Bakirhan: Meşa me ya demokratîk destpê kir

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan anî ziman ku bi banga Rêber Apo re meşa wan a demokratîk destpê kiriye û wiha got, “Heke çareserî bibe em ê pêk bînin. Heke em mafên xwe bigrin divê em bi hêz bibin.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Apo ku di 27’ê Sibatê de hatibû parvekirin, dest bi serdanên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl kiribû. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re di vê çarçoveyê de çûn serdana Federasyona Komeleyên Herêmî. Hevdîtin, li eywaneke dawetan a li Okmeydani ya Stenbolê hat lidarxistin. Endam û rêveberên federasyonê di civînê de cih girtin. Di civînê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. 

Tuncer Bakirhan di civînê de axivî û ji ewil kesên di Komkujiya Helebceyê û Komkujiya Beyazitê hatin qetilkirin bi bîr anî. 

‘DEMOKRASÎ BI SER KEVE, KURD BI SER BIKEVIN’

Bakirhan, bal kişand ser hevdîtina bi Rêber Apo re û got: “Tendurisiya birêz Ocalan baş bû, mirûzê wî xweş bû û bihêvî bû. Gelek silavên wî ji bo her kesî hebûn. Birêz Ocalan dema pêvajo dinirxand, got; ‘Ev ne banga têkçûn an jî têkbirinê ye.’ Lê dê demokrasî bi ser keve. Gelên Tirkiyeyê, Kurd, Elewî, ciwan, jin û hemû bindest dê qezenc bikin. Dema birêz Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dikir, ji me re wiha got; ‘Bawerim hûn min baş fêm nakin. Ji Edîrneyê heta Qersê ez ji bo her kesî dibêjim demokrasî.’ Got; ‘Ez ne tenê ji bo Kurdên li Amed, Sêrt, Mêrdîn û Kurdistanê, ji bo Kurd, gel û baweriyên din ên li Stenbol, Tekîrdag, Edene, Mêrsînê û cihên din dijîn jî civakeke demokratîk ku wekhev, bi zimanê xwe û bi nasnameya xwe birûmet dijîn pêşniyar dikim.  Ez demokratîkbûn û demokrasiyê pêşniyar dikim. Ez çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêşniyar dikim. Di civaka min a demokratîk de jin jî heye, Kurd jî hene, Elewî jî hene; hemû gel û baweriyên rastî cihêkariyê hatine hene. Tenê bi herêmekê re bisînor nîne.’ Em îro li vê eywanê dibînin ka çiqas rast gotiye.  

PÊŞNIYARA CIVAKA DEMOKRATÎK

Bi sedan sal berê Selahedîn Eyûbî pergaleke ku her kes lê wekhev dijî û cihêkarî lê nedihat kirin ava kir. Vaye em ji vê kevneşopiyê tên. Birêz Ocalan, peragleke ji Selaheddîn Eyyubî heta roja me tu kes ji ber ziman û nasnameya xwe cihêkarî lê nayê kirin pêşniyar dike. Bi nûjenkirina Selaheddîn Eyyubî re hem ji bo me hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê zemîn û firsendê diafirîne. Lewma ev bang ji bo her kesî ye. Ji ber vê yekê em li her çar aliyên Tirkiyeyê digerin û vê rastiyê vedibêjin. Ji ber ku ev ji bo pêşeroja zarokê te ye. Birêz Ocalan demokrasiyê, edaletê dixwaze. Dixwaze zemîneke ku 85 milyon kes tê de bijîn ava bike. Pêşniyara civaka demokratîk a birêz Ocalan, pisûleya pêkvejiyanê ye. 

Birêz Ocalan ji rêgezên xwe tawîzê nade, berevajî vê pir dilsoz e. Ji sala 1993’yan heta niha birêz Ocalan qala komara demokratîk û Neteweya Demokratîk dike. Demokrasî dermanê her tiştî ye. Lewma jî banga start û jinûvedestpêkirina têkoşînê ye. Ji me re dibêje ez ê vî ço yê di destê pergala dijdemokratîk ji destê wan derxînim û bo we zemîna siyaseta demokratîk ava bikim. Ji ber şer me heta niha nedikariya xwe vebêjin lê dê niha diyar bibe ka kî adil e, biedalet e û kî çi dixwaze. Birêz Ocalan ji rêxistina xwe re dibêje ‘xwe fesih bikin.’ Lê ji vê feraseta ev 100 sal in Kurdan tune dihesibîne re dibêje ‘xwe fesih bike.’ Jê re dibêje xwe biguherîne. 

GEŞEDANÊN LI SÛRIYEYÊ 

Em ê bi hev re bijîn lê bi nasnameya xwe, wekhev bijîn. Bandora vê bangê li Sûriyeyê jî heye. Hikûmeta Şamê û serokkomar demkî ne. Yên bi erêkirina hemû gelan neyên hilbijartin, demkî ne. Di navbera hikûmeta demkî û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mutebeqetek hate îmzekirin. Vaye bi banga birêz Ocalan li wê xaka veguheriye gola xwînê deriyek vebû. Got; ‘Bila Sûriye demokratîk be, Kurd bi nasname û zimanê xwe û bi Durzî, Elewî, Xiristiyan û gelên din re bi hev re bijî.’ Vae ev veguherî mutebeqetê. 

Dizanim di serê we de pirs hene. Lê em bi xwe bawerin. Em ji paradîgmayeke ji Selaheddîn Eyyubiyan dest pê kirî û bi Ocalanan didome bawerin. Yên xeletiyê dikin dê biguherin. Yên di vê sedsalê de xwe neguherînin û di yekperestiyê de israr dikin dê têk biçin. Birêz Ocalan bang kir û got; ‘Got ez ji bo mafên demokratîk ên Kurdan û nîqaşkirina vê meseleyê amade me.’ Êdî divê rêveberên vî welatî tişta pêwîst bikin. 

DIVÊ JI EWIL ŞERT Û MERCÊN JIYANÊ BÊN BAŞKIRIN 

Ji ewil divê şert û mercên jiyanê û têkilîdanînê yên birêz Ocalan bên başkirin. Em qala pirsgirêkeke 200 salan didome dikin. Divê zemîna ev pirsgirêk afirandiye ji holê were rakirin. Tirkiyeyeke ku îradeya Kurdan esas tê girtin, qeyûm nayên tayînkirin, demokrasiya herêmî pêş ketî, Kurd bi awayekî azad zimanê xwe diaxivin, dinivîsin û perwerde dibin û tu reng rastî cihêkariyê nayên dê gelek xweşik be. Ev meseleye tenê bi axaftina li Îmraliyê çareser nabe. Heke çareserî bibe em ê pêk bînin. 

‘MEŞA ME YA DEMOKRATÎK DEST PÊ KIR’

Bi vê bangê re êdî meşa me ya demokratîk dest pê kir. Em ê bi hev re bimeşin. Dê li dora DEM Partiyê bicivin û xwe birêxistin bikin. Em ê berpirsyartiyê li xwe bigirin. Meseleyê ji her kesî re vebêjin. Heke em bi civakê bidin bawerkirin, heke aştî civakî bibe dê ev pirs jî ji holê rabin. Heke li kolan, li qadan û Newrozan de em milyonek kes dakevin qada Yenîkapiyê, bawer bikin dê yên din jî qaneh bibin. Divê em di Newrozan de nîşan bidin ka ev meseleye çiqas biqîmet e. Ji niha ve cejna we ya Newrozê pîroz dikim.”