BI DÎMEN

Klîba ji bo Newroza 2025’an amade ye

Klîba strana “Newroza Azadî” ku ji bo Newroza îsal ku wê li herî kêm 89 navendan bê pîrozkirin, hate weşandin.

Newroza 2025’an îsal wê bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Newroza Civaka Demokratîk a ji bo azadiyê” tê lidarxistin. Newroz, dê li herî kêm 89 navendan bê pîrozkirin. Hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê jî ji bo Newrozê strana  "Newroz a Azadî" çêkir. Klîba stranê hate weşandin. 

Navên kesên muzîka stranê amade kirin, striyan, gotin amade kirin û di amadekirinê de cih girtin wiha ne: 

"Gotin: Devrîm Demîr & Baran Ertaş 

Muzîk: Baran Ertaş 

Vokalên Jin: Sarya Ertaş, Mizgîn Turan, Bêrîtan, Devrîm Demîr, Emel Bejan.

Vokalên Zilam: Mesûd Gever, Azad Bedran, Suleyman, Baran Ertaş, Xebat Zinar, Omer Arîn û Omer Baran. 

Aranje û derhinêriya muzîkê: Baran Ertaş 

Muzîkjen 

Keman, Viyola, tembûr: Baran Ertaş 

Mey, zirne: Ertan Tekîn 

Bilûr: Yasîn Boyraz 

Çello: Rûşen Arslanargun 

Gîtara elektronîk: Baran Karakoç 

Bass Gîtar: Hogir Nazlier 

Dahol: Mûrat Bakrak 

Perkusyon: Bariş Cem Sungur” 

Gotinên stranê wiha ne: 

"NEWROZ

Newrozê tu bi xêr hatî 

Li ser ser û çavan hatî

Agirê Kawayê Hesinkar

Tu ji me re xelatî

*

Jin û ciwan zar û zêç

Tev ketine vê dîlanê

Agirê Newrozê geş bû

Li dora berxwedanê

*

Newrozê way tu hatî

Wek gulek sor xelatî

Kêf û şahî bi ter hatî

Ronahî ji boy welatî

*

Mazluman serî rakir 

Ala azadiyê li ba kir

Bû agirê Newrozê

Gelê Kurd tev şiyar kir

*

Rabûn ketine dîlanê 

Zekiya û Rewşanê

Serkêşên govendê ne

Ronahî û Bêrîvanê

*

Newrozê way tu hatî

Wek gulek sor xelatî

Kêf û şahî bi ter hatî

Ronahî ji boy welatî

*

Dilopek av ket axê 

Şîn kir tovê jiyanê

Roja nû ji bo me hilat

Bihara me xemiland

*

Vaye hilbû Roja me

Tînê da welatê me

Li ba dibe ala me

Mizgîniya hebûna me

*

Newrozê way tu hatî

Wek gulek sor xelatî

Kêf û şahî bi ter hatî

Ronahî ji boy Welatî”

 

Hûn dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin klîbê: Hunermendên NÇM - Newroza Azadiyê (2025) [Official Audio © KOM Müzik] - YouTube