QSD: Dagirkeran li Kobanê komkujî kirin

QSD'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê li qada şer derbên giran xwarine, lewma li Kobanê li dijî sivîlan komkujî kirin.

DAXUYANIYA QSD'Ê

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser şer daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku nikarîn li eniyên şer li hemberî hêzên me pêşketinan pêk bînin, her timî ji bo rakirina tola binkeftina xwe ya li meydanî, êrişî gund û bajarên tijî sivîl dike.

Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk a dagirker duh (Şemiyê) herêma navbera gundên Qumç û Berxbotanê yên başûrê Kobanê de bombebaran kir û komkujiyeke mezin li dijî malbatekê pêk anî. Di encama vê komkujiyê de di nav de 7 zarok û jinek 9 sivîl şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

Eniya Bendava Tişrînê; balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên giran li derdora bendavê û gundewrê wê dewam kirin. Li dijî cihên karkeran ên girêdayî bendavê jî êriş pêk anîn. Şeva Şemiyê/Yekşemê heya saetên derengiya rojê tevahiya gundewarê bendavê bi obîsan topbaran kirin. Di encamê de zerarên mezin li gund û malên sivîlan bûn.

Eniya Qereqozaxê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Xeseq û girê Sêvê yên derdora bendavê bombebaran kirin. Gundê Bîr Hiso û girê Sêvê jî bi balafirên bê mirov ên bi çek hatin hedefkirin. Her wiha derdora pirê û gundewarê wê, gundên Tîna, Cada, Bîro Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Sinaa û xaçerêya Sirînê bi zêdetirî 80 guleyên obîs, tank, roket û hawnan hatin topbaran irin. Ji ber êrişên hewayî û bejahî zerarên mezin gihîştin mal û milkên şêniyan."