Sala 46’an a PKK’ê û Kampanyaya Azadiyê

Kampanyaya Azadiyê ya Navneteweyî nîşan dide ku PKK wê di sala xwe ya 46’an de hîn bi wate bibe, bi pêş bikeve û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêkên Kurd destketiyên girîng û mayînde ava bike.

Kurd û dostên wan di salvegera 45'an a damezrandina PKK’ê de ne. Li her deverê her ji niha ve pîrozbahiyên bi coş destpê kirine. Ji pîrozbahiyan, heta meş, mîtîng û bîranînên şehîdan merasîmên pir cure têne kirin. Têkoşîna ku li Elmanyayê li dijî qedexeya li ser PKK’ê pêş ketî û Kampanyaya Azadiyê ya ku 10’ê Cotmehê hate destpêkirin, bû yek. Lewma pîrozbahiyên salvegera 45’an hîn bi coş û bandortir derbas dibe. Tê fêmkirin ku têkoşîna ku armanca wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd e, wê di sala 46’an a PKK’ê de hîn bi xurttir belav bibe û bi pêş bikeve.

Gelek eşkere ye ku di 45 salên derbasbûyî de ji bo PKK’ê gelek tişt hatin gotin û nivîsandin. Dibe ku mijara herî zêde hatibe nîqaşkirin jî ye. Ji aliyê pesindayinê ve jî, ji aliyê nebaşkirinê ve jî ti gotin nemaye ku nehatiye gotin. Bê guman gotinên herî balkêş ji aliyê Rêber Apo ve hate gotin. Ji bo PKK’ê got: “Romaneke ku dawiya wê nehatiye, helbestek e, stranek e…” Diyar kir ku ‘bi PKK’ê re jiyan hîn xweştir û bedewtir e.’ Got ku PKK partiyeke şehîdan e û hemû şehîdên me di şêwazê PKK’ê de jiyan. Evane û pênaseyên bi heman rengî, di gelê Kurd de têgihiştin û zanebûneke kûr a PKK’ê çêkir. Anî wê rewşê ku ji derveyî çend xayînan, gelê Kurd ê li her çar parçeyan û derveyî welêt li kolan û meydanan bi gotina “PKK gel e, gel li vir e” qîr kirin.

Tevî hemû êrîş û hewldanên feraset û siyaseta faşîst, mêtinger û qirker, ti tiştî nekarî vê têgihiştin û xwedîderketina li PKK’ê ya gelê Kurd bişikîne. Berovajî, her ku zext zêde bûn û lîstok mezin bûn, berxwedana azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê jî mezin bû. Her ku berxwedan jî mezin bû, hezkirin û xwedîderketina li PKK’ê ya ji aliyê gelê Kurd ve mezin bû. Hezkirin û yekbûna gel ku di dîrokê de ti rêxistinê nekariye xwe bigihijînê, PKK’ê xwe gihandê. Pîrozbahiyên salvegera damezrandina 45’an vê rastiyê bi rengekî hîn bi eşkeretir nîşan dide. Dema ku em dikevin sala 46’an de tê dîtin ku hezkirina PKK’ê ya ji aliyê gelê Kurd ve hîn xurttir e û belavtir bûye.

Îcar çima ev rewş wiha ye? Gelek eşkere ye ku gelê Kurd, jin û ciwan di rastiya PKK’ê de xwe dibînin. Rastiya xwe di PKK’ê de dibînin. Kesayeta Rêber Apo û rastiya PKK’ê dibe nasnameya azadiyê ya gelê Kurd. Gelê Kurd hebûn û azadiya xwe di PKK’ê de dibîne. Cesaret û fedakariya xwe ji PKK’ê distîne. Dibîne û fêm dike ku îradeya hebûn û azadiyê di Rêber Apo û PKK’ê de şênber bûye û nûneriya wê ya rast tê kirin. Bi kurtasî kesayetiya Rêber Apo, rastiya PKK’ê û azadî û hebûna gelê Kurd bûne yek.

Gelek eşkere ye ku di salvegera 46’an a PKK’ê de ti guhertin di vê rastiyê de nîne. Di rastiyê de di aliyê kêmbûnê de guhertinek nîne. Berovajî yekbûna navborî hîn mezintir dibe. Di sala 46’an a damezrandinê de ev rastî êdî bi gelê Kurd, jin û ciwanan re sînordar nîne. Rastiya navborî sînorên Kurdan jî derbas kir, belavî gel, jin û ciwanên seranserê cîhanê dibin û li ser vî bingehî dibe rastiyeke gerdûnî. Rastiya Kampanyaya Azadiyê ya Gerdûnî ku 10’ê Cotmehê hate destpêkirin, li holê ye. Di rojekî de li 74 navendan dostên Rêber Apo û gelê Kurd kampanyayeke bi vî rengî dan destpêkirin. Heta niha jî dewam dike û gihiştiye hemû civak û bindestdan.

Îcar ev rewş tê çi wateyê? Gelek eşkere ye ku di asta gerdûnî de her kesê kedkar û bindest mîna Kurdan di rastiya Rêber Apo û PKK’ê de hinekê jî rastiya xwe dibînin. Di kesayet û rastiya PKK’ê de hebûn û azadiya xwe dibînin. Li ser vî bingehî îrade û nasnameyeke nû bi dest dixin. Bi taybetî jin ji pratîka şoreşgerî ya Rêber Apo hêz û baweriyeke mezin bi dest dixin. Dibînin ku bi Jineolojiya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin, rêya têkoşîna azadiyê hîn ronîtir dibe. Hîn baştir fêm dikin ku hebûna rast û jiyana azad a jinê bi Şoreşa Azadiya Jinê pêkan e û bi rengekî hîn xurttir beşdarî heqîqeta Jin Jiyan Azadî dibin.

