêngaveke guncavî rastiyê ye. Rastiya ku Rêber Apo dema ji aliyê hêzên komploger ên navneteweyî ve dîl hate girtin anî ziman ku gotibû; ‘Dixwazin di navbera gelên Kurd-Tirk de şerekî sed salan bidome, derxînin’ bi awayekî eşkere xwe nîşan dide û di demeke wiha de ketina dewrê ya Rêber Apo û pêşîlêgirtina şer û pevçûnan bû pêngaveke gelekî girîng. Standina ‘kartê Kurdan’ ya ji destê derdorên berjewendparêz ên hegemonîk ku bi salan e pê dilîzin, ne tenê ji gelê Kurd re di heman demê de ji Tirkiyeyê re jî derfeteke dîrokî pêşkêş dike.
BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
Îfadekirina van hemûyan ya bi banga ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ ya di 27’ê Sibatê de jî bes ne di nava civakên Tirkiye û Kurdistanê de di nava raya giştî a cîhanê de jî bi eleqeyeke mezin hate şopandin. Diyarkirina bi awayekî bibiryar ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî û pêşxistina hiqûqê ya bi rêya siyaseta demokratîk, gotina paradîgmaya nû û jinûveavakirina xwişk-biratiya gelên Kurd û Tirk hem hêza siyasî-civakî ya Rêber Apo nîşan dan hem jî Rêber Apo nîşan da ku xwediyê wê perspektîf û îradeyê ye şer û pevçûnên heyî bide sekinandin. Wisa ku teksta bangê weke ‘Manîfestoya Serdemê’ hate binavkirin. Li gel van yekan bernameya ku wê dewleta Tirk xwe ji kaos û rewşa heyî çawa rizgar bike jî hatibû pêşkêşkirin. Ev bang bû nîşaneya pêvajoya ku rastî nayên veşartin û rewşa ku rastî wê derkevin holê xwe di şexsê Rêber Apo de nîşan daye.
Ji vê wêdetir Rêber Apo ku bi gotina hin derdoran ya weke ‘hewl dide me dabeş bike’ cezayê girtîgehê yê heya hetayê lê hate birîn û bi salan e di bin tecrîdeke giran de tê girtin, navnîşana çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê û xwediyê paradîgmaya rizgariyê bû. Ev yek bû sedem ku mejiyê hin kes û derdoran tevlihev bibe. Vê yekê kir ku rêya kesên bi fikrên şaş dimeşin tarûmar bibe. Ji ber ku Rêber Apo ji bo şexsê xwe daxwaziya tu tiştan nekiriye û bi salan ji bo avakirina civaka demokratîk ked daye. Bilêvkirina vê rastiyê ya ji aliyê hêzên herî dijber jî rêzdariya karektera Rêber Apo ya civakparêz nîşan dide.
Herî dawiyê di navbera 5-7’ê Gulanê de PKK’ê 12’emîn Kongreya xwe li dar xist. Biryarên xwefesixkirinê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî hatin girtin. Tevgera Azadiya Kurdan li gel perspektîfên Rêber Apo ya diket berê xwe bi cih anî. Bi taybetî jî di di warê hiqûqî de dewlet hê jî di nava xitimandinekê ye û guhertina mewzûatên hewce pêk neanîye. Her wiha di pakêta ku demên dawîn de ji meclîsê re hate pêşkêşkirin û erêkirin de têkildarî Kurdan xaleke erênî tune bû. Ji ber wê yekê bendewariyên derdorên demokratîk yên bi vî rengî têk çûn. Dîsa artêşa dewleta Tirk li hemberî gerîlayên ku di pozîsyona agirbestê de ne çekên kîmyewî û bombeyên termobarîk bi kar tîne û êrîşên xwe yên hewayî didomîne. Bi gotineke din artêşa Tirk hewl dide rewşa xweparastina gerîlayan ya li gel biryara agirbestê ji bo xwe veguherîne defetekê. Êrîşên dewleta Tirk vê yekê nîşan didin.
