ROJEVA 17'Ê ADARA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo wê werin şopandin.

Hevserokên DEM Partiyê û endamên Heyeta Îmraliyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan wê serdana AKP û MHP'ê bikin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku tenê Rêber Apo dikare kongreyê bicivîne, bi rê ve bibe û biryaran werbigire. Bayik destnîşan kir ku divê Rêber Apo bi xwe kongreyê bi rê ve bibe.

KCK'ê bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyek weşand û bang li Kurdan û dostên wan kir ku Newroza 2025'an bi rengê Newroza Azadî û Civaka Demokratîk pêşwazî bikin.

Li 12 bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê wê Newroz bê pîrozkirin.