Li Çiyayê Şengalê her qêrîneke bêdawî tê ji dûr ve. 3’yê Tebaxa sala 2014’an, di germahiya çileya havînê de. Ew çi bû? Hemû cîhan ma matmayî. Beramberê hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê jin, zarok, kal ji bo nekevin destên hovan heta henaseya xwe ya dawî li ber xwe dan. Keçên bedew ku ji bo nekevin destên çeteyên hov, xwe ji zinaran avêtin, mîna Besêyan. Ev ne Zarîfe û Besê bûn ku ji bo nekevin destên leşkerên Tirk xwe avêtin qiraxê Çemê Mûnzûrê. Kesekî/ê qêrîna wan nebihîst. Dîrok dubare nabe lê dagirkerên dijminên mirovahiyê Osmanî û çetêyên DAÎŞ’ê xwest komkujiyeke dîtir li xaka pîroz a ku bi berxwedan kiriye, bi ol û baweriya xwe civaka xwe parastiye, xwest bi awayekê hovane tune bikin. Gelek keç û xort hatin revandin, dergûşên pitikan man vala. Şengaliyan hîn birînên xwe yê teqîna Sîba Şêx û Til Êzer nepêçabûn. Kal û jin û zarokan dikir hawar, digot ‘ferman li me rabûye’. Ev ne Ermenistan bû, ne Koçgîrî, ne Dersim bû. Ev der, Çiyayên Şengalê bû, fermana 74’an bû.
Destpêkê, saet 2’yê şevê deng hatibû gundê Gir Zerik û Herdan. Çeteyan êrîş kiribû. Xelkê Şengalê nedizanî çi bike, dema dihat gotin ku wê ferman li wan rabibe; pêşmergeyan digot ‘em hene’ lê dema di fermanê de hemû reviyan, xelkê Şengalê rû bi rûyê fermanê hişt û keçên bedew jî revandin. Kal û xortan jî li ber çavên wan kuştin. Gelek kesên bihîst arhabî (DAÎŞ) ketine nava Şengalê, berê xwe didin Çiyayên Şengalê Çilmêran. Ji ber ku dizanî yên wan biparêzin çiyayên bilind in. Wan ev ferman ne cara yekemîn didît. Gelek ferman li Êzidiyan rabûne. Osmaniyan 49, Ereban sê caran, Alayên Hamidiyeyê bi dek û dolabên Osmaniyan 13 caran ferman li Êzidiyan rakiriye. Gelek kes li ser rêyekê hatin girtin û kuştin. Çeteyên DAÎŞ’ê, wek kabûsekê belav bûn li ser xaka pîroz a Êzîdxanê. Yên karî çekê bi kar bînin, heta guleya xwe ya dawîn jî şer kir. Lê vê artêşa hov bi hevkariya dewleta Tirk ku berdewamiya Osmaniyan e tevî çeteyên xwe, ji bo qirkirina Êzidiyan hatibû. Keç û xortên ku revandin birin Til Efer, Zindana Baduş li wê derê girtin keçikên bedew ji bo xwe girtin, dest dirêjê wan kirin. Ji yên xwedî malbat bûn re jî got ‘xwe amade bikin, em ê we bibin gel malbatên we’ lê ev ne rast bû. Hemû jinên Êzidî di testa keçikaniyê re derbas kirine. Yên xama ji xwe re birin û tecawiz kirin, wek cariye girtin li ba xwe. Bi pişt re derbasê Reqayê kirin. Li bajarê Şedadê ku li başûrê Hesekê dikeve, jinên Êzidî dan ber firotinê. Li ser jinên Êzidî buhayên wan nivîsîbûn.
Êzidî bi komkujiyan rû bi rûyê tunekirinê bûn. Bi saya fikir û ramanên azad ên Rêber Apo, keç û xortên fedaî yên Kurdistanê hatin bi hawara wan ve, xwe gihand Çiyayên Şengalê. Bûn hêvî û bawerî. 12 siwariyên Derwêşê Evdî bûn. Gerîlayên serdemê 12 siwarî bûn. Zarokên şîrhelal in; li kû derê li dijî mirovahî û civakên berxwedêr êrîş hebûye, wan xwe gihandiye. Şengal, Kerkûk û Mexmûr. Çawa ku ji Çiyayên Kurdistanê gerîlayên HPG’ê û YJA STARê berê xwe da Çiyayên Şengalê, ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve jî korîdora mirovahiyê hat vekirin û şervanên YPG’ê û YPJ’ê ji bo parastina Êzidiyan, berê xwe da Çiyayên Şengalê.
Bi saya ruhê fedaiyên Kurdistanê, Şengal hat rizgarkirin. Şêngal êdî bû xwedî hêz û baweriya xwe û çiyayên xwe hîn zêdetir hembêz kirin. YBŞ û YJŞ hatin avakirin. Êdî keç û xortên Êzidî radikir çekan û beramberê çeteyên hov ku ji bo qirkirina civak wan hatibûn şer dikin. Meclisên xwe ava kirin. Pergala neteweya demokratîk a ramanên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji xwe re kir esas û xwe perwerde kir.
Gelek keç û xort hatin revandin. 2 Hezar jin hatin revandin, gelek kes hatin qetilkirin û di gorên komî de ne û kes nizane li kû derê hatine kuştin. Gelek jin û zarok bi saya şervanên YPG’ê û YPJ’ê û QSD’ê hatin rizgarkirin û berê xwe da Şengalê ku axa wan a pîroz e. Lê hêj jî tu agahî ji 2 hezar jin û zarokan nîn e. Gelek kesên ku hatin rizgarkirin berê xwe da Çiyayên Şengalê. Gerîlayên fedaî û şervanên YPG’ê, YPJ’ê û QSD’ê bûn hêvî û bawerî. Daxwaza wan bi tenê ew e ku yên ferman li Şengalê rakiriye werin darizandin û cezakirin.
Îro hêzên hegemon, xwe li nedîtina fermana li Şengalê rabûye datînin û dixwazin qirkirin û fermana li Êzidiyan rabûye, bidin jibîrkirin û hêza ku bibe bersiva fermanan û parastina xaka xwe dike, bi hevkariyên xwe yên qirêjî ji bo kursiyên xwe bi teknîka bi her awayî, bi dek û dolabên siyaseta qirêj êrîşan dikin.
Hêjayê bibîrxistinê ye ku Êzidî tu car fermana li wan û ola wan rabûye ji bîr nakin û xaka pîroz ku bi saya 12 siwariyên ku gerîla fedaî ne, hatiye rizgakirin û wê her biparêzin. Heta ku hêza YBŞ’ê û YJŞ’ê û dayikên berxwedêr ku bi zarokên xwe re ne hebin, tu hêz nikare, fermaneke dîtir li Êzidiyan rabike.