Li girtiyê bêdest û bêling êşkenceya ‘hucreya yekkesî’
Girtiyê bêdest û bêling Şaban Kaygusuz di hucreya yekkesî de tê girtin.
Girtiyê bêdest û bêling Şaban Kaygusuz di hucreya yekkesî de tê girtin.
Girtiyê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmar 2 a Bunyan a Kayseriyê Şaban Kaygusuz di hevdîtina vekirî ya bi malbata xwe re kirî de, ragihand ku li hucreya yekkesî tê ragirtin. Girtiyê ji sedî 90 astengdar Kaygusuz ku destê wî yê rastê û lingê rastê nîne, ev tişt diyar kirin: “Di demek nêz de du qawîşên li girtîgehê, kirin yek. Di qawîşa berê de ji ber ku pêlik pir evraz nebûn, min xwe dixirikand û bi vî rengî min dikarî bi pêlikan biçim jor û jêr. Lê belê di qawîşa nû de, pêlik pir evraz in û ez bêyî alîkariya ti kesê nikarim dakevim jêr û jor. Ez nexwazim her carê hevalên xwe jî nerehet bikim. Çend caran bi şev dema ku min hewl dida dakevim jêr, ez li erdê ketim. Ji bo vê yekê min bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin kir.”
Kaygusuz got, ji bo sewqî girtîgeha Dîlokê bê kirin daxwazname nivîsandiye, lê ev daxwaza wî bi rengekî bêhincet hatiye redkirin ku malbata Kaygusuz li Dîlokê dijî. Kaygusuz ragihand ku daxwaza wî ya sewqê nehat bicihanîn û li ser vê yekê di hucreya yekkesî de tê ragirtin.
Dayika Kaygusuz, Zeynep Kaygusuz got, “Eger tiştek bi kurê min were, berpirsyar rayedarên girtîgehê û Wezareta Edaletê ye. Kurê min divê sewqî girtîgeha li Dîlokê bê kirin.”