ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Manîsayê Newroz hate pîrozkirin
Li Manîsayê bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” Newroz hate pîrozkirin. -
Hevdîtina DEM Partî ya bi AKP'ê re destpê kir
DEM Partî di çarçoveya banga dîrokî ya Rêber Apo de bi rayedarên AKP'ê re hevdîtinê dike. -
DEM Partiyê 'hovîtiya eşkere' ya li Kobanê şermezar kir û got 'sabotaj' e
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê komkujiya li Kobanê bi zimanekî tund şermezar kir û got, 'sabotaj' e. -
Heyeta DEM Partiyê bi MHP'ê re hevdîtin kir
Heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo de bi Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) re hevdîtin kir. -
QSD: Dagirkeran li Kobanê komkujî kirin
QSD'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê li qada şer derbên giran xwarine, lewma li Kobanê li dijî sivîlan komkujî kirin. -
Qirkirina siyasî: 4 ciwan hatin binçavkirin
Di operasyona qirkirina siyasî ya li Hewagê hatî kirin de, ji Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê 4 kes hatin binçavkirin. -
Bayik: Ji bilî Rêber Apo ti kes din nikare Kongreyê kom bike
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku tenê Rêber Apo dikare Kongreyê kom bike û biryaran bide û got, divê yekser Rêber Apo Kongreyê bi rêve bibe. -
ROJEVA 17'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Beyoglûyê pîrozbahiya Newrozê
Li Stenbolê beriya pîrozbahiya Newrozê ya Mezin a di 23’ê Adarê de bê lidarxistin, pîrozbahiyên li navçeyan dewam dike. DEM Partî li Taxa Haciahmet a Beyoglûyê agirê Newrozê pêxist. -
Bakirhan: Meşa me ya demokratîk destpê kir
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan anî ziman ku bi banga Rêber Apo re meşa wan a demokratîk destpê kiriye û wiha got, “Heke çareserî bibe em ê pêk bînin. Heke em mafên xwe bigrin divê em bi hêz bibin.” -
Klîba ji bo Newroza 2025’an amade ye
Klîba strana “Newroza Azadî” ku ji bo Newroza îsal ku wê li herî kêm 89 navendan bê pîrozkirin, hate weşandin. -
‘Komkujiya Helebce divê weke qirkirinê bê naskirin’
Komkujiya Helebce ya ku 16’ê Adara 1988’an li Helebceyê bi çekên kîmyewî pêk hat, li gelek bajaran hate protestokirin. -
HBDH: Em ê ji bîr nekin, hesab ji komkujeran bipirsin
Komîteya Rêveber a HBDH'ê bi wesîleya salvegera komkujiyên Helebce, Beyazit û Gaziyê daxuyanî da û diyar kir ku wê van komkujiyan ji bîr nekin û hesab ji komkujeran bipirsin. -
Tulay Hatîmogûllari: Ji bo rawestandina komkujiyên li dijî Elewiyan, Kurd gelekî hewl didin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li kongreya komeleyeke Elewiyan axivî û got, "Xwişk û birayên me yên Kurd ji bo rawestandina komkujiyên li hemberî Elewiyan gelekî hewl didin." -
Bayik: Serketina bangê girêdayî gavên Tirkiyeyê ye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku serketina banga Rêber Apo ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ ya di 27’ê Sibatê de hatî kirin, girêdayî gavên ku Wê Tirkiye biavêje ye û got, divê pergala Îmraliyê hilweşe. -
Guneş Gumuş: Gelê Kurd wê biryarê li ser têkoşîna xwe bide
Seroka Giştî ya Partiya Kedkaran a Sosyalîst Guneş Gumuş anî ziman ku tenê Kurd dikarin biryarê bidin bê têkoşîneke çawa bimeşînin. -
Delîl Zîlan: Projeya Rêber Apo firsendeke mezin e
Rojnamevan Delîl Zîlan, peymana li Şamê weke destketiyeke mezin nirxand û destnîşan kir ku projeya Rêber Apo ji bo tevahiya Rojhilata Navîn firsendeke mezin e. -
Ozdemîr: Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê pêk were
Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku pêvajo ji bo aştiya civakî girîng e û anî ziman, ji bo rêveçûna erênî ya pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. -
ROJEVA 16'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke yên ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rêveberiya Xweser agirê Newrozê pêxist û peyama yekîtiyê da
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş avahiya rêveberiyê ya li Reqayê agirê Newrozê pêxist û peyama yekîtiyê da. -
DEM Partî bi rojeva ‘pêvajoyê’ serdana DÎSK’ê kir
DEM Partî piştî banga dîrokî ya Rêber Apo hevdîtinên xwe yên bi saziyên sivîl re didomîne. Di vê çarçoveyê de DEM Partî serdana DÎSK’ê kir. -
Divê girtiyên nexweş bên berdan!
Li Enqere û Stenbolê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Mehmet Emîn Vural û Abdulmenaf Aytaç û tehliyeya wan hate xwestin. -
Di ‘Konferansa Rojhilata Navîn û Aştiyê’ de aştî û çareserî tê nîqaşkirin
3’yemîn Konferansa Rojhilata Navîn û Aştiyê’ ku dê du roj bidome, destpê kir. Di konferansê de behsa rola Rêber Apo ya di pêvajoyê de hat kirin û hat destnîşankirin ku ji bo aştiyê tenê bêdengbûna çekan têr nake. -
Li Qada Galatasaray aqûbeta Yusuf Erîştî hate pirsîn
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya 1042’yemîn de aqûbeta Yusuf Erîştî pirsîn ku beriya 34 salan di binçavan de hate windakirin. -
Xizmên windayan ji faîlan hesab pirsî
Di çalakiyên xizmên windayan ê ku li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê pêk hatin de, ji faîlan hesab hate pirsîn. Di çalakiyan de bal kişandin ser girîngiya banga Rêber Apo jî.