ROJANE
Hemû Nûçe
-
Di êrişa bombeyî de 3 leşkerên Iraqê mirin, 3 jî birîndar bûn
Li parêzgeha Selahedînê di encama êrişeke bombeyî de 3 leşkerên Iraqê hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. -
Kuçukbalaban: Qeyûm li pêşiya aştiyê asteng e!
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban ku li sê bajarên şaredariya wan hate desteserkirin lêkolîn kir, anî ziman ku qeyûm rêya aştiyê dixitimîne. -
ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Çîçek: Em ê jiyana azad û demokratîk ava bikin
Platforma Demokrasiyê ya Li Dijî Qeyûman, li Parka Aşik Veysel a navçeya Sultangaziyê bi armanca şermezarkirina desteserkirina şaredariyên Esenyûrt, Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê civîna gel li dar xist. -
Bakirhan: Em dixwazin nîqaşan veguherin çareseriyê
Serokê Giştî yê DEVA’yê di civîna hevpar de got, "Em li pişt niyeta çareseriyê û hewldana çareseriyê ne.” Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê jî diyar kir ku ew dixwazin nîqaşan veguherin çareseriya pirsgirêka Kurd. -
KJK: Dem hatiye ku têkoşîna Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad bigihînin serkeftinê
Koordînasyona KJK'ê ji bo çalakiya dîrokî ya ku li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêber Apo hat lidarxistin, peyam şand û got: “Dem hatiye ku em têkoşîna bêdawî ya ji bo Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad a gelê me û şehîdên me bigihînin serkeftinê." -
Di nobeda Xelfetiyê de ji bo mitînga Êlihê bang hate kirin
Nodeba li hemberî derbeya qeyûm a li Xelfetiyê berdewam dike, di çalakiyê de ji bo Mitînga Demokrasî û Azadiyê ya ku wê sibehî li Êlihê were lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin. -
Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari bi Serokê TBB’ê re civiyan
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi Serokê TBB’ê Erînç Sagkan re civiyan. -
Dayikên Şemiyê ji bo Tekdag ê di bin çavan de hat qetilkirin hatin ba hev
Dayikên Şemiyê ji bo Alî Tekdag ê ku 33 sal berê ji aliyê dewleta Tirk ve di bin çavan de hat qetilkirin hatin ba hev. -
Li 3 bajaran ji bo windayan lêgerîna edaletê
Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan ji bo Abdullatîf Yagizay, Ayfan Efeoglû û Abdulselam Şahîn ên di bin çavan de hatine qetilkirin, hatin ba hev. -
Îmamoglû li Mêrdînê bi hevşaredaran re hevdîtin kir
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû li Mêrdînê serdana hevşaredarên ku wezîfeya wan hatiye xespkirin, kir. -
Ji bo ku endamên HDP’ê vegerin Hewlêrê xebat dê dewam bike
Wekîla DEM Partiyê Bêrîtan Guneş a ku piştî rêveberên HDP’ê ji Hewlêrê hatin derxistin çû herêmê, diyar kir ku nûnertî vekiriye û ji bo vegera hevrêyên xwe dê xebatên xwe berdewam bikin. -
Ozturk: Divê sosyalîst li gel Kurdan cih bigirin
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê Hakan Ozturk diyar kir ku hewl didin bi polîtîkayên qeyûman hêza desthilatdariyê di destê xwe de bigirin û got: "Divê sosyalîst bi awayekî eşkere li gel Kurdan cih bigirin.” -
ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Seyîd Riza û hevrêyên wî li Îzmîrê hatin bibîranîn
Saziyên Elewiyan li Îzmîrê Seyîd Riza û hevrêyên wî bi bîr anîn. -
Ji ADKM'ê banga ji bo meşa li Kolnê
Nûnerê ADKM'ê Mûrat Bal ji bo meşa sibe ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir. -
Li girtiyê bêdest û bêling êşkenceya ‘hucreya yekkesî’
Girtiyê bêdest û bêling Şaban Kaygusuz di hucreya yekkesî de tê girtin. -
Cenazeyên çalakgerên fedaî radestî malbatên wan nayên kirin
Cenazeyên Mîne Sevjîn Alçîçek (Asya Alî) û Alî Orek (Rojger Hêlîn) ku li hemberî TUSAŞ'ê çalakiya fedaî kirin, 24 roj in radestî malbatên wan nayên kirin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêber Apo bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Zarokê 15 salî hate girtin
Zarokekî 15 salî bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" hate girtin. -
Karasû: Desthilatdariya AKP-MHP dixwaze şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan bigihîne encamê
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, desthilatdariya AKP-MHP hewl dide şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan bibe serî û bang li gelê Kurd û derdorên demokratîk kir ku têkoşînê dewam bikin. -
KNK'ê Seyîd Riza û hevrêyên wî bi bîr anî
KNK'ê Seyîd Riza û hevrêyên wî bi bîr anî û got, "Di serî de komkujiya Dersimê, heta em hesabê hemû komkujiyan ji berpirsyarên komkujiyan nepirsin, em nikarin erka dîrokî li ser milê bar kirî bi cîh bînin, bibin xwediyê heqîqet û rast bijîn." -
ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ji DEM Partiyê bang: Werin em bi berpirsyarî rabin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî hevdîtina bi Partiya Gelecek re daxuyanî da û diyar kir ku divê gavên demokratîk bêne avêtin. Hatîmogûllari got, "Werin ji bo aştiya bi rûmet em bi berpirsyariya xwe rabin." -
Ji yekîneyên YCWK'ê çalakî: Divê ciwan ji qadan venekişin
Yekîneyên YCWK'ê li hemberî hêzên dewleta Tirk çalakî kirin. YCWK'ê got, "Ciwanên Kurdistanê divê berxwedanê mezin bikin û heta encamê werbigirin xwe ji qadan venekişînin."