BI DÎMEN

Ji yekîneyên YCWK'ê çalakî: Divê ciwan ji qadan venekişin

Yekîneyên YCWK'ê li hemberî hêzên dewleta Tirk çalakî kirin. YCWK'ê got, "Ciwanên Kurdistanê divê berxwedanê mezin bikin û heta encamê werbigirin xwe ji qadan venekişînin."

ÇALAKIYÊN YCWK'Ê

Di daxuyaniya YCWK'ê de hate ragihandin ku di çarçoveya pêngava 'Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber Apo re azad bibin' çalakiyên wan dewam dikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê pêvajoya dîrokî de her kes ji bo rola xwe ya dîrokî pêk bînin divê dakevin qadan û bê navber çalakiyan bikin. Her cûre çalakiyên li dijî tecrîd, îmha û înkarê rewa ye. Ciwanên welatparêz ku Rêber Apo rola pêşengiyê da wan, we vê rola xwe di asta herî bilind de dewam bikin. Ciwanên Kurdistanê yên Welatparêz li nava refên YCWK'ê divê vê berxwedanê mezin bikin û heta encamê werbigirin xwe ji qadan venekişînin."

DETAYÊN ÇALAKIYAN

YCWK'ê detayên çalakiyên li Qoser û Edeneyê eşkere kir.

Li gorî vê yekê di êvara 13'ê Mijdarê de li du taxên Qoserê şer li dijî polîsan hate kirin û yekîneyên wan nehiştin hêzên deleta Tirk bikevin nava qadê.

Hate ragihandin ku êvara 13'ê Mijdarê jî li Edeneyê li gelek nuqteyan li dijî polîsan şer kirin û çalakiyên bi fîşekên hewayî, kevir, molotof û teqemeniyên bi destan çêkirî heta derengiya şevê dewam kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanên welatparêz ên Apoyî hate kirin ku bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî li nava refên YCWK'ê bibin yek û biherikin qadan.