Seran, Sozdar û Sema
Ew tov bûn ku li Kurdistanê li dilê mirovan hatin reşandin. Sê leheng, hevrê bûn ku ji bo armancekê têkoşiyan.
Ew tov bûn ku li Kurdistanê li dilê mirovan hatin reşandin. Sê leheng, hevrê bûn ku ji bo armancekê têkoşiyan.
Ev yek çîroka sê dilxwazên leheng e ku mehên havînê bûn tov û ketin malzaroka dayikê. Tê zanîn ku her tovek li Kurdistanê bi rengê azadiyê li nava jiyanê tê reşandin. Rêber Apo dibêje 'Azadî di zarokatiyê destpê dike'. Belê lêgerîna sê keçên serhildêr di zarokatiyê de destpê kiribû. Ew hevalên xwe yên zarokatiyê bûn. Di vê serpêhatiya dirêj de em ê tevlî rêwîtiya hevrêyên Seran Kurdistan Xoser, Sema Cuya Çewlîk û Sozdar Evîn bibin.
Hersê tov di serma Çewlîkê de mîna biharê ji dayik bûn. Berfîn Bazancir (Seran), Zîlan Azak (Sema) û Betul Aydin (Sozdar). Berfîn Bazancir ku li nava malbateke dilsozê nirxên xwe û têkoşer mezin bû, piştî ku kek û apê wê ji aliyê dewleta Tirk ve dîl hatin girtin, di temenê ciwantiyê de rêya xwe ya têkoşînê diyar kir. Di dema xwendina zanîngehê de bi rengekî çalak tevlî kar bû û li aliyê din bi xwendina Rêber Apo xwe bi pêş ve bir. Berfîn sala 2013'an li nava karên ciwanan gava destpêkê avêt û bi tevlîbûna xwe ya çalak tola dûrketina ji mirovên jê hez dikir ji dijmin hilanî. Berfîn şahidî ji êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şehîdgeha Garzanê re kir û her ku rastiya dijmin dît, kesayetiya xwe bi agirê tolhildanê xurt kir û hîn bêhtir tevlî nava kar bû. Berfîn bi karên xwe, ciwan ji qirêjiya sîstemê rizgar kir û bi çanda PKK'ê şêweyekî nû da ciwanan. Berfîn di her kêliya xwe ya kar de serketin zêde dikir û tol ji dijmin hildianî. Li gel Zîlan û Betul ku hevalên xwe yên zarokatiyê bû û bi hev re li zanîngehê dixwend, wê ber bi azadiyê ve bimeşiya.
HESABPIRSÎNA JI DIJMIN
Berfîneke din jî Zîlan Azak (Sema) bû ku di nava malbateke dilsozê nirxên PKK'ê de ji dayik bû. Li nava malbata ji hişmendî û çanda welatparêziyê apê wê Nûrettîn Azak tevlî nava refên PKK'ê bûbû. Ji ber ku di nava malbatê de gelekî qala apê wê dihate kirin, ev yek bû sedem ku Zîlan hîn bêhtir bibe heyranê PKK'ê. Piştî ku apê wê di sala 2012'an de şehîd bû û bavê wê jî ji ber karên çapemeniyê hate girtin, hêrsa Zîlan zêde bû. Zîlan gelekî bi hêrs bûbû ku mirovên jê hez dikir yek bi yek jê dûr diketin. Lewma hesta tolhildanê pê re peyda bû. Dixwest hesabê êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê bipirse û bi agirê dilê xwe dijmin tine bike. Zîlan ku biryar da li hemberî sîstema dewleta Tirk a faşîst têbikoşe, tevlî nava karên ciwanên welatparêz bû. Dema li zanîngehê bû, bi xwendina Rêbertî têgihiştina xwe hîn xurt kiribû. Zîlan ku agirê tolhildanê di dilê wê de geş bû, piştre li gel hevalên xwe yên zarokatiyê wê berê xwe bidabûya çiyayên azad.
