Hevdîtina DEM Partî ya bi AKP'ê re destpê kir
DEM Partî di çarçoveya banga dîrokî ya Rêber Apo de bi rayedarên AKP'ê re hevdîtinê dike.
DEM Partî di çarçoveya banga dîrokî ya Rêber Apo de bi rayedarên AKP'ê re hevdîtinê dike.
Di çarçoveya banga dîrokî ya Rêber Apo de hevdîtina navbera Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û AKP'ê destpê kir.
Di nava heyeta DEM Partiyê de li gel hevserokên giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder û Serokwekîla Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît hene.
Heyeta DEM Partiyê ji aliyê Serokwekîlê Koma AKP'ê Abdullah Guler, Serokwekîla Komê Ozlem Zengîn, Serokwekîlê Giştî Efkan Ala û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk ve li ber derî hate pêşwazîkirin.
Civîn li çapemeniyê girtî pêk tê.