BI DÎMEN

Li Beyoglûyê pîrozbahiya Newrozê

Li Stenbolê beriya pîrozbahiya Newrozê ya Mezin a di 23’ê Adarê de bê lidarxistin, pîrozbahiyên li navçeyan dewam dike. DEM Partî li Taxa Haciahmet a Beyoglûyê agirê Newrozê pêxist.

Beriya pîrozbahiya Newroza Stenbolê ku wê 23’ê Adarê de bê pîrozkirin, pîrozbahiyên li navçeyan didome. DEM Partiyê li Taxa Haciahmet a Beyoglûya Stenbolê agirê Newrozê pêxist. Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek û gelek welatî tevlî pîrozbahiyê bûn. Jin û ciwanan eleqeyek mezin nîşan dan û li dora agir govend gerandin.

Parlamenter Cengîz Çîçek axivî û da zanîn ku wê Newroza 2025’an ji bo gelan bibe Newroza azadiyê. Cengîz Çîçek da xuyakirin ku gelê Kurd 50 sal in têkoşînek bi rûmet dimeşîne û got ew gelekî bi rûmet in û kes nikare ziman û nasnameyê wan înkar bike.

Piştî axaftina Cengîz Çîçek, pîrozbahî bi gerandina govendê berdewam kir.