Girîng e nêzîkatiya Rêber Apo ya li ol û baweriyan baş bê fêhmkirin

Heta ku nêzîkatiya Rêber Apo ya ji ol û baweriyê re neyê fêmkirin, Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn nayê avakirin.

Nêzîkatiya hêzên welatparêz ên demokratîk û tevgerên sosyalîst a Rojhilata Navîn di sedsala 20’an de li hemberî ol, teng bû. Hîna jî gelek tevgeran ev yek derbas nekirine. Tevgerên sosyalîst ji ber vê nêzîkatiyê ketin nava tengasiyên pir cidî. Tevgerên şoreşger li Rojhilata Navîn ev nebesî derbas nekirin û nebûn civakî. Bandoreke girîng a vê nebesiyê heye. Rêber Apo ji roja destpêkê û vir ve, ev nêzîkatiya kêm û şaş ferq kir û ketiye nava lêgerîneke cuda. Rêbertî ev tengasiya tevgerên çep a di pêvajoya têkoşînê de hîn baştir dît û analîz kir ku pirsgirêkên civakî û siyasî ji ber bikaranîna ol a ji aliyê desthilatdaran ve ye. Di encamê de bi nirxandinên ku kirine, xet û nêzîkatiyeke nû derxistiye holê. Ev nêzîkatiya Rêbertî, ji bo pirsgirêkeke pir girîng a tevgera sosyalîst bûye çareserî. Rêbertiya me nêzîkatiya teng a tevgerên çep a li hemberî ol, di dawiya 1980’an di nirxandineke xwe de bi vî rengî rexne kiribû; “Di rastiya ol de, di bin navê komunîzmê de nêzîkatiya înkarê qasî di giştî de bi taybetî bandoreke pir xeter li ser gelên Rojhilata Navîn çêkiriye. Em diyar bikin ku ev nêzîkatî bûye sedem ku ji gel razber bibe û bi vî rengî jî paşverûtî têra xwe xurt bibe. Heta mirov dikare bibêje ku di rastiya ol de nêzîkatiya înkarê, di wateya pêkanîna hişk a materyalîzma diyalektîk de ye û yek ji sedemên herî girîng a pêşneketina şoreşên Rojhilata Navîn e.”

Eger mirov bipirse ku cudahiya teorîk û bîrdozî ya Rêber Apo ji rêberên din ên sosyalîst di kîjan mijaran de derketiye holê û di kîjan nuqteyan de bandor li ser sosyalîzma demokratîk kiriye, bersiva yekem a ji vê re bê dayîn jineolojî û zanista azadiya jinê, bersiva duyem jî ji bo çareseriya civaka exlaqî û polîtîk nêzîkatiya li hemberî ol û baweriyê ye.

Weke ku tê zanîn di nava çepa Rojhilata Navîn de, bi taybetî jî di nava çepa Tirk de yek ji pîvanên şoreşgeriyê ji ol dûrketin e, înkar kirine û biçûkxistina ol e. Niha em hîn baştir dibînin û fêm dikin ku ev asosyaliyek pir cidî ye, ji zanistê dûr e û nêzîkatiyeke apolîtîk e. Sosyalîzm bi îtîbara xwe ya cewherî tê wateya bîrdozî û zanista civakî. Lê belê zanyarên civakê, yanî yên ku ji xwe re sosyalîst dibêjin, qadeke nirxê ya ku di avakirina nasnameya civakî de bi qasî nirxên etnîkî û çînî rol lîstiye, kirine qadeke ji rêzê. Ev yek xusûseke welê ye ku divê mirov li ser bifikire û dersê jê werbigire. Rêber Apo ji salên destpêkê yên jiyana xwe ya têkoşînê û vir ve neketiye vê nexweşiya çepê. Her çendî ku ji nuqteyên perspektîfa materyalîzma dîrokî ya kevneşopiya sosyalîst bandor bibe jî, bi demê re ev yek jî derbas kirin.

