Guneş Gumuş: Gelê Kurd wê biryarê li ser têkoşîna xwe bide

Seroka Giştî ya Partiya Kedkaran a Sosyalîst Guneş Gumuş anî ziman ku tenê Kurd dikarin biryarê bidin bê têkoşîneke çawa bimeşînin.

GUNEŞ GUMUŞ

Seroka Giştî ya Partiya Kedkaran a Sosyalîst Guneş Gumuş destnîşan kir ku nabe sosyalîst daxwazên gelê Kurd ji nedîtî ve bên û got, "Mîsyoneke dîrokî ya sosyalîstan heye ku rastiyê ji gel re vebêjin. Pêkanîna vê wezîfeyê wê were wateya înkarkirina xwe bi xwe."

Li Tirkiyeyê nîqaşên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo dewam dikin. Seroka Giştî ya Partiya Kedkaran a Sosyalîst (SEP) Guneş Gumuş li ser bangê û nîqaşên piştî bangê ji ANF'ê re axivî. Gumuş bi bîr xist ku gelê Kurd ji bo karibin mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi dest bixin êşên giran kişandiye, berdêlên giran daye û dide û li gel aramî û aştiyê daxwaza demokratîkbûn û wekheviyê dike. Gumuş destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de ku bi banga Rêber Apo re derbasî qonaxeke nû bû, gelê Kurd bi hêvî bûye, lê belê di mijara bendewariya ji desthilatdariyê de divê mirov bi rasteqînî nêzîk bibe. Gumuş bi bîr xist ku desthilatdarî nema kare xwe li demokrasiya hilbijartinê jî rabigire û got, "Di çarçoveya vê pêvajoyê de ji bo pêşketina siyaseta demokratîk ti zemîneke madî ji aliyê desthilatdariyê ve nayê danîn. Ji bo lihevkirineke di vê pêvajoyê de garantiyeke hiqûqî nayê dayin."

BANDORA PROPAGANDA FAŞÎST

Gumuş bi taybetî bal kişand ser mezinahiya bandora propagandaya faşîst a li ser gelê kedkar û got, "Hêmana esasî ya ku vê bandorê bişikîne, afirandina hişmendiya çînî ya bi rêya bilindkirina têkoşîna çînî ye."

MÎSYONA DÎROKÎ YA SOSYALÎSTAN

Gumuş destnîşan kir ku nabe sosyalîst daxwazên gelê Kurd ji nedîtî ve bên û diyar kir ku li ser rê û rêbazên têkoşîna gelê Kurd tenê gelê Kurd dikare biryarê bide. Gumuş got, "Mîsyoneke dîrokî ya sosyalîstan heye ku ji gel re qala rastiyê bike. Eger ev wezîfe bi cih neyê anîn hingî em ê xwe înkar bikin. Niha ji aliyê otorîterbûyînê ve hin qonaxên krîtîk têne derbaskirin. Grev, mafê çalakî û protestoyê li aliyekî gef li ser gelek mafên bingehîn ên weke hilbijartin û rexneyê heye. Desthilatdarî nema dikare xwe li hilbijartinê û muxalefeta bi rengê CHP'ê jî rabigire. Eşkere ye ku bloka AKP-MHP dixwaze bi destê dadgeriyê şaredariyan desteser bike, CHP'ê bi tenê bihêle û çi dibe bila bibe li ser desthilatdariyê bimîne. Desthilatdarî eger bifikire ku ji aliyê hevsengiyên polîtîkaya navvxweyî ve qezencekê bi dest naxe, wê karibe dawî li vê pêvajoyê jî bîne."