Tulay Hatîmogûllari: Ji bo rawestandina komkujiyên li dijî Elewiyan, Kurd gelekî hewl didin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li kongreya komeleyeke Elewiyan axivî û got, "Xwişk û birayên me yên Kurd ji bo rawestandina komkujiyên li hemberî Elewiyan gelekî hewl didin."

Kongreya 14'emîn a Komeleyên Çandê yên Elewiyan li Navenda Kongre û Çandê ya Neşet Ertaş pêk hat. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari beşdarî kongreyê bû, komkujiyên li hemberî Elewiyan şermezar kir û diyar kir ku Kurd hewl didin van komkujiyan rawestînin.

Tulay Hatîmogûllari got, "Em ê van komkujiyan ti carî ji bîr nekin û nedin jibîrkirin" û bi vî rengî dewam kir: "Em zanin ku hêzên dikarin pêşî li van komkujiyan bigirin, lê temaşe dikin. Lê belê hûn can ên Elewî, canên me yên li Tirkiye û Ewropayê li çar aliyên Tirkiyeyê we dengê xwe bilind kir û em bi hev re li ber komkujiya li hemberî Elewiyan rabûn. Bi heman rengî li Hesekê, li Qamişloyê xwişk û birayên me yên Kurd ji bo rawestandina komkujiyên li hemberî Elewiyan di nava hewldaneke mezin de ne."