Teorî û bîrdoziya Rêber Apo zimanê jiyana civakî ye. Hem jî ya her kêlî û her rojê. Nêrînên teorîk û bîrdozî yên Rêber Apo, ji bo pratîka jiyanê kilavuz e. Sedemê vê yê herî girîng jî dahûrandina mirovan e. Naskirin û fêmkirina mirovan û pêşniyarkirina rê û rêbazên ku ji pirsgirêkên mirovan re bibe çareserî ye. Hingî ku Rêberê Gelan mirovan çareser dike, xeta zanista civakê jî şêwe girt ku li gorî berê cuda û xweser e. Ev paradîgmaya ku navê paradîgmaya netewa demokratîk lê kiriye, di roja me de yekane tez, tespît û perspektîf e ku ji pirsgirêkên civakê re çareseriyê dihilberîne.

Weke ku tê zanîn rêbaza Rêbertiya me ya çareserkirina kesayetê, ji bo pêşxistina hest û zanista mirov û ji bo avakirina kesayeteke azad û bi îrade rêbazeke diyalektîkê ya ku xwedî encamên bê hempa ye. Rêber Apo bi gotina “Ez li Îmraliyê rojê xwe 40 caran xirab dikim û ji nû ve ava dikim” anî ziman ku bi vê rêbazê dijî. Ev taybetmendiyeke pêşengitiyê ya Rêber Apo ye. Mîna ku di realîteya Kurd û kesayeta jinê de hatiye îspatkirin, ev yek di roja me de jî rêbaza avakirina mirov e ku ji her derdê re bibe derman. Mirovên di roja me de di nava xwexapandineke mezin de ne; ji ber ku mirovên roja me xwe weke hebûneke bê hempa, xwe temam kirine, bê kêmasî ne, bê pirsgirêk in û her tiştê dizanin, dibînin. Ji ber vê nexweşiyê hema bibêje her kes mirovê li hemberî xwe tune dihesibîne. Em di demek wisa derexlaqî de derbas dibin ku her kes xwe bêhempa dihesibîne û di heman demê de ji aliyê kesek cuda ve jî tune tê hesibandin. Di serdemeke bi vî rengî de ji bo ku kes li dijî nefsê xwe şer bike û her roj xwe ji nû ve ava bike, pêdivî bi zanista civak û dîrokeke kûr heye. Dema ku mirov xwe ava dike malzemeya di destê wî/ê de dîrok û civak e; sedemê ku em bal dikîşînin ser vê dîrok û civakê ew e ku Rêber Apo mîna rêber, fîlozof û zanyarên din nêzîkatiyê li hemberî ol raber nake. Ji ber ku dema kesayeteke desthilatdar tê hilweşandin û li şûna wê kesayeta netewa demokratîk tê avakirin, kesekî ku agahiya wî/ê ji tiştên diqewime nîne nikare nêzîkatiya şoreşgerî ya Rêber Apo ya ji ol re fêm bike; nikare bi ferasetên olî çanda demokratîk a dîrok û civakê bibîne û bi teslîmkirina heqê xwe nirx nade.

Rêber Apo di nirxandineke xwe ya beriya 1990’an de ev tişt diyar kiribû: “Ol qasî mirovahiyê kevne. Parçeyek e ku ji avabûna mirov qut nîne. Avabûna mirov avabûneke olî ye. Ti civak nîne ku ol nas nake. Di jiyana hemûyan de ol heye. … Divê di avakirina mirov de ol weke hêmanek e ku dest jê nayê berdan were nirxandin.” Mirov dikare ji vê nirxandina Rêber Apo fêm bike ku Rêbertî di gelek qadan de xwedî nêrîneke zanista civakî û feraseta sosyalîst e ku ev nêrînên xwe bi navê Paradîgmaya Civakê ya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê pêşkêşî mirovahiyê kiriye.

Nêrînên Rêber Apo yên derbarê ol û baweriyê de, di pêvajoyên destpêkê de baş nehatine fêmkirin. Di nava refên PKK’ê de jî gelek kes hebûn ku bi gotina ‘nêzîkatiyeke polîtîk e’ ev nêrîn ji rêzê nirxandin. Hinekan jî ev analîz û tespît bi gotina “Kurd oldar in, li cem Kurdan ol gelek bandor e, Ocalan van tiştan dibêje da ku nehêle dewleta Tirk bi rêya ol Kurdan bixapîne” derbas kirin. Divê mirov diyar bike ku nêrînên Rêber Apo yên derbarê sê mijaran, ji aliyê hin Kurd û Tirkan ve weke ku bi nakok e nirxandine. Ya yekem nirxandinên wî yên derbarê netew û Kurdan, ya duyem nêrînên wî yên derbarê jinan û ya sêyem jî nirxandinên wî yên derbarê ol û baweriyê de ne. Weke ku tê zanîn hin netewperest û çepên Kurd bi gotina ‘PKK ji Kurdan zêdetir ji bo Tirk û Ereban têdikoşe’ rexne dikin û sûcdar dikin. Netewperestên Tirk û hinek çepgirên Kurd jî ji bo PKK’ê dibêjin netewperest, heta sûcdariya nîjadperestên Kurd lê dike. Yên ku xeta jinê ya Rêbertî û nêzîkatiya wî ya li hemberî jinê mîna nêzîkatiyeke polîtîk nirxandin û îftîra avêtin Rêbertî, gelek bûn. Di nava jinan de jî yên ku şaş fêm dikin û şaş nêz dibin, derketin. Di qada ol û baweriyê de jî nêzîkatiyeke heman heye. Ji hinek kesên ku xwe weke zanyar, sosyalîst, laîk û sekuler pênase dikin, ji PKK’ê re dibêjin “rêxistineke oldar”. Yên ku xwe weke oldar pênase dikin jî, ji PKK’ê re dibêjin “ji dervey ol e”. Divê were fêmkirin ku çima xeta Rêbertî têkildarî van mijaran bi nêrînên dijberî hev tê nirxandin. Hin şablon hene ku di mejiyê mêrekî kevneşopîparêz û jineke kole de, di serê çepekî dogmatîk ê klasîk û kesekî netewperest û oldar de çêbûne. Li ser zimanê wan jî jiberkirin heye. Evane nikarin ji qalibê ku wan şêwe dayiyê derbikevin. Eger derkevin wê mîna ku guneh kirine, lê bên. Pêşdarizandina kesên xwedî vê ferasetê, tirsa wan a ji şoreşgeran û dijminahiya wan a ji bîrdoziya demokratîk re, ji her cure fikrê xurttir e.

Rêbertiya Konfederalîzma Demokratîk, di parêznameyên xwe de ol hîn berfireh û kûrtir nirxandiye. Dîsa em ji parêznameyên Rêbertî dizanin ku ew çiqas girîngiyê dide nasandina mirov û civakê. Rêbertî bi daneyên zanistî tespîtên kûr kiriye ku mirov hebûneke metafîzîk e. Yên ku bi fikra olî li jiyanê dinêrin, taybetmendiyên exlaqî yên civakî hîn baştir dîtine û tevger kirine. Bi vî rengî xwe spartine exlaq. Tevgera wan a bi vê zanebûnê, bûye sedem ku di civakê de ol û exlaq mîna hev bibînin.

Rêber Apo ol weke nirxekî girîng ê avakirina civaka demokratîk dibîne. Bi vê nêzîkatiya xwe, ya yekem ol ji “fikrên zanistî” yên ku cih û girîngiya ol a di nava civakê de înkar dike, cuda dinirxîne û ya duyem jî çanda ol û baweriyê ji mêtingerên olperest rizgar dike.

Êzidîtî, Elewîtiya Rêya Heq û Yarsan-Kakaîtî di dîroka gelê Kurd de xwedî cih û nirxên girîng e, lewma jî Rêber Apo van baweriyan girîng dibîne. Dixwaze li ser nirxên kok ên vê bawerî û çandê xwe li gorî krîterên demokratîk a serdemê, ji nû ve ava bike. Pêşniyar dike ku gelê Kurd îbadet û îdadetxaneyan weke navendên perwerdeya zanista civakê jî binirxînin.