ÊRÎŞA LI DIJÎ ŞEHÎDGEHÊ HÊRSA WÊ MEZIN KIR
Keçeke din a Kurd a ku di nava lêgerînê de bû Betul Aydin (Sozdar) li nava malbateke welê mezin bû ku ji rastiya xwe ya civakî hatibû dûrxistin. Betul hem ketibû bin bandora polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk hem jî ji ber hewldanên hin xizmên xwe demekê tevlî nava karên ciwanan ên AKP'ê bû. Li gel vê yekê jî fikir û hestên dijberî sîstemê bi Betul re peyda bûn. Betul bi taybetî li hemberî sîstema bi serweriya mêr û nêzîkatiyên li jinê bû xwedî hêrseke mezin, jina kolebûyî û dîlgirtiya jiyana sîstemê qebûl nekir. Ji bo çûyîna zanîngehê berê xwe da Bedlîsê û li gel hevalên xwe yên zarokatiyê Zîlan û Berfîn berê xwe da çiyê. Betul ku li pêşberî Berfîn û Zîlan rehet bû, mijarên li ser partiyê meraq dikir bi hevalên xwe re parve kir û nîqaş kir. Di dema xwendina zanîngehê de li gel Berfîn û Zîlan tevlî nava karên ciwanên welatparêz bû. Bi saya vê yekê firsen dît ku heqîqet û îdeolojiya PKK'ê hîn baştir nas bike. Li qada Garzanê ku sala 2015'an çûn wê derê, Betul gerîla dît, pê re nîqaş kir û gelek mijar di kesayetiya xwe de zelal kir. Heman salê dewleta Tirk êrîş biribû ser şehîdgeha li herêma Garzanê. Vê bûyerê hêrsa wê ya li dijî dijmin fûrand. Bi destekî xwe destê Berfîn, bi destê din jî destê Zîlan girt, hêz ji wan wergirt. Sê jinên li ser vê rêya têkoşînê sond xwarin. Di rojeke havînê de biryar dan û sala 2015'an ji Garzanê tevlî nava refên PKK'ê bûn.
Seran her ku lê dinihêrî kenek li ser rûyê wê bû. Masûm û ji dil bû. Seran bi tevlîbûna xwe ya bêteredût, bi kelecan û ji dil a li nava jiyanê, di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Sema ku şervaneke rûken bû, bi kesayetiya xwe ya samîmî û durust dihate naskirin. Xwedî karaktereke mirovî bû ku bi nêzîkatiya xwe ya gel û hezkirî mirov ber bi xwe ve dikişand. Sozdar ku pakbûna dilê wê li ser rûyê wê xuya dikir, xwedî rûkeniyeke bi coş bû. Sozdar bi kesayetiya xwe ya durust û tevlîbûna xwe sade ya li nava têkoşînê dihate naskirin. Di kenê her yek ji wan de dilê mirovan germ dibû. Tenê mirovên aqiş dikarîbû bi vî rengî lê binihêriya û bikeniya.
LI GARZANÊ TEVLÎ PERWERDEYA XWE YA DESTPÊKÊ BÛN
Li herêma Garzanê tevlî perwerdeya xwe ya destpêkê bûn. Her sê hevrê ku ne xerîbê jiyana PKK'ê bûn, di demeke kurt de hîn bûn. Sozdar bi van gotinan qala hevrêtiya PKK'ê û sekna jinê ya li nava PKK'ê kiribû: 'Jiyana gerîla hevrêtiya destpêkê ye. Yek ji sedemên ku bandor li min kir ew bû ku weke jinekê karibim li iyê bi rengekî azad xwe hîs bikim, hestên xwe bi rengekî azad bînim ziman, bêyî ku zextek bê kirin."
Piştî perwerdeyê wezîfe hatin diyarkirin. Seran piştî pratîka demkurt a li Garzanê ji bo qada Wanê hate wezîfedarkirin. Sema ku tecrûbeyên xwe yên destpêkê yên li nava têkoşînê li qada Garzanê wergirt, ji bo bibe şervaneke YJA Starê ya şareza û ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bibe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Sozdar jî derbasî Marînıosê li gel fermandara YJA Starê Azê Malazgîrt bû. Bi bandora ji hevrêtî, fermandarî, dilsozî û têkoşîna hevala Azê, Sozdar hestên xwe bi vî rengî anîbû ziman: 'Ez ji wê hînî PKK'ê bûm. Hin rastiya kesayetiya xwe li gel wê nas kir. Ez ji hevala Azê hînî hevrêtiyê bûm û hîn bûm ku divê weke jinekê li çiyê çawa li ser piyan bimînim. Bi saya wê felsefeya Rêbertî, îdeolojiya Rêbertî hîn bûm û xist pratîkê."
Şervanên jin ên ciwan ên PKK'ê demekê li qada Bakur pratîka zor û zehmet li pey xwe hiştin û di demên cuda de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûn.
BI PERWERDEYA PKK'Ê RE ŞAREZA BÛN
Hersê evîndarên leheng ên ji pêvajoya perwerdeyê derbas bûn, guhertinên mezin di kesayetiya xwe de çêkirin û di Îdeolojiya Azadiya Jinê de şareza bûn. Sozdar digot, 'Bi kûrbûna li ser hilanîna tola hevrêyên şehîd û tecrîda li ser Rêbertî dixwazim encamê ji perwerdeyê werbigirim'. Sozdar ku şopdara Rêbertî bû û ji îdeolojiya wî bi bandor bû gotibû 'Piştî ku min Rêbertî xwend, min fêhm kir ku felsefeya Rêbertî ne tenê bikaranîna çekê ye'. Sozdar bi rêya perwerdeyê Rêbertî hîn bêhtir fêhm kir, her ku fêhm kir dilxwaziya wê ya ji bo jiyan û jin a azad zêde bû.
Seran ku anîbû ziman, armanca wê gerîlayeke profesyonel û milîtaneke rasteqîn e, bi gotina 'Ez ê bi rengê jinê têkoşînê bimeşînim ku hêjayî Rêbertî, gel û şehîdan bibim' bû milîtanek ku di vê oxirê de kesayetiya xwe feda kir. Seran bi kesayetiya xwe ya pêşeng, xêrxwaz, parvekar di nava hevrêyên xwe de hatibû hezkirin. Vê rêbazê û tecrûbeyên wê yên gerîla-çiya kir ku di demeke kurt de Seran bibe fermandar.
Sema jî mîna herdu hevrêyên xwe di demeke kurt de hînî jiyana çiyê û gerîla bû. Bi tecrûbeyên leşkerî û îdeolojîk ên li qada Garzanê wergirtî bû xwedî sekneke xurt. Li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê kar kir, bi moral û motîvasyona xwe li ber çavan bû. Sema ji bo karibe li qada leşkerî bibe pispor û bi taktîka gerîla ya dema nû li qada pratîkê bibe şervaneke serketinê, di serî de çekên giran li ser gelek branşan tevlî perwerdeyê bû.
Ev hersê jin ên têkoşer ji bo bibin gerîlayên pispor tevlî perwerdeya li Akademiya Leşkerî ya Şehîd Mahîr bûn. Li ser vê bingehê her yekê ji wan xwe amade kirin ku hesab ji dimin bixwazin.
SÊ LEHENG KETIN HEMBÊZA AXÊ
Sema di Nîsana 2024'an de li Xakurkê di êrîşên delweta Tirk a dagirker de li gel hevrêyên xwe Bahoz û Firat şehîd bû. Sema li Xakurkê govenda azadiyê gerand û êdî bû sembolek.
Sozdar ji bo karibe di demeke kurt de li her qadê xwe şareza bike gelekî hewl da. Sozdar agahiya şehadeta fermandara xwe Azê Malazgîrt û Seran Kurdistan Xoser bihîst ku ew bi refên PKK'ê da naskirin. Sozdar ku ji vê gelekî bi bandor bû, hêrsa xwe ya li hemberî dijmin mezin kir û ji bo hesabê hevrêyên xwe bipirse xwe di gelek mijaran de şareza kir Sozdar bi saya ked û hewldanên xwe yên mezin sala 2020'î berê xwe da qada Bakur. Sozdar di şexsê hevrêyên xwe Seran, Sema û Azê Malazgîrt de ji bo careke din tola şehîdan hemûyan hilîne li Botanê li dijî dijmin dest bi têkoşînê kir. Sozdar bi sê çekên li ser milê xwe, bi êşa di dilê xwe û armanceke xwe şer kiribû. Li qada Elkê ya Botanê di Tîrmeha 2024'an de li dijî êrîşên dijmin bi rengekî fedaî şer kir û li gel hevrêya xwe Eylem şehîd bû.
Seran piştî pratîka xwe ya li Heftanînê bi kûrbûna li ser xeta Zîlan beşdarî nava Hêzên Taybet bûbû. Bi tevlîbûna ser di nava her şert û mercî de bû milîtanek ku li ser xeta Apoyî meşiya. Seran li vê qadê di gelek karî de ked da, di Hezîrana 2017'an de li Zapê şehîd bû.
Çawa ku her darek tovê li nava xakê direşîne, gerîla jî tovê li dilê mirovan direşîne. Mîna hembêza dayikê, tovên xwe ji bo siberojê diparêze, xwedî dike, mîna dilê hevrêyên xwe. Sê evîndarên leheng ketin hembêza xakê. Ketin nava her dilî û di her dilî de agirê tolhildanê geş kirin.