ROJEVA 16'Ê ADARA 2025'AN

Sernavên sereke yên ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo wê bêne şopandin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku serketina banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo wê bi gavên Tirkiyeyê ve girêdayî be û got, divê sîstema Îmraliyê bê hilweşandin.

Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku pêvajo ji bo aştiya civakî girîng e û anî ziman, ji bo rêveçûna erênî ya pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.

Çalakiyên ji ber salvegera komkujiya Helebceyê wê bêne şopandin.

KCK'ê qurbaniyên komkujiya Helebceyê di salvegera 37'an de bi bîr anî û hêzên ku komkujî kirin, şermezar kir.

Rojnamevan Delîl Zîlan, peymana li Şamê weke destketiyeke mezin nirxand û destnîşan kir ku projeya Rêber Apo ji bo tevahiya Rojhilata Navîn firsendeke mezin e.

Seroka Giştî ya Partiya Kedkaran a Sosyalîst Guneş Gumuş anî ziman ku tenê Kurd dikarin biryarê bidin bê têkoşîneke çawa bimeşînin.