Ji ber pirsgirêkên çînî û zayendî yên ku çavkaniya xwe hem ji ber piraniya nifûsê hem jî ji oldariya Îslamê ya desthilatdar digire, Îslam hîn zêdetir piralî nirxandiye. Rexne û pêşniyarên wî yên çareseriyê jî, hîn kûrtir in. Rêber Apo şîroveya xwe û pêşniyara xwe ya çareseriyê ya li hemberî oldariya desthilatdariyê weke ‘Îslama Demokratîk, Îslama Çandî’ pênase kiriye, carnan weke ‘Îslama Medîneyê, Îslama Ehlîbeyt’ jî pênase kiriye. Bi analîz û nirxandinên xwe yên di bin van sernavan de, şîroveyeke felsefî ya nû pêş xistiye. Dema ku em li naveroka van ferasetan binêrin, cudahiya di navbera nêrîna paradîgmaya Rêbertî ya li ser ol û nêrîna desthilatdariyê de pir eşkere tê dîtin. Mînak dema dibêje Îslama çandî, qala îslamtiya ku Îslama desthilatdar li ser civakê ferz kiriye dike, dema dibêje Îslama ehlîbeyt qala Îslamtiya desthilatdariya Îranê dike. Mîna Stalîn yan jî Kastor ku her tiştê ku ji sosyalîzmê fêm dikirin, nediecibandin.

Nirxandinên Rêbertî yên li ser ol û baweriyê beriya her tiştî xwe dispêre felsefeya civaka azad û demokratîk. Ol berê di rêwîtiya heqîqetê ya mirov de xwedî rola muşrît bû û îro jî weke yek ji rêbazên fikrî yên tevkariyê li rêwîtiya heqîqetê bike, qebûl kiriye. Ola ku serwer jê bawer dikin û ola ku gel an jî civaka demokratîk jê bawer dike ji hev cihê kir û hem têkiliya exlaqî ya baweriyê hem jî rêya rizgarkirina nirxên olî ji sextekaran nîşan da. Bi vî rengî têkiliya ol û civakê li gorî pîvanên ilmê sosyalîzmê yanî zanista civakî danî, hêzên çep û sosyalîst ji xitimandineke mezin rizgar kir û sosyalîzma demokratîk xurt kir.

Nêzîkatiya bawerî û olê ya Rêbertî li ser têkoşînên polîtîk û pêşketina wan xwedî bandoreke çareseriyê ye. Her wiha xwedî wê hêzê ye ku di her kêliyê de civakê demokratîk dike, faşîzma ku xwe ji olperestiyê xwedî dike asteng dike, faşîzmê têk dibe. Ji bo ev taybetmendî bê fêhmkirin divê mirov bi taybetî bala xwe bidin ser faşîzma senteya Tirk Îslamê û têkoşîna PKK'ê ya li hemberî cîhadîstên selefî yên mîna DAÎŞ'ê ku faşîstên olperest ên Tirk tifaq pê re kirin. Yanî Rêberê me di mijara ol û baweriyan de ne tenê xwedî analîzên îdeolojîk û teorîk e. Di heman demê de aliyên xwe yên taktîka têkoşînê ya li dijî êrîşên faşîst ên olperest jî hene.

Her kes pê zane ku weke PKK û KCK nêzî bîst sal in em li hemberî olperestiya faşîst a bi navê senteza Tirk Îslamê û zêdeyî deh sal in jî li hemberî hevalbendên wê cîhadîstên selefî têdikoşin. Senteza Tirk Îslamê şîroveya komkujî, kujer û herî derewîn a Îslama desthilatdar e. Me sextekariya vê şîroveyê, rastiya wê ya ku olê dike amûrek ji belavbûna emperyalîst, herî dawî di şerê Hamas-Îsraîlê de di serî de di kesayetiya Erdogan de di nava neteweperestên olperest ên kadroyên şerê taybet ên Tirk de dît. Neteweperest û olperestên Tirk mikur hatin ku ew ji Îslama 'hamaset ji Fîlîstîn û Hamasê re, sotemenî ji artêşa Îsraîlê re' bawer dikin. Olperestiya senteza Tirk Îslamê olperestiya berjewendiyan e. Ji xwe li gorî Tirkperestan ol eger bi xwe re dagirkerî û xenîmetê tîne hingî ol e. Hin Kurd jî hene ku vê olperestiyê bi kar tînin. Olperestên Kurd bi qasî olperestên Tirk xetere ne. Tirk hînî dewlet û rêvebirinê bûne, olperestên Kurd jî hîn bûne ku bibin leşkerên wan. Mînak, Erdogan ji ber ku dewletê bi rê ve dibe bersivê dide lojîstîka artêşa Îsraîlê û pere qezenç dike, Hudapar jî Kurdan li Amedê kom dike û ji bo 'Hamasê' dirûşman bi wan dide avêtin; Kurdan dide ber girî û pereyan jê kom dike. Feraseteke bi heman rengî ya olî bi PDK a Barzaniyan re jî heye. Têkoşîn û sekna gelê Kurd a li dijî senteza Tirk Îslamê, dewleta Erdogan-Bahçelî tevizandiye û xistiye nava krîzeke kûr a aborî û siyasî. Heman sekn û baweriyê faşîzma DAÎŞ'ê jî ji aliyê leşkerî ve têk biriye. Di afirandina vê destketiyê de nêzîkatiya Rêbertî ya li ol û baweriyêi bicihanîna vê nêzîkatiyê di polîtîkayên rojane de xwedî roleke mezin e. Têkoşîna gelên Ereb û Kurd a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê û li hemberî dewleta Tirk a Erdogan-Bahçelî, encameke din a vê nêzîkatiyê ye.

