Pêvajoya rêxistinên cîhadîst
Rêxistinên çekdar ên ku îro li ser xaka Sûriyeyê xuya ne di rojekê de derneketine holê. Ne mimkin e ku mirov vê yekê ji şerê sar û Afganistanê serbixwe fam bike.
Rêxistinên çekdar ên ku îro li ser xaka Sûriyeyê xuya ne di rojekê de derneketine holê. Ne mimkin e ku mirov vê yekê ji şerê sar û Afganistanê serbixwe fam bike.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê di serdema Şerê Sar de, Plana Dorpêçkirina Kembera Kesk li dijî Yekîtiya Sovyetê xist meriyetê. Vê stratejiyê rê li ber wê yekê vekir ku rêxistinên cîhadîst yên radîkal ku bi referansên olî tevdigerin, li ser asta gerdûnî bibin xwedî hêz. Ev rêxistinên cîhadîst di hilweşandin û lawazbûna dewletên Rojhilata Navîn de bên xwedî roleke bingehîn. Talîban li Afganistanê bû desthilatdar, HTŞ'ê jî rêveberiya Şamê li Sûriyeyê bi dest xist.
SERDEMA 1.: ŞERÊ SAR Û PEYDABÛNA EL QAÎDEYÊ
Xeleka bûyerên ku îro ava kirine, di 1979'an de dest pê kir. Yekîtiya Sovyetê wê salê li ser daxwaza hikûmeta wê demê ya Afganistanê hêzên leşkerî şandin Afganistanê. Şêwirmendê serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê yê wê demê Jimmy Carter, Brzezinski, li ser vê yekê dibêje: "Me şeş meh beriya dagirkirina Sovyetistanê, bi armanca alîkarîdayina serhildêran operasyoneke veşartî dabû destpêkirin. "Tê bîra min ku min raporek pêşkêşî Serok Carter kiribû û gotibû em dikarin Vîetnama wê bi xwe diyariyê Yekîtiya Sovyetê bikin."
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê yê wê demê Ronald Reagan, di 6'ê Sibata 1983'an de li nivîsgeha ‘Şervanên Azadiya Afganistanê’ dihewîne. Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, heman DYE'yê dê niha jî li dijî micahidên ku bi xwe perwerde û amade kiribûn şer bikira. El Qaîde bi pêşengiya Usame Bin Ladîn bi îdealîzmeke dij komunîst hatibû avakirin û pêîxistin. Rêxistin dê bibûya sembola navneteweyî ya cîhada gerdûnî,
Bêguman êrîşên 11’ê Îlonê bûn sedema guherîneke mezin. Emerîkayê dê wê demê bi Îngiltereyê re li Afganistan û Iraqê li dijî radîkalîzmê şer bikira û rêxistinên cîhadîst ên radîkal jî wê li seranserê cîhanê belav bibûna.
Ebu Musab el-Zerkaviyê Urdunî di salên 1990'î de asta şîdetê ya El Qaîdeyê gihand asteke hîn zêdetir. Di bin serokatiya Zerkavi de Rêxistina Tewhîd û Cîhadê li Iraq û Urdunê xebitîn. Ev rêxistin dê di pêşerojê de wekî bavê DAIŞ'ê bihata naskirin. Koma di bin rêveberiya Zerkavî de bi vî awayî bingeha El Qaîdeyê li Iraqê avêtibû.
Zerkavi bi cîgirê xwe re di sala 2006'an de di encama êrîşeke hewayî ya Emerîkayê de nêzî bajarê Baqubayê hat kuştin. Piştre Ebu Omer Bexdadî bû serokê rêxistinê. Bexdadî dê fikra Dewleta Îslamî bavêta holê.
