Kuçukbalaban: Qeyûm li pêşiya aştiyê asteng e!
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban ku li sê bajarên şaredariya wan hate desteserkirin lêkolîn kir, anî ziman ku qeyûm rêya aştiyê dixitimîne.
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban ku li sê bajarên şaredariya wan hate desteserkirin lêkolîn kir, anî ziman ku qeyûm rêya aştiyê dixitimîne.
Li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê berxwedana gelê Kurd bi biryardarî dewam dike. Jİ 7 heta 70 salî mirov ji bo xwedîderketina li îradeya xwe li qadan e.
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban ku li bajarên darbeya qeyûm lê hate kirin lêkolîn kir, ji ANF'ê re axivî.
Kuçukbalaban anî ziman ku di navbera 5-7'ê Mijdarê de bi şandeyekê serdana her sê bajaran kir, lêkolîn kir û got, "Sê serdem in ku qeyûm li şaredariyan tê tayînkirin û îrade tê desteserkirin. Bivê nevê şêniyên herêmê ji vê yekê nerazî ye. Vê nerazîbûnê jî bi xwepêşandanên aştiyane nîşan didin. Lê belê me dît ku hêzên ewlekariyê bi hêzeke zêde li nava kolanan êşkence kirin. Bi taybetî li Êlihê ev tundî û êşkence hatin dîtin û gelek serlêdan li hemberî vê yekê hate kirin. Li Mêrdînê, Êlihê û Xelfetiyê avahiyên şaredariyan ji xwe dorpêçkirî ne. Li her deverê tîmên taybet ên polîs û jendermeyan hatine bicihkirin, hewl didin çavê gel bitirsînin."
Kuçukbalaban diyar kir ku li Êlihê 250 kes ku 70 jê zarok bûn hatin binçavkirin û 10 jê zarok 25 kes hatin girtin.
Li gorî daneyên Kuçukbalaban eşkere kir, li Mêrdînê 7 jê zarok 15 kes hatin binçavkirin, yek jê zarok 2 kes hatin girtin, li Êlihê 16 kes hatin binçavkirin û 10 jê hatin girtin.
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê anî ziman ku bûyerên diqewimin ji pêvajoya dawî cuda nîne û got, "Ji aliyekî ve bang li Abdullah Ocalan tê kirin, li aliyê din jî li warê wî li Xelfetî jî di nav de hûn namzetên ku bi dengdana gel hatine hilbijartin ji wezîfeyê dûr dixînin. Ev yek tê wê wateyê ku aştî di plana we de nîne."
Kuçukbalaban diyar kir ku di vir de wezîfeyeke mezin dikeve ser milê rêxistinên civakî yên sivîl, raya giştî ya demokratîk û got, "Beriya her tiştî dewlet û hikumetê qebûl kirine ku aktorê herî krîtîk ê meseleya Kurd, Abdullah Ocalan e. Wê demê divê destûr bê dayin ku Ocalan karibe hem bi rêxistina xwe hem jî bi rêxistinên civakî û sivîl re hevdîtinê bike. Divê şert û mercên vê yekê bêne afirandin. Ji ber ku Kurd êdî bêzar bûne ku meseleya Kurd weke amûreke polîtîk tê bikaranîn. Divê ev yek êdî li ser xeteke polîtîk a rast bê meşandin. Nabe ku ev yek tenê ji desthilatdariyê bê hêvîkirin. Di vir de divê rêxistinên civakî yên sivîl, raya giştî ya demokratîk, rewşenbîr, nivîskar, çapemenî bi roleke hîn çalak rabin, di vê mijarê de gavên hîn bi wêrekî biavêjin."
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban destnîşan kir ku polîtîkaya qeyûm pêşî li aştî û çareseriyê digire û ragihand ku heta ev kiryarên antî demokratîk dewam bikin kes nikare qala aştiyeke navxweyî bike.
Kuçukbalaban diyar kir ku şaredar bi hincetên bê bingeh ji wezîfeyê hatin dûrxistin û divê wezîfeya wan tavilê radestî wan bê kirin.
Kuçukbalaban got, "Di meseleya Kurd de ev pêvajoya ku di asta gotinê de destpê kiriye hêja û girîng e; divê binê vê yekê bê dagirtin, weke gavên bi nêta baş jî destpêkê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û derfet jê re bê afirandin ku karibe malbat, parêzer, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî bibîne. Li Paketa Dadgeriyê ya 9'emîn divê efûyeke giştî ji bo girtiyên siyasî tavilê bê bicihkirin û li meclîsê bê nirxandin. Di heman demê de xalên ku bi dudilî nêzîk bûne yên di peymana xweseriyê ya rêveberiyên xwecihî ya Yekîtiya Ewropayê bê bicihanîn û şaredarî bi rengekî azad, xweser û taybet bê pênasekirin. Di heman demê de divê pêvajoya bêşer bê ragihandin."