Biratiya bi kuştin û înkarê!

Erdogan bi piştgiriya Hamasê, bi dijwariya li Îsraîlê dixwaze sûdê ji krîzê werbigire, rastiyê berevajî bike. Armanca wî ya esasî dewamkirina şerê li dijî Kurdan e, afirandina derfetên komkujiyê ye.

MGK (Lijneya Ewlehiya Netewî) a dewleta Tirk dawiya her mehê dicive û pirsgirêkên ewlehiyê dinirxîne. Piştî civînê daxuyaniyek pir kurt tê dayîn. Û weke zagonek xwidê di ragihandinê de cih digire. Ne kesek nîqaş dike ne jî rexne dike. Bi dehsalane MGK bi biryardarî binê şerê li hemberî Kurdan xet dike. Saziya bingehîn a biryarê ye ku dijminahiya Kurdan dike. Lê tu carî peyva Kurd bi kar nayîne. Diyar dikin ku dê çiqas bi awayek biryardarî “dijî terorê û parçebûnê” tê bikoşin.

Yên ku dewleta Tirk rêve dibin teqez naxwazin têgeha Kurd bikar bînin. Naxwazin Kurdbûn were bîra mirov û di aqilê mirovan re derbas bibe. Ji ber ku armanca wan a bingehîn qirkirina Kurdan e. Armanca wan a bingehîn ew e ku Kurdan neyî bihesibînin û wisa nêz bibin. Ji ber wê dema parlementerekî Kurd di parlementoya Tirk de bi Kurdî diaxive jî, weke zimanek nayê zanîn tê tomarkirin. Di belgeyên fermî de pevyên Kurd û Kurdî derbas nabin. Ji ber ku pergala çêkirine li ser înkarkirina Kurdan e û di dîrokê de tunekirin e.    Kurdan li ber xwe da û bendên înkarê şikandin. Lê di helwesta wan de tiştek nehat guhertin. Hevkarê hikumetê, yê ku rê dide pêşiya şer û hikumetan Baxçelî ma qet têgeha Kurd bikar tîne? Teqez bi kar nayîne. Dema bikar tîne jî teqez di aliyê xirab de, li ser bingehê êrişkirina HDP û partiyên din bikar tîne. Dema Erdogan jî dikeve tengasiyê dibêje “Birayê min ê Kurd.” Êdî biratiyek çawa ye ku bi kuştina ciwanên birayê xwe serbilind e. Ma mirov ziman û vîna birayê xwe qedexe dike, neyî dihesibîne? Kurd di sedsala 21’an de ji mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê jî bê par in. Hilbijartinên Kurdan ên li gorî zagonên Tirkan tên kirin û qezençkirin jî neyî tên hesibandin. Parlementer û serokên şaredariyên Kurdan weke “parçeker û endamê veşartî yê terorê” dixin girtîgehê û ceza dikin. Dewlet tevahî şaredariyên Kurdan desteser dike.

Derewa, li hemberî Kurdan cudakarî nayê kirin, li Tirkiyê her kes wekhev e, êdî eşkere bûye. Dîn û aqil jî, leşker û sivîl jî heman neqeretê dubare dikin. Halbûkî ev derew rastiyên di makezagonê de naguhere. Ne xwedî hêza guherînê ye. Di makezagonê de dibêje her kesê welatiyê Tirkiyê ye Tirk e. Li gorî ku Kurd jî hemwelatî ne ew jî Tirk in. Ev bi dehsalane hikmên vê makezagonê li cihê xwe ne. Ma Erdogan an jî hinekên din gotine ku em vê madeyê biguherin, înkar bi zagona biratiyê re li hev nake? Ma kesî daxuyaniyek wiha ji Erdogan bihîstiye? Na. Wê demê gotinên biratiyê ji derewekî wêdetir ne tiştek din e.   Li Tirkiyê yek vebijêrka biratiya bi Tirkan re û wekheviyê heye. Ew jî Tirkbûn e. Dema Kurdan Tirkbûn pejirandin wê demê dikarin bibin bira. Lê dema dibin Kurd, tenê dikarin bibin “parçeker, terorîst û dijmin.” Ji ber wê her civîna MGK’ê dibêje “Di hindir û derve de têkoşîna li jî xebatên parçeker û terorîst.”

Erdogan Efrîn dagir kir. Bêguman ev bê erêkirin û piştgiriya hêzên navnetewî nedibû. Di serî de jî Rûsya bi Erdogan re li hev kir û qada hewayî ya herêmê ji Tirkiyê re vekir. DYE û Ewropayê jî ev êriş temaşe kirin. Hat erêkirin. Piştî dagirkeriyê Efrînê rastî tunekirina nîjadî hatin. Mal û milkên wan hatin talankirin, ji destê wan hatin derxistin. Tu sûd û xirabî nema neanîn serê wan. Rûsyayê çi kir? Tiştek nekir. Piştî wê Trump jî bi Erdogan re li hev kir û herêmên weke Serêkaniyê ji dagirkeriyê re vekir. Kurd ji wir jî hatin derxistin. Malê Kurdan desteser kirin, çete û malbatên wan ên ji derve anîbûn li şûna wan bicih kirin. Bi vê re bergiriya careke din Kurd venegerin warê xwe kirin. Ev plan bi awayekî vekirî qirkirin e.

Erdogan beşdarî lûtkeya Ereb û welatên Îslamî dibe. Dev diavêje Israîlê! Dewleta Iraqê û Sûriyê jî endamên Yekîtiya Ereban in. Li herdu welatan jî dagirkeriya Tirk heye. Dagirkerî her ku diçe belavtir dibe. Dewleta Tirk êrişên xwe nerawestandiye. Di vê rewşê de pêwîst bû welatên Ereban li hemberî Erdogan helwest nîşan bidabûna û Erdogan nedana axaftin. Lê ka ew sekn li ku ye! Di ser de jî Erdogan bi karbidestên Iraq û Sûriyê re hevdîtin çêkir, ji bo êrişên nû yên li dijî Kurdan piştgiriyê dixwaze. Weke Yavûzê diz, welatên ku dagir kiriye dixe bin zextê da ku li dijî Kurdan alîkariya wî bikin.

Erdogan bi serbilindahî dibêje ku wan ji 2015’an ve 30 hezar Kurd kuştine. Dibêje min ji hikumetên din zêdetir Kurd kuştine. Kurdan û ciwanên wan dikuje û girêdana biratiyê ava dike! Ma kesê ku dixwaze bibe birê Kurdan û bi wan re bijî, biratiyê esas digire ma bi hezaran Kurdan dikuje? Gelo kuştin an jî lihevkirin û aştî li gorî biratiyê ye? Heta ku li Tirkiyê tevgerek muxalîf û demokratîk a van pirsan bike û bide nîqaşkirin nebe, dê xwînê birijînin, milyar dolaran bidin balefiran û bombeyan.   Erdogan piştgiriya Hemasê dike, dijberiya Israîlê dike, hewl dide bi vê ji aloziyê sûd werbigire û tevlîheviyan çêbike. Derdê wî yê esasî ew e ku şerê li dijî Kurdan bidomîne û atmosfera komkujiyan çêbike. Heman demê de li ser xwîna Filistîniyan dilîze, propogandayan dike û wan ji bo hilbijartinê bikar tîne!

ÇAVKANÎ: ROJNAMEYA RONAHÎ