SERDEMA DUYEM: BIHARA EREBAN Û MEZINBÛNA DAIŞ'Ê
Piştî Ebu OMer Bexdadî jî dê Ebubekir El-Bexdadî bibûya serok. Rêxistin di sala 2011’an de ber bi rojhilatê Sûriyeyê ve berfireh bû. El Qaîdeya Iraqê di sala 2013'an de navê xwe guhert û kir Dewleta Îslamî ya Iraq û Sûriyê (DAIŞ). DAIŞ'ê li Iraq û Sûriyê qadên mezin dagir kirin û di sala 2014'an de xîlafetî ragihand. Di vê navberê de, bibû xwedî hêzeke nêzîkî 50 hezarî. Dema ku DAIŞ'ê bi handan û piştgiriya Tirkiyeyê li şûna Şamê berê xwe da Kobanê, rastî berxwedana Kurdan hat. Berxwedanê li cîhanê deng veda û DYA’yê li dijî DAIŞ’ê dest bi êrîşên hewayî kir. Bi vî awayî bi pêşengiya YPG û YPJ’ê QSD hate avakirin. û QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya Emerîkayê hemû herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de rizgar kirin.
SERDEMA SÊYEM: VEQETÎNA COLANÎ JI DAIŞ Û EL QAÎDEYÊ
Ebu Muhammed el Colanî, di sala 2011’an de ji Iraqê şandin Suriyeyê û ji bo avakirina Cebheya El Nusrayê hat wezîfedarkirin. El Nusra di destpêkê de wekî şaxa El Qaideyê ya li Suriyê dixebitî û bi serokatiya Colanî di demek kurt de hêzek mezin bi dest xist. Vê avaniya nû di nav salekî de zêdetirî 500 êrîşên bombeyî pêk anîn û pêleke tirsnak a şîdetê afirand.
Colanî, di sala 2013’an de bi serokê DAIŞ'ê Bexdadî re ket nav nakokiyê. Sedema vê nakokiyê ew bû ku armanca DAIŞ'ê cîhad hebû lê El Nusra zêdetir xwedî stratejiyeke li dor Suriyeyê bû. Colanî ji DAIŞ'ê veqetiya û dilsoziya xwe ji El Qaideyê re ragihand û li Suriyê bi awayekî serbixwe hebnûna El Nusrayê domand. Di sala 2016’an de jî Colanî diyar kir ku El Nusra ji El Qaideyê qut veqetiyaye û bi pêngavê rêxistin ket şikleke nû. Colanî diyar kir ku ew ji El Qaideyê veqetiyane û Cebheya Nusrayê ji holê rakirine. Wan bi navê Cebheya Fetihê ya Şamê (HTŞ) rêxistineke nû ava kirine ku tu eleqeya wan bi rêxistinên biyanî re tune ye.
Colanî dixwest bi vê yekê xwe ji tawanbarkirina terorê ya di asta cîhanî de xilas bike. HTŞ'ê têkiliyên xwe bi El Qaîdeya li Afganîstanê qut kirin û li bakurrojavayê Sûriyeyê li dijş rejîmê şer kir. Her çiqas ev cudabûn ji aliyê serokê El Qaîdeyê Eymen el-Zevahiri ve hat rexnekirin jî, Colanî diyar kir ku şert û mercên herêmê guherîneke wiha ferz dike.
Colanî, bi vê stratejiyê li Idlibê rêveberiyeke herêmî ava kir û êrîşî Helebê kir. Bi awayekî nehêvîkirî, bi piştgirî û erêkirina hêzên navneteweyî re, ev êrîş li Şamê bi bidestxistina desthilatê bi dawî bû.
SERDEMA ÇAREM: HILWEŞÎNA DAIŞ'Ê
Serokê dawî yê DAIŞ'ê Ebubekir Bexdadî, di sala 2019'an de bi operasyoneke Emerîka-QSD'ê hat kuştin. Îro li Kampa Holê nêzîkî 70,000 cîhadîstên radîkal û malbatên wan dijîn ku ev xwedî wê potansiyelê ne ku pêleke nû ya şîdetê biafirînin. Kampa Holê di bin kontrola QSD'ê de ye, lê ji ber êrîşên Tirkiyeyê nikare bergiriyên ewlehiyê yên hewce bi tevahî pêk bîne. Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmê kartêkirinê li jinûve xwerêxistinkirin û pêşxistina DAIŞ'ê dike.