Li Tirkiyeyê dema ku gelek kesên ku qaşo xwe weke ‘rewşenbîr, nivîskar, profesor û rojnamevan’ bi nav dikin jî bi şev û roj dinivîsin bê ka Tevgera Azadiya Kurdan çawa çekan deyne, dîsa tiştên ku di destpêka manîfestoya Rêber Apo ya 21 rûpelî de hildibijêrin û bi nîqaşên cuda cuda pêş dixin jî Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdan berê xwe dane mijarên sereke û ji bo pêşketina pêvajoyê ked didin. Li aliyekî nîqaşên ku li Îmraliyê tên kirin, biryara PKK’ê ya xwefesixkirin û agirbestê heye û li aliyekî jî rastiya dewletê ya ku sererastkirinên hewce pêk nayne û êrîşên xwe didomîne heye. Ev jî jidiliya dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê ya li hemberî pêvajoyê dike mijara lêpirsînê û rê li ber nezaleliyê vedike. Nîyeta dewleta Tirk a têkildarîpêvajoyê bûye cihê nîqaşan. Gelên din û bi taybetî jî gelê Kurd vê bêbaweriyê gelekî caran tînin ziman. Gelê Kurd ji ber ku ji Rêber Apo bawer dikin berê xwe dane pêvajoyê.
JI BO GELÊ KURD TIŞTA HERÎ GIRÎNG…
Ya herî girîng jî ew e ku civak di warê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de û têkildarî şert û mercên Rêber Apo di nava bendewariyeke mezin de ye. Ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdan ve jî gelek caran hate diyarkirin ku ji bo pêşketin û serkeftina pêvajoyê divê şert û mercên Rêber Apo û xebitîna bi awayekî azad werin sererastkirin. Her wiha wextê salekê ya ku sala borî Konseya Ewropayê ji bo ‘mafê hêviyê’ têkildarî Rêber Apo dayî Tirkiyeyê piştî sê mehên din yanî di meha Cotmehê de bi dawî dibe. Hem bidawîbûna vî wextî û hem jî tevî pêngavên Tevgera Azadiya Kurdan ên dîrokî û erênî sererastnekirina şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nîşan dide ku dewleta Tirk ji çarçoveyeke pragmatîst û konjonkturel li nêzî pêvajoyê dibe û ev yek jî cihê metirsiyan e.
Tevî ku seredanên malbat û heyeta DEM Partiyê yên ji bo Îmraliyê ev rastî ji holê ranekiriye her wiha pêkanîna van seredanan fikra weke ‘gelo ev hewla normalîzekirina gitina Rêber Apo ye’ derdixe pêş. Ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdan û gelê Kurd ve rewşa herî girîng dabînkirina azadiya Rêber Apo ye. Wisa dixuye ku dewleta Tirk bi awayekî eşkere ji standina biryarên yasayî û hiqûqî direve. Ji aliyê dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ve rewşa objektîf ev e. Hê jî pêkneanîna sererastkirineke yasayî û neveguhastina pêvajoyê ya ji bo meclîsê tên wateya ku tu garantiya hevdîtinên li Îmraliyê tên kirin tune ye.
RANTPARÊZÊN ŞERÎ DI DEWRÊ DE NE
Beriya niha jî di navbera Rêber Apo û dewleta Tirk de pêvajoyên bi vî rengî çêbibûn. Ev pêvajo jî ji ber sedemên cuda lê belê bi taybetî jî ji ber nenêzîkbûna dewleta Tirk û hikûmetên wê demê ya di çarçoveya berpirsiyariya hevpar de, pirsgirêkên siyaseta hundirîn û tehrîkên derdorên derve têk çûbûn. Dibe ku di vê pêvajoyê de rewşeke bi vî rengî rû bide. Li aliyekî neavêtina pêngavên hewce ya ji aliyê dewleta Tirk ve û li aliyekî jî êrîşên artêşa dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medayayê hêviyên şerxwaz û rantparêzên şerî zindî digirin.
Hem nêzîkatiyên van derdorên rantparêz hem jî ya hêzên hegemonîk ên li hemberî vê pêvajoyê mijarên nîqaşê ne. Ji ber wê yekê hemû rojên ku pêngav nayên avêtin ji van derdoran re zemîn û derfeta provokasyonên nû pêşkêş dike. Bi giranî tevgerîna dewletê ya tevî vê rastiyê dizane û weke xwegîrokirin û xirimandina pêvajoyê tên fêmkirin. Her wiha di serdemeke wiha de ku li rex Tirkiyeyê şerê Îran û Îsraîlê heye, bi giranî tevgerîna dewleta Tirk di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de rê li ber nerazîbûnên mezin vedike.
SIYASETA TIRKIYÊ YA NAVXWEYÎ Û HELWESTA LI HEMBERÎ PÊVAJOYÊ
Her çend 4 meh di ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk re derbas bûne jî, ne desthilatdarî û ne jî muxalefeta sereke pêvajo nebirine Meclîsê. Ev yek mirov dixe nav fikaran ku di vê mijarê de israrek cidî ji aliyê partiyan ve tune ye û zexta li ser AKP’ê pêş neketiye. Hesabên teng ên partiyên siyasî û têkoşîna desthilatdariyê wekî faktorên sereke yên ku pêvajoyê dereng dixin derdikevin pêş.
CHP’ê bi fikra ku ev pêvajo wê sûdê bide Erdogan, ji pêvajoyê dûr dikeve û siyaseta bisekine-bibîne dişopîne. Bi qasî ku deng bi aliyê xwe bide qezenckirin tevlî dibe. Li hember gavên gengaz ên desthilatdariyê di parastinê de ye. Ditirse ku şaredarî bi destwerdanên qeyûm werin girtin. Ji ber van zextan di hilberîna siyasetê de zehmetî dikişîne. Tevî ku di hilbijartinên xwecihî de di rêza yekem de ye jî, nikare gavên bihêz bavêje. Bi fikara ku dibe ku qeyûm ji bo şaredariyên wê were tayînkirin tevdigere. Di encamê de, profîlek CHP’ê derdikeve holê ku bi fikar, hişyar û nikare gavan bavêje. Armanca sereke ya AKP’ê û Erdogan ew e ku Erdogan ji nû ve wekî Serokkomar were hilbijartin; hemû plan li gorî vê yekê têne çêkirin, siyaseta navxweyî di vî alî de tê dizyankirin û ne yekbûna muxalefetê wekî derfetek ji bo domandina pozîsyonek êrîşê ya domdar tê bikar anîn.
Ev tablo rê li ber pêşveçûna erênî ya pêvajoya aştiyê digire. Hesabên teng ên siyasî rê li ber civakê digirin ku destkeftiyên mezin bi dest bixe. Daxuyaniyên Devlet Bahçelî, ku di civakê de dengvedanek erênî dîtine, çiqas cidî têne girtin, divê mirov lêpirsîn bike. Gelo daxuyaniyên hatine dayîn bi rastî bi guhertina zîhniyet û paradîgmayê re girêdayî ye, ev yek jî mijarek e ku divê were nirxandin. Ji ber ku misogeriya sereke ya pêvajoyê ew e ku dewleta Tirk zîhniyet û paradîgmaya xwe ya li hember Kurdan biguherîne; her gavek ku bêyî vê veguherînê were avêtin dê gumanan bidomîne.
AŞTÎ Û ŞER
Li Tirkiyeyê gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo di lêgerîna aştî û çareseriyê de ne û fedakariyên mezin dikin. Gavên wekî agirbesta ku ji hêla PKK’ê ve hatî ragihandin, fesixkirina rêxistinê û bidawîanîna şerê çekdarî; demek dirêj e ku bi perspektîfên Rêber Apo re têne nîqaş kirin ku siberojek hevpar pêşkêşî gelên Tirk û Kurdan dikin. Nîqaşên ku dê vê pêvajoyê fam bikin û dewletê neçar bikin ku gavan bavêje hêja ne. Bi taybetî, ji bo veguherîna zîniyetê pêk bê, hewldanên mezin hewce ne. Divê rastiya Rêber Apo hem ji gelê Kurd û hem jî ji civaka Tirkiyeyê re bê ravekirin. Fêmkirina Rêber Apo dê ji bo her kesî qezenc be; hin nivîskar jî piştgiriyê didin vê nêrînê. Di vê çarçoveyê de, rexneyên domdar ên ku bi armanca fêmkirinê tên kirin girîng in. Lê ligel vê divê têkoşîna li dijî reşkirin û propagandaya dijber a ku bi armanca şerê taybet tê kirin, jî bên meşandin.
