Bendava berxwedanê
Ew çi berxwedan û vîneke bi heybet e ku her roj her kêlî, bi mirinê re rû bi rû tên, lê dîsa jî dibêjin: Em ji mirinê mezintir in? Ew Bendava berxwedanê yê!..
Ew çi berxwedan û vîneke bi heybet e ku her roj her kêlî, bi mirinê re rû bi rû tên, lê dîsa jî dibêjin: Em ji mirinê mezintir in? Ew Bendava berxwedanê yê!..
Di her serdemê de bûyerên mohra xwe li dîrokê didin hene. Di şoreşa Rojava de gelek berxwedanî û qehremaniyên mezin çêbûn û bûne pênaseya wê berxwedaniyê.
Ji berxwedana Helebê ya 2012’an ku dayika Gulê Selmo ya bedana xwe kir mertal ji zarokên xwe yên şoreşger re, Kobaniya nema tenê bajareke ji çend eşîran pêk tê û bi berxwedana şervanên xwe û xofeke mezin kir nav DAIŞ’iyên ditirsiyan ji hêla şervanên jin bên kuştin.
Efrîna bû qibleha berxwedanê û her çar aliyên welat û cîhanê mirovan berê xwe danê.
Îro jî li bendavê Tişrînê berxwedana gelê şoreşger mohra xwe li dîrokê dide û gihiştiye lûtkeyê. Berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şervanên xwe re di ti dîrokan de nehatiye dîtin.
Îro gelê Rojava xwe kirine mertalên zindî ji bo şervanên xwe. Welatî kanton bi kanton berê xwe didin bendavê û li wir nobeta ax û ava digirin, bi coşeke mezin şervanên QSD’ê silav dikin.
Ji meha Kanûna 2024’an ve li bendavê şerekî giran heye, lê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şervanên xwe bi tenê nehiştin. Her carê bi sedan mirov ji ciwan heya kal û pîran berê xwe didin bendavê.
28’ê Çileyê ji bajarê Hesekê bi moralekî mezin, bi tilîliyên dayikan û dîlanan me jî berê xwe da bendava Tişrînê. Di rê de em rastî gelek cih û wesayîtên dewleta Tirk a dagirker bombe kiribûn hatin. Dema em gihiştin bendavê dewleta Tirk careke din êrîş kir.
Her du sê rojan welatî bi awayekî dorveger ji bo nobetê bigirin tên bendavê û dibejin, “Rojbaş OSD û YPJ!” Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma, “Berxwedan jiyan e, bijî berxwedana QSD’ê” li hember bomberanana bertekên xwe nîşan didan. Tevî şehîd û birîndar çêdibûn jî gel paşde gav neavêt û navêje.
Tiştê li bendavê bala me kişand ew bû ku gaziyên şer jî beşdarî nobeta berxwedanê dibin û bi moralekî mezin cihê xwe yê di nav gel de digirin. Gaziyên şer li Tişrinê bang dikin û dibêjin ku ew amade ne beşdarî şer bibin û ji bo parastina welatê xwe çi ji wan bê wê bikin.
Ew çi berxwedaneke mezin e zilam û hevjîna ciwan zaroka xwe ya çend mehî bihêlin, berê xwe bidin bendavê û di encama bombebaranê de şehîd dibin?!..
Ew çi berxwedan e ku dema bombebaran çêdibe, bi ser di biçin û bi mirinê re dîlanê digirin?!..
Ew çi berxwedan û vîneke bi heybet e ku her roj her kêlî, bi mirinê re rû bi rû tên, lê dîsa jî dibêjin: Em ji mirinê mezintir in? Ew Bendava berxwedanê yê!..