DEM Partî bi rojeva ‘pêvajoyê’ serdana DÎSK’ê kir
DEM Partî piştî banga dîrokî ya Rêber Apo hevdîtinên xwe yên bi saziyên sivîl re didomîne. Di vê çarçoveyê de DEM Partî serdana DÎSK’ê kir.
DEM Partî piştî banga dîrokî ya Rêber Apo hevdîtinên xwe yên bi saziyên sivîl re didomîne. Di vê çarçoveyê de DEM Partî serdana DÎSK’ê kir.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevdîtinên xwe yên piştî banga dîrokî ya Rêber Apo bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re dabû destpêkirin, didomîne. Di vê çarçoveyê de Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogullari û heyeta pê re çûn serdana Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK).
Di serdana ku li Navenda Karên Giştî ya DÎSK’yê pêk hat de, Tulay Hatîmogullari û Cîgira Hevserokatiya Komîsyona Têkiliyên bi Partiyên Siyasî re Ozlem Gunduz û Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar jî amade bûn. Heyet ji aliyê Serokê Giştî yê DÎSK Genel-Îş'ê Remzî Çalişkan, Sekreterê Giştî yê DÎSK Çetîn Çalişkan, Serokê Daîreya Karên Malî ya DÎSK Huseyîn Yaşar Gundogdû, Serokê Daîreya Lêkolînê ya DÎSK Adîl Çîftçî û Nûnera Herêma Anatoliya Navîn a DÎSK’ê Bîrgul Kaya ve hat pêşwazîkirin.
Civîna ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat nêzî 40 deqeyan berdewam kir.