Sedsalek e li Rojhilata Navîn şerên cîhanê yên Yekem û Duyem bi hemû dijwariya xwe dewam kir û niha jî bi Şerê Cîhanê yê Sêyem re vê wêrankirinê temam dike. Hêzên desthilatdar eger ne ji ber berjewendiyên xwe bûna wê silavê jî nedabana vê herêmê. Şer û nakokiyên dijwar careke din nîşan didin ku yên herî zêde ji şer û pevçûnan êşê dikişînin jin û zarok in. Îran û Îsraîl bi şerên xwe îspat kirin ku ew ji kesî re vebijarkek ji bilî tinekirinê, nahêlin. Divê hemû gelê me bizanibe ku ne hêzek hegemonîk û ne jî şer, azadiyê nayne. Em ji bîr nekin ku bi destpêkirina şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" re me bi sedan şehîd dan. Yên ku wê demê dengê xwe bilind nekirin, niha dibêjin, "Em ji bo gel şer dikin." Weke mînakek ku Kurdan gotiye, “Çêlekê biduşe û paşê peîna xwe lê bide.”
Siyasetên ku ji aliyê Emerîka û hêzên din ve têne meşandin ne ji bo gel in, bi armanca talan, komkujî û qirkirin û berjewendiyên dewletên statukoyî ne. Di kîjan şerî de hatiye dîtin nexweşxane, dezgehên çapemeniyê û zindan bûne hedefên êrîşan. Kesên ku li wir dixebitin û dîl tên girtin, kesên ku tu têkiliya wan bi wan re tune ne. Ev êrîş ti eleqeya wan bi azadiya gelan re tune ye.
Çanda Rojhilata Navîn û Îranê şerên dagirker û wêranker qebûl nake. Li van axên ku xwedî çanda Aryen e, divê dewleta Îranê ji xwe bipirse û nebe biyaniyê gelê xwe. Ger ew xwe wekî gel dibîne, divê dawî li sîstema xwe ya sêdarê, komkujî, êşkence, zilm û tundûtûjiyê bîne û divê veguherîn û guhertinên cidî esas bigire. Wekî din, ew ê dawiya wî ji ya Sedam xirabtir bibe.
Divê dewleta Tirk jî rastiya Rêber Apo ku pêşengiya çareseriyê dike, rast bixwîne û spasiya Rêber Apo bike. Ger heta niha tiştek nekiribe, ev kêmasiya wê nîşan dide. Her êrîşê jinan û gelan dikin. Paradîgmaya ku dê vî gelî rizgar bike paradîgmaya Rêber Apo ye û ev vê yekê baş dizanin.
ŞOREŞA JINÊ
Di vê pêvajoyê de, divê jinên Îranî ji Rojhilatê Kurdistanê heta Belûcîstanê berxwedanê birêxistin bikin. Bi hişmendî û parastina xwe derkevin pêş. Di demên herî zehmet de, jin li ber xwe dan û alternatîf ava kirin. Bi taybetî jinên Kurd - ligel jinên Fars, Ereb, Gîlek, Mazenî, Belûç, Ermenî û Asûrî - yekîtiya xwe ava kirin. Niha dem dema xwe rêxistinkirina li her kolana Îranê ye, ku îradeya azad a jinan temsîl bikin. Şoreşa jinan a ku ji hêla jinên Kurd û Îranî ve bi felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" pêk hatiye dê pêşengiya vê pêvajoyê bike.
CIWAN: MOTORA ŞOREŞÊ
Di seranserê dîrokê de, ciwan motora şoreşê bûne. Îro, divê ew pêşengiya avakirina civakek demokratîk bikin. Êşa salan - mirina kolberan, kesên ku di qaçaxçîtiyê de jiyana xwe ji dest dane, zewacên zarokan, normalîzekirina tundûtûjî û bêexlaqiyê - divê hemû bi dawî bibin.
Divê xort û keçên ciwan li Îran û Kurdistanê pêşengiyê bikin û bi tevgera jinan re bimeşin. Ev yekane rêya derketinê ye ji bo gel.
PEYAMA RÊBER APO
Gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi peyama Rêber Apo cejna Newrozê pîroz kirin. Ji ber ku xwedî li nirxandin û banga Rêbertî derketin. Gel ev peyam da, "Em ji bo her tiştî amade ne, tu gef û zext nikare me bitirsîne."
AKADEMIYA ŞEHÎD ZÎLAN PEPOLE