Ereb, Kurd û Fars ji aliyê nifûsê ve gelên herî qelebalix ên herêma me ne. Her wiha di nava çend sed salên dawî de Tirk jî li vê herêmê bi cih bûne. Piraniya van gelan Misilman in. Bi modernîteya kapîtalîst re neteweperestî bû yek ji nexweşiyên li herêma me. Şerê Hamas Îsraîlê jî dawiya dawî şerekî ji ber neteweperestî, oleperestî û siyaseta vê yekê ye. Weke ku tê zanîn li dewletên bi nasnameya Misilman, neteweperestî xwe ji olperestiyê, olperestî jî xwe ji neteweperestiyê xwedî dikin. Mînaka herî berbiçav a vê yekê jî DAÎŞ û senteza Tirk Îslamê ye. Her wiha di gelek mijaran de Şîatiya Îranê jî xwedî karaktereke bi vî rengî ye. Di nava van pirsgirêkên rojane hemûyan de nêrîna Îslama demokratîk a Rêber Apo nahêle ku neteweperest olê bi kar bîne û gelên me berde hev. Mînak, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana bi hev re ya gel û baweriyan bi saya vê paradîgmayê ye. Dema ku Îslam ji amûra siyasî ya neteweperestiyê tê rizgarkirin, hingî di nava gelên Misilman, di nava Misilman, Xiristiyan û Yahûdiyan de têkiliya biratiyê xurt dike, hişmendî û çanda jiyana bi hev re ya komên baweriyê xurt dike. Baweriya li ser vê bingehê dibe baweriya kesayetên neteweya demokratîk. Ji xwe neteweya demokratîk ew jiyan e ku her kes bawerî û çanda xwe bi rengekî azad bijîn. Nêzîkatiya Rêber Apo ya li ol û baweriyan hişmendiyeke bi vî rengî ya demokratîk diafirîne. Ev hişmendî di serî de çareseriya zexta li dijî jinê, hemû astengiyên li pêşiya çareseriyên pirsgirêkên civakî ji holê radike.

Herî dawî, tê zanîn ku yek ji qadên ku Rêber Apo rexneyên xurt li kevneşopiyê dike, ol û bawerî ye. Ji ber vê yekê divê em rexneyan û perspektîfên çareseriyê bi baweriya pîvanên bingehîn ên paradîgmaya nû binirxînin; van pîvanan fêhm bikin, bijîn û welatîbûn û kadrobûyîna neteweya demokratîk ji xwe re bikin wezîfe. Di pênasekirina civaka polîtîk û exlaqî de, jinûve pênasekirina pîvanên exlaq, civak-bawerî û wijdanê yên Rêber Apo xwedî cihekî mezin e. Lewma heta ku em nêrînên rêbertî yên li ser ol û baaweriyê bi têrkerî fêhm nekin em ê nikaribin konfederalîzma demokratîk li Rojhilata Navîn ava bikin. Divê em ji bîr nekin ku nêrînên Rêber Apo yên li ser vê mijarê di parêznameya ji pênc bergan a Manîfestoya Civaka Demokratîk de hatiye pêşkêşkirin. Divê em paradîgmaya Rêbertî bi rengekî hevgirtî bixwînin, fêhm bikin û bipejirînin.