Di demekê de ku Rojhilata Navîn bûye navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, şerê li herêmê her ku diçe germtir dibe. Pevçûnên di navbera Îsraîl û Îranê de ku hefteyek e berdewam dikin nîşana tiştên ku di serdema pêş de dê biqewimin e. Ne dewletên herêmê û ne jî Tirkiye nikarin bêyî ku ji van pêşketinan bandor bibin derbas bibin; bi rastî, rayedarên dewleta Tirkiyeyê bi eşkereyî fikarên xwe li ser vê mijarê anîne ziman.
Pirsa bingehîn a ku raya giştî meraq dike ev e: Gelo Tirkiye di vê pêvajoya krîtîk de gavên qanûnî bavêje û aştiyê bi Kurdan re tercîh bike, an jî dê li bendê be ku şerê ku bi lez mezin dibe welêt bigire? Ev ne texmînek e, lê rastiya Rojhilata Navîn e. Dewleta Tirkiyeyê di averêyeke dîrokî de ye û divê biryarek bide. An aştî dê were Tirkiyeyê an jî şerê li herêmê dê li deriyê Tirkiyeyê bixe. Ger aştî tê xwestin, divê qanûnên ku dê rê li ber siyaseta demokratîk vekin di zûtirîn dem de werin bicîh kirin, divê komîsyonek di bin banê Meclîsê de bi beşdariya hemû aliyên ku piştgirî didin çareseriyek siyasî were damezrandin û divê pêvajo li ser bingehek saxlem were damezrandin. Ev bendewariya hevpar a Kurd, Tirk û hemû gelên Tirkiyeyê ye.
GUHERTIN-VEGUHERTIN Û AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK
Rêber Apo armanc dike ku Tirkiye û Kurdistanê veguherîne baxçeyek neteweyên demokratîk û qanûna xwişk-biratiyê ya ku bi sedsalan zirar dîtiye, bi awayekî xurttir ji nû ve ava bike. Ew hewlên mezin dide ku civakê ji çerxa tundiyê derxe û bîne asteke ku her kes lê qezenc dike, ku ji kesên azad-fikir û xwedî îrade pêk tê. Di vê çarçoveyê de, Rêber Apo hewl dide ku dogma û têgihiştinên xelet ên ku hem di gelê Kurd û hem jî di civaka Tirkiyeyê de bicîh bûne, derbas bike. Ji ber vê yekê, civak ku dînamîka bingehîn a pêvajoyê ye, hewce dike ku rolek çalaktir di avakirina aştî û demokrasiyê de bigire.
Her çend avakirina civakek demokratîk ji aliyekî ve veguherînek zîhniyetê misoger dike jî, di heman demê de wezîfeyek dide ser milê civakê jî ku xwedî li pêvajoyê derkeve û xwe wekî berpirsiyar bibîne. Ji ber ku misogerkirina rastîn a pêvajoyê ne tenê qanûn e, di heman demê de ew e ku civak vê pêvajoyê têbigihê, bipejirîne û bibe kirdeya wê ye. Ji ber vê yekê, di pêvajoyeke ku her kes bi heyranî û matmayînê li civakîparêzbûna Rêber Apo temaşe dike û behsa wê dike de, nîşan dide ku hêza herî mezin ew e ku mirov xwe bispêre civakê. Yek ji lingên sereke yên pêvajoyê jî ev e. Di serdemeke ku civak di bin şerên desthilatdariyê de tên perçiqandin de, parastina civakîbûnê erkekî bi rûmet e ji bo her kesê xwedî exlaq û wijdan.