Rêveberiya Xweser agirê Newrozê pêxist û peyama yekîtiyê da

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş avahiya rêveberiyê ya li Reqayê agirê Newrozê pêxist û peyama yekîtiyê da.

PEYAMA RÊVEBERIYA XWESER A NEWROZÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirê Newroza 2025’an li pêş avahiya rêveberiyê ya li Reqayê bi beşdariya endamên xwe, pêxist û bi vê boneyê peyamek da.

Peyam bi zimanên Kurdî û Erebî ji aliyê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd û Hisên Osman ve hat xwendin

Di peyamê de wiha tê gotin:

“Cejna Newrozê nîşana yekitî, berxwedan û azadiyê ye û yek ji cejnên herî mezin e ku têkoşîna gelên azadîxwaz dide nîşan. Cejna ku ruhê têkoşîna berdewam a gelên me yên li vê herêmê diyar dike.

Vêxistina agirê Newrozê yê îsal ji salên borî cudatir e, ji ber ku Newroza îsal a yekem e ku piştî rûxandina rejîma Baas a desthilatdar li herêma me Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê pîrozkirin. Rejîma Baasê ya ku bi hemû hêza xwe rê li ber gelê herêmê girtibû da ku vê cejnê pîroz neke. Ji ber vê yekê ev cejn nîşana azadî û rizgarbûna ji wê rejîmê ye û destpêka nû ya avakirina Sûriyeyeke azad û demokratîk e.

Em îro teqez dikin ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo temamkirina pêvajoya şoreşa xwe bidomînin û bigihêjin armancên wê yên avakirina Sûriyeke demokratîk, piralî û nenavendî, welatekî ku hemû gelê Sûriyeyê hembêz bike.

Bi vê boneyê em berxwedana lehengên me yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelê xwe yê berxwedêr li bendava Tişrîn, Pira Qereqozaqê û herêmên din bi rêzdarî silav dikin. Em dibêjin ku berxwedana we hişt agirê Newroza îsal were dadan û wateyên rast ên Newrozê û şoreşa Sûriyeyê nîşan da.

Her wiha em ji bo gelê xwe yê ku bi darê zorê ji cih û warên xwe yên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûne dibêjin, em ê xebatên xwe yên ji bo vegerandina wan a ewle bo malên wan bidomînin.

Em careke din Newroza 2025’an li gelê xwe yê Kurd û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî li malbatên şehîdan pîroz dikin. Bi vê boneyê em bang li hemû gelê xwe yê Sûriyeyê û hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê dikin ku destê xwe bidin hev û bibin yek ji bo amadekirina destûreke bingehîn a Sûriyeyê ku daxwazên me yên hevbeş diyar bike û bibe binyada Sûriyeya azad û demokratîk.”

Peyam bi gotina; “Bijî azadî û berxwedan û bijî Newroz” bi dawî bû.