Hiqûqa Komara Tirkiyeyê û gelê Kurd
Daxuyaniya Wezîrê Edaletê ya Komara Tirk Yilmaz Tunç, ku ji bo daxuyaniya vîdeoyê gotibû “qanûn ne guncav e” rûyê AKP’ê yê bi fêl a li hember pêvajoyê bi awayekî eşkere danî holê.
Daxuyaniya Wezîrê Edaletê ya Komara Tirk Yilmaz Tunç, ku ji bo daxuyaniya vîdeoyê gotibû “qanûn ne guncav e” rûyê AKP’ê yê bi fêl a li hember pêvajoyê bi awayekî eşkere danî holê.
Gotin di cih de be, diyar e desthilatdariya AKP’ê, bi awayekî zanabûn pêvajoyê giran birêve dibe. Ji bo pêşî li pêvajoya veguherîna demokratîk a bi banga Rêber Apo re hatiye destpêkirin bigire, an jî armanca wê berovajî bike û qels bike, her tiştî dike. Di vê çarçoveyê de serî li her cure êrîş û provokasyonan dide. Wisa tê fêmkirin ku, pêşketinên heyî ne ligorî dilê wî ne. PKK, Kurd û hêzên demokratîk, ji texmîna AKP’ê bêhtir xwedî li guhertina demokratîk derketin. Hevdîtinên bi Rêber Apo re û di vê çarçoveyê de peyamên hatine dayîn, kelecan û piştgiriyek mezin ava kir. Ji bo vê jî desthilatdariya AKP’ê hewl dide vê rastiyê qels bike.
AKP’ê ji bo vê pêvajoyê provoke bike, pêşî Bendava Tişrînê êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwartir kir. Dema dît ev yek têr nekir, îcar ji bo sebotekirina pêvajoyê bi rêbazên şerê psîkolojîk re zimanê jehrî bikar anî. Dît ev jî têr nekir vê carê qeyûm tayînê şaredariyan kir. Dilê wî bi vê yekê jî rehet nebû û li dijî HDK’ê dest bi êrîşa qirkirina siyasî kir. Em bala xwe bidinê, di pêvajoyek ku herêmên Rojava û Başûr ên Kurdistanê tên dagirkirin de, di demeke ku hevşaredarên hatine hilbijartin ji kar tên avêtin û qeyûm tayînê cihê wan tê kirin û ji bo felçkirina xebitandina HDK’ê êrîş tên kirin de, gelo pêkane ku Tirkiye demokratîk bibe? Operasyona li dijî HDK’ê dişibihe operasyona sala 2009’an a li dijî KCK’ê. Hewl dide pêşî li siyaseta demokratîk bigire ku xwe negihîne girseyan û li gelemperiya Tirkiyeyê belav nebe.
Niha wekî ku ev hewldan ji bo pêşî li banga veguherîna demokratîk a Rêber Apo bigire têr nekiribe, vê carê jî Wezîrê Edaletê yê Komara Tirk Yilmaz Tunç ji bo daxuyaniya bi vîdeoyê ya Rêber Apo dibêje 'qanûn ne guncav e'. Bi kurtî dibêje hiqûqa Tirkiyeyê ji bo vê ne guncav e. Ji bo vê yekê jî tê gotin ku wê daxuyanî ‘bi awayekî nivîskî be.’ Eşkere ye, dixwazin tiştên di dema bihurî de hatine kirin dubare bikin û rêbazên tên meşandin bi rengekî xapandinê bidomînin.
Lê belê piştre Berdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan dibêje, "Nêrîna ku qanûn ne guncav e ne rast e, di mewzûata qanûnî ya heyî de jî rê dide ku Rêber Apo bi vîdeoyekê daxuyanî bide.” Yanî di vê mijarê de jî rewş tevlîhev e. 27 sal in li Îmraliyê hiqûq nehatiye bi cih anîn û dixwazin vê yekê bidomînin. Mînak em bêjin mewzûata qanûnî ya Komara Tirk a heyî, weke ku Wezîrê Edaletê îdîa dike, ji bo Rêber Apo daxuyaniyeke bi vîdeo bide 'ne guncaw e'. Baş e, di bingeh de ev yek çi diguherîne?
Beriya her tiştî her kes dizane ku rayedarên dewletê yên pêwendîdar bi xwe ragihandine ku wê daxuyaniyeke bi vîdeoyê were dayîn. Niha jî Wezîrê Edaletê dixwaze van daxuyaniyan berovajî bike. Li aliyê din, daxuyaniya nivîskî wê ji tiştên di demên berê de gelek caran hatine kirin wêdetir derbas nebe û tenê wê bibe dubarekirin. Her wiha eşkere ye ku daxuyaniyên bi vî rengî di dema bihurî de encamek bi dest nexistine. Ji ber vê yekê her kes di wê baweriyê de ye ku daxuyaniya ku bi vê rêbazê tê plankirin, mîna daxuyaniyên berê wê bê encam be. Ji ber agahiyên "daxuyaniya bi vîdeo wê bê kirin" bendewariyek di vî alî de di civaka Kurd û raya giştî ya demokratîk de avabûye. Eşkere ye ku daxuyaniyên ne vîdeoyî wê bendewariya Kurdan û raya giştî ya demokratîk bi cih neyîne û dê neyê qebûlkirin.
Wekî din, Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ku yekemcar bi daxuyaniyên xwe rê li ber nîqaşa vê pêvajoyê vekir, ji bo Rêber Apo ne tenê bi vîdeoyekê, gotibû, "Bila were û di koma DEM Partiyê ya li meclîsê de biaxive." Her tişt bi vê bangê re destpê kir. Baş e, dema ku Devlet Bahçelî vê bangê dikir, ma nedizanî ku mewzûata qanûnî ya niha ya Komara Tirkiyeyê ji bo vê ne guncav e? Bêguman dizanîbû û bi zanebûn ev bang kir. Ji ber vê yekê, Devlet Bahçelî ev bang bi pêşbîniya guhertina mewzûata qanûnî ya heyî, kir. Îcar Wezîrê Edaletê li cihê mewzûata qanûnê biguherîne, di rojên dawî ya beriya daxuyanî bên dayîn, dertê û dibêje ‘li gorî qanûnê neguncav e.’ Ev yek bi awayekî eşkere weke gaveke pêşîlêgirtina daxuyaniyê tê dîtin.
Di rastiyê de ti carî hiqûq li Îmarliyê nehatiye bi cih anîn. Bi salan e destûr nayê dayîn ku malbat û parêzer biçin Îmarliyê. Gelo niha pêdiviyên mewzûata qanûnî hat bîra Wezîrê Edaletê? Her wiha tam sed û yek sal in yanî ji sala 1924'an û vir ve cihê Kurdan di hiqûqa Tirk de tine ye. Destûra Bingehîn û qanûnên Tirk ji xwe Kurdan tine dihesibînin û ji holê rakirina wan ferz dikin. Bi vê yekê jî diyar dike ku di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de her kes Tirk e û biryar dide ku divê wisa be. Ji ber vê yekê, ji xwe eşkere ye ku daxuyaniyên Rêber Apo yên ku îradeya Kurdê azad temsîl dike, wê ne li gorî mewzûata qanûnî ya mijara gotinê be. Ji ber vê yekê, eger Rêber Apo wê tiştekî bike, ancax bi guhertina destûra bingehîn û qanûnên heyî re pêkan be. Ji ber vê yekê, yên dixwazin Rêber Apo siyasetê bike, divê mewzûata heyî ya qanûnî biguherînin.
Ji ber ku mewzûata qanûnî ya heyî ev sed û yek sal in Kurdan bi têgehên mîna “heydût, eşqiya, cudakar, xayîn, dijminê gel û welat û hwd.” pênase kiriye û wisa nêz bûye. Li ser vê bingehê Kurdan bidarve kiriye, qetilkiriye, girtîgeh tejî kiriye, her cure êşkence pêkaniye û bi asîmlasyonê re hewl daye bike Tirk. Bi kurtî bi temamî qirkirin pêkaniye. Dema ku van pêkanînan kiriye cardin negotiye ‘Kurd’ bi têgehên çêkirî yên mîna ‘Tirkê Çiyayî’ û hwd. pênase kiriye. Mîna M. Esat Bozkurt gotiye kesê ne Tirk bin, encax kole û xizmetkar bin, her tim wisa hesibandine.
Niha ‘avakirina xwişk û biratiya Kurd û Tirk’ bi vê mewzûta qanûnî û bi şêwayên pêkanînên mîna vê nabe. An wê mewzûta qanûnî ligorî xwişk û biratiyek rast jinûve were sazkirin an jî her tiştê ku li ser esasê mewzûta qanûnî ya heyî bê gotin wê derew û xapandin be. Bi pêkanîna mewzûta qanûnî ya heyî re, bang li Rêber Apo tê kirin ku daxuyanî bide. Ev yek tê wateya were teslîm bibe. Jixwe ev 27 sal in her roj û her kêlî vê yekê dikin û her tim ji Rêber Apo bersiva berxwedanê girtine.
Bi rastî jî mirov li hember gotin û helwesta alîgirên AKP’ê şaşmayî dimîne. Mînak behsa ‘çareserkirina pirsgirêka PKK’ê’ dikin. Lê bi mewzûta qanûnî ya heyî, hişmendî û siyaseta ku rê li ber vê vekir, dê çawa bikin? Ew ê PKK’ê ku ewqas mezin e çawa bixin nava mewzûta qanûnî ya teng? PKK’ê tê wateya li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst alternatîfa sîstemek din a cîhanê ye. PKK’ê tê wateya Rojhilata Navîn a nû ya demokratîk. PKK’ê tê wateya Kurdê azad û Kurdistanek demokratîk. Baş e, eger dewleta Tirk hebûna Kurdan tine bihesibîne û hewl bide Kurdîtiyê tine bike, wê çawa PKK’ê bigire nava xwe? Eşkere ye ku bêyî guhertina mewzûata heyî ya destûra bingehîn û qanûnî, banga yekîtî û xwişk-biratiyê li Kurdan kirin, di esasê de tê wateya banga 'ez ê we tine bikim' e.
Di encamê de, daxuyaniya Wezîrê Edaletê ya Komara Tirk Yilmaz Tunç, ku ji bo daxuyaniya vîdeoyê gotibû “qanûn ne guncav e” rûyê AKP’ê yê bi fêl ya li hember pêvajoyê bi awayekî eşkere danî holê. Eger desthilatdariya AKP’ê difikire ku bi van rêbazan Kurdan bixapîne, ew bi xwe xwe dixapîne. Rêber Apo bi her şêwayê dikare daxuyanî bide: ne bawerim ku ev yek bibe pirsgirêk. Lê belê nêzîkatiya desthilatdariya AKP'ê û dewleta Tirk a li hemberî vê yekê li ser bingeha lîstik û hîleyan, wê ji Kurdan bêhtir zerarê bide civaka Tirkiyeyê. Ji ber ku di esasê de ya hildiweşe, dewlet Tirk û civaka wê bi xwe ye. Kurdan heta niha bi têkoşîneke ku berdêlên giran dane her tiştî qezenç kirine û di dema pêş de wê vê têkoşînê hê xurttir bimeşînin. Û bêguman wê ne tenê bi vîdeoyek dengê Rêber Apo bibihîzin û wî bibînin, di heman demê de wê azadiya wî ya fîzîkî jî pêk bînin ku her roj yekser pê re têkliyê deynin.