Rewşa hemû kedkar û bindestên din jî heman e. Yên ku bi dewletê re dikevin nava nakokiyan, çareseriyê di Konfederalîzma Demokratîk de dibînin. Yên ku bi ‘netew dewletê’ re ne çareseriyê, pirsgirêkê dijîn li ser xeta ‘netewa demokratîk’ li çareseriyê digerin. Yên ku bi têkoşîna li ser bingehê ‘Jîngehparêziyê’ geşedan ne afirandine, ji bo çareseriyê berê xwe didin ‘Şoreşa Ekolojîk’. Karker û kedkarên ku di têkoşîna heqdestê de encam wernagirin, ji bo çareseriyê berê xwe didin têkoşîna civakparêz a demokratîk a li ser komuna demokratîk. Bi kurtasî yên ku bi netewperestiyê çareseriyê nabînin, berê xwe didin welatparêziyê. Yên ku bi olperestiyê çareseriyê nabînin, berê xwe didin fikrê demokratîk. Yên ku bi zayendperestiyê çareseriyê nabînin, berê xwe didin azadiya jinê. Yên ku bi zanista pozîtîf çareseriyê nabînin, berê xwe didin wateparêziyê. Bi vî rengî her kes çareseriya xwe di Modernîteya Demokratîk de, yanî di paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk de dibînin. Ev yek jî dibe sedem ku hemû kedkar û bindestên cîhanê rastiya Rêber Apo hîn baştir fêm bikin û hîn zêdetir xwedî lê derbikevin.

Evane hemû nîşan didin ku têkoşîna sala 46’an a PKK’ê wê sînorên Kurdistan û Kurdan derbas bike û di asteke gerdûnî de pêş bikeve ku wê hemû bindestan bigire nava xwe. Tê fêmkirin ku ev yek jî wê li ser bingehê kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd Çareserî” çêbibe. Ev yek jî nîşan dide ku Kampanyaya Azadiyê ya Gerdûnî wê di sala 46’an a PKK’ê hîn bi watetir bibe, pêş bikeve û belav bibe û li ser esasê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd deskeftiyên girîng û mayînde ava bike.

Ji xwe geşedanên heta vê kêliyê jî, vê rastiyê bi rengekî pir eşkere nîşan dide. Eger bal bê dayîna ser, welat û civakek nemaye ku ev kampanya lê belav nebûye. Kampanyaya azadiyê di wateya rast de bû kampanyayeke gerdûnî. Hemû jinên bi zane, li ser bingehê Şoreşa Jin Jiyan Azadî wezîfeya pêşengiya kampanyayê girtin ser xwe. Bi taybetî jinên ciwan bi eşkere ragihandin ku wê di 1’emîn Kongreya Ciwanan a Cîhanê de hemû têkoşîna wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. Bi vê kongreyê ciwanên cîhanê biryar dan ku wê pêşengiyê ji çalakiya kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re bikin. Di çarçoveya çalakiyên ku 11 û 12’ê Mijdarê li seranserê Ewropayê pêk anîn de, bi eşkere ragihandin ku ev pêvajoya dane destpêkirin. Ji Îngilistan heta Îtalyayê û Efrîqaya Başûr sendîkayên karkeran di her firsendê de nîşan didin ku ew hêza sereke ya vê pêvajoyê ne. Rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, fîlozof, siyasetmedar, yanî beşên herî bi hestiyar û bi zane yên civakê her roj tevlîbûna xwe ya ji kampanyayê re eşkere dikin.

Kampanyaya Azadiyê ya Gerdûnî ku armanca wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, her roj li deverên cuda bi dehan çalakiyan pêş dikeve û belav dibe. Ji Minbic heta Dêrik û Dêrazorê hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj li ser piyan e; kolan û meydanan tejî dikin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Li Bakur gelê Kurd û hemû derdorên demokratîk di her firsendê de ber bi Gemlîkê ve ‘Meşa Azadiyê’ lidar dixin. Di her kongre û konferansê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe rojeva sereke û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ tên berzkirin.

Bi kurtasî mirov bi çalakiyên azadiyê yên li her deverê, dikeve sala 46’an a PKK’ê. Tê fêmkirin ku kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî û Ji Pirsirêka Kurd Çareserî” wê mohra xwe li sala 46’an bixe. Kurdan û dostên wan hemû hêz û enerjiya xwe kirine yek û diyar dibe ku wê di sala 46’an de hîn xurttir pêş bixin û belav bikin û hewl bidin encam werbigirin. Îcar ev pêkan e? Helbet pêkan e. Hemû geşedanên hundir û ji derve nîşan didin ku ev yek pêkan e. Wê demê di sala nû ya PKK’ê de, divê em li her deverê çalakiyên azadiyê pêş bixin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin; divê ev yek deyn û armanca me ya sereke me be. 27’ê Mijdarê Cejna Vejînê ya yên ku li ser vî bingehî dijîn û têdikoşin, pîroz be.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka