Ji bo geşkirina alternatîfa Neteweya Demokratîk

39 sal in di hemû destkeftiyên di bin navê azadiya Kurdistanê de, îmzeya Pêngava 15’ê Tebaxê û berxwedana gerîlayan heye. Kurdan li ser vê bingehê bîra azadiyê, her cure rêxistinkirin, yekîtiya neteweyî, îrade, rûmet û şeref bi dest xistin.

Gelê Kurd salvegera 39’emîn a Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an ya ku têkoşîna azadiyê daye destpêkirin, pîroz dikin. Bi pêşengiya ciwan û jinan li her qadê pîrozbahiyên bi coş hene. 15’ê Tebaxê 39 sal in ji aliyê Kurdan ve weke “Roja Vejîna Neteweyî” tê pîrozkirin. Helbet 15ê Tebaxê dibe “Roja Gerîla” an jî “Cejna Gerîla” jî. Ji ber ku pêngav bi çalakiya du yekîneyên gerîla yên di bin fermandariya Mahsûm Korkmaz û Abdullah Ekîncî de li navçeyên Dihê û Şemzînanê dest pê kir û 39 sal in weke berxwedaneke bênavber a gerîla didome. Berxwedana gerîla pêşengiya têkoşîna azadiya Kurd dike.

Ji ber vê yekê ne tenê gel, di heman demê de gerîla jî salvegera 39’emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz dike û sala çil salî silav dike. Bi boneya  salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê, hefteyek e li her qadên ku gerîla lê hene, bi taybet li Zap û Metînayê çalakiyên bi bandor ên gerîla tên lidarxistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di navbera 9 û 10’ê Tebaxê de tenê di nava 24 saetan de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya Zapê, gerîlayan 44 çalakî kirine û di van çalakiyan de 31 leşkerên dagirker hatine kuştin. Helbet birîndar jî hene. Di rastiyê de her çend bi guhertineke biçûk be jî Wezareta Şer a Tirkiyeyê jî ev encam qebûl kir. Helbet çalakiyên gerîla tenê bi vê re sînordar nînin. Him li Girê Cûdî him jî li qadên din, çalakiyên gerîla yên li ser bingeha derbeyên giran li faşîzma AKP-MHP’ê dixin, didomin.

Bêguman Pêngava Gerîla ya Şoreşger a 15’ê Tebaxa 1984’an ji bo gelê Kurd pir û pir girîng e. 39 sal in di hemû destkeftiyên di bin navê azadiya Kurdistanê de, îmzeya Pêngava 15’ê Tebaxê û berxwedana gerîlayan heye. Kurdan li ser vê bingehê bîra azadiyê, her cure rêxistinkirin, yekîtiya neteweyî, îrade, rûmet û şeref bi dest xistin. Li ser vê bingehê bûn civaka Kurd a demokratîk û neteweya demokratîk a Kurdistanê. Bi vî rengî rastiya Rêber Apo ya ku pêşengiya hemû bindestan dike, afirandin. Bi saya vê têkoşîna dîrokî ya 39 salan, Kurdistana ku bi kurtasî weke keleha paşverûriyên Rojhilata Navîn û cîhanê tê pênasekirin, kirin keleha berxwedan û azadiyê ku di serî de jin îlhamê didin hemû mirovahiya bindest.

Helbet mirov dikare bibêje ku Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an ji bo Kurdan gelekî girîngtir bû. Çiqasî ev bîr were têgihiştin û li ser Pêngava 15’ê Tebaxê were sekinandin, di cih de ye. Lê Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an ku ji bo azadiya gelê Kurd gelekî girîng e, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî bi heman rengî girîng e. Bi saya têkoşîna azadiya Kurd a li ser bingeha Pêngava 15’ê Tebaxê rejîma faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê hatiye pûçkirin. Dema ku têkoşîna azadiya Kurd a bi pêşengiya gerîla Kurdistan azad kir, Tirkiye jî demokratîk kir. Dema ku li Kurdistanê netewe-dewleta demokratîk da destpêkirin, li hemberî netewe-dewleta TC’yê jî, netewebûna demokratîk a Tirkiyeyê jî wekî alternatîf da destpêkirin.

Herçiqas rastiyeke wisa hebe jî ev rastî di nav civaka Tirkiyeyê de nehatiye bicihkirin, sermesele li Tirkiyeyê jî nebûye ‘Cejna Demokrasiyê’. Di avabûna PKK’ê de  û di amadekirina Pêngava 15’ê Tebaxê de Hakî Karer û Kemal Pîr ên ku şoreşgerên ji Behra Reş in, di asta pêşengtiyê de tevlêbûna wan heye. Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an ku li dijî darbeya faşîst û leşkerî ya 12’ê Adara 1971’an pêk hat, ji berxwedana gerîla ya li dijî darbeya 12’ê Adara 1971’an jî tecrubeyên girîng stendiye.

Li gel vê rastiyê sedemên rewşa heyî çi ne û berpirsyar kî ne? Bêguman ne rast e ku meriv li ser berpirsiyariya yekalî raweste. Di vî warî de hin kêmasiyên Tevgera Azadiya Kurd hene, mirov dikare bibêje. Divê bêtir li ser vê meseleyê bisekinana ku têkoşîna li Kurdistanê bibin Tirkiyeyê û di nav gelên Tirkiyeyê de belav bikirina û divê di vî warî de bi ser jî biketina. Di vî warî de mirov dikare bibêje ku kêmasiyek girîng heye. Lê sedema vê rewşê ne kêmasiya Kurdan e. Gelekî zelal e ku ev rewş ji ber tevgera şoreşger û demokratîk a Tirkiyeyê pêk hatiye. Divê wan vî şerê li Kurdistanê fêm bikirina, pirsgirêkên ku vî tiştî li Tirkiyeyê kirine bidîtina, qebûl bikirina ji ber ku dewleta TC’yê bi çavê dijminan li gelê Kurd dinihêre û bi nêzikatiya qirkirinê nêz dibe. Ji ber qelsî û kêmasiyên helwestên tevgera şoreşger û demokratîk a Tirkiyeyê, ev tişt pêk hatiye. Bi giştî wan tişta bi navê ‘Pirsgirêka Kurdan’ baş fêm nekirine û di warê avakirina çareseriyan de jî qels mane û ji ber vê jî di astên cihê de ketine bin bandorên şovenîzmê.

 Ji bo serketinê tenê xebat û têkoşîn têr nake, di heman demê de divê xebat rast were kirin û têkoşîn jî rast were meşandin. Ji bo serkeftinê nabe ku mirov bi tenê encaman bibîne û bênavber qala wan bike, divê mirov sedemên van encaman jî bibîne û çareseriya van sedeman ji xwe re bike esas. Tevgera şoreşger û demokratîk a Tirkiyeyê di meseleya bi navê 'pirsgirêka Kurd' de ji van aliyan ve di nava xeletî û kêmasiyan de ye. Divê ev xeletî û kêmasî werin dîtin û ev rewş ji holê were rakirin. Derbaskirina netewe-dewleta Tirk, avakirina alternatîfa neteweya demokratîk a Tirkiyeyê û ji bo ku mirov bibe alternatîfa rêveberiya Tirkiyeyê û mûxalefeta rastîn, girêdayî van rewşan e. Ji xeynî wê mirov nikare tişta ku CHP û Kemal Kiliçdaroglû jiyane, wêdetir biçe.

Mînak, hêzên şoreşger û demokratîk ên li Tirkiyeyê, krîza aborî û pirsgirêkên di bin desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê de, xitimandina siyasî, zext û mêtingeriyên li her qadê zêde dibin, qirkirina daristanan û hilweşandina xwezayê, dema ku çavkaniyên Tirkiyeyê tên firotin, îtîbara Tirkiyeyê qels dibe dixin rojevê û hewl didin li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê li ser vî esasî têbikoşin.. Bê guman, ev hemû rast in. Rewşa rastîn ji vêya zêdetir e. Gelek mijarên bingehîn hene ku divê bi awayekî cidî li ser wan were sekinandin û encam ji raya giştî re bên ragihandin. Mînak dewleta Tirk di şerê 39 salan de çiqas pere xerc kiriye? Wê ev pere ji ku, ji kê û çawa stendiye? Di şerê 39 salan de li Tirkiyeyê çend mirî û birîndar hene? Siberoja ciwanên Tirkiyeyê li ku û çawa derbas bûye? Dewlemendiyên Tirkiyê yên binerd û sererd ji bo piştgiriya ekonomîk û siyasî yên şerê li ser Kurdistanê çiqasî hatine bazarkirin? Mirov dikare pirsên wisa zêdetir bike.

Bêguman tişta ku em li vir disekinin ne pêşkêşkirina bîlançoyên bi vî rengî ye, berovajî vê yekê, em dixwazin diyar bikin ev çima tên kirin. Yanî sedemên sereke yên kiryarên faşîzma AKP-MHP’ê çi ne. Ji ber ku kêmasiya sereke li vir tê jiyîn û ev pirs hema bêje qet nayên pirsîn. Lêbelê, bêyî dîtin û rakirina sedeman ne gengaz e ku encam werin rastkirin û guherandin. Îcar sedema rastî ya van hemûyan çi ye? Pir eşkere ye ku karibin rejîma Îmraliyê ya 25 salan a tecrîd, êşkence û qirkirinê û şerê 39 salan bênavber li dijî Kurdan hinekî din jî bidomînin. Rejîma Îmraliyê û şerê li Kurdistanê bingeha hemû tiştên li Tirkiyeyê diqewimin e. Ev herdu jî, ango rejima Îmraliyê û şerê li Kurdistanê, ji ber feraset û siyaseta qirker a ku sed sal in li dijî Kurdan tê meşandin, ev tişt pêk tê.

Ji ber vê yekê ji bo pêşxistina netewa demokratîk a Tirkiyeyê, pêwîst e azadiya Kurdan weke pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê were nirxandin. Ji bo dîtina “hebûn û çaresernebûna pirsgirêka Kurd” di bingeha hemû krîzên li Tirkiyeyê de û ji bo bibe hêza çareseriyê, divê ji çareseriya pirsgirêka Kurd were destpêkirin. Di vê çarçoveyê de divê pîvana bingehîn a demokratbûna Tirkiyeyê ev be ku mirov li dijî pergala tecrîd û qirkirinê ya li Îmraliyê be, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bixwaze û li dijî şerê qirêj ê taybet be ku faşîzma AKP û MHP’ê li dijî gelê Kurd dimeşîne. Bi vî awayî mirov dikare ji xeletbûnê xwe bigihîne rastî û şênberiyê, gel bi vî awayî rast perwerde û rêxistin bike, neteweya demokratîk geş bike.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka