ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bahtiyar ê ku cenazeyê Narîn Guran xistibû çem hat girtin
Nevzat Bahtiyarê ku got wî cenazeyê Narîn Guranê xistiye çem, hat girtin. -
Qetilkirina Narîn hat şermezarkirin: 6 kes hatin binçavkirin
Qetilkirina Narîn Guran a 8 salî hat şermezarkirin. Polîsan êrîşî çalakiya li Stenbolê kirin û 6 kes binçav kirin. -
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Rastiyên li pişt qetilkirina Narîn tê veşartin
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku rastiyên li pişt qetilkirina Narîn a 8 salî bi awayekî zelal bi raya giştî re nayê parvekirin. -
Nobeta Edaletê ya li ber Meclîsê di roja 20’an de ye
Emîne Şenyaşar a ku ji bo hevjînê xwe û kurên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin nobeta edaletê didomîne, di roja 20’an a çalakiya xwe ya li ber Meclîsê de car din daxwaza edaletê kir. -
Doza zaroka Êzidî ya ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatî revandin: Rûniştin veşartî tê meşandin
Ji beriya rûniştina zaroka keç a Êzidî ya ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hat revandin û li Tirkiyeyê hat firotin, daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin: “Hejmara zarokên mexdûrê sûcê zayendî, di nava 10 salan de 3 qat zêde bû.” -
Şopdarên doza rastiyê
Şopdarên rastiyê; endamên çapemenî û ragihandinê tim rastî tundî, êşkence û zexta mêtingeran tên. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî endamên Çapemeniya Azad ji aliyê dagirkeran ve tên armancgirtin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin careke din serlêdan kirin. -
Li 2 bajaran operasyonên qirkirina siyasî
Li Îzmîr û Stenbolê di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin. -
Milîsên HBDH'ê li Bûrsayê agir berdan febrîqeyekê
Milîsên Nûjiyan Amed ên HBDH'ê ragihandin ku li Bûrsayê agir berdane febrîqeyeke veguherînê. -
Li Tirkiyeyê sûcên li dijî zarokan gelekî zêde bûne
Li Tirkiyeyê tundî û destavêtina li zarokan zêde bûye. Li gorî daneyên TUÎK'ê sala 2023'an destdirêjî li 259 hezar û 106 zarokan hate kirin ku ev yek jî tê wateya zêdebûna bi rêjeya ji sedî 89.8'an. -
ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Çalakiyên li dijî qetilkirina Narîn Guran: Kujer malbat-dewlet-terîqet!
Di çalakiyên ku ji bo Narîn Guran hatin lidarxistin de hate xwestin îfadeya Ensarioglû yê AKP’yî ku got, 'Tiştên em dizanin hene, em malbatê nas dikin, em ji ber wê bêdeng dimînin' bê girtin. -
Malbatên girtiyan daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin
Malbatên girtiyan di çalakiyên “Deng bide azadiyê” yên li Amed û Mêrdînê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Tulay Hatîmogûllari: Werin em li dijî desthilata ku butçeyê ji şer re xerc dike têbikoşin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo şer bi trilyonan xerc kiriye û got, "Bi berdewamkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan nikarin encamê bigirin." -
Egîtîm Sen û komeleyên ziman, asîmîlasyon protesto kirin
Egîtîm Sen û komeleyên ziman polîtîkayên asîmîlasyonê protesto kirin û gotin: “Îro ji bo zarokên Kurd destpêka asîmîlasyon û travmayê ye.” -
Li Meclîsê têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar dewam dike
Emîne Şenyaşar ku hevser û kurên wê hatin qetilkirin, têkoşîna xwe ya ji bo edaletê ku bi salan e dewam dike, 19 roj in derbasî pêşiya Meclîsa Tirkiyeyê kiriye. -
Tûran: AKP dixwaze dest dîne ser zeviyên çandiniyê yên cotkaran
Hevberdekvê Komîsyona Çandiniyê ya DEM Partiyê Ridvan Tûran bal kişand ser kiryara desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ji bo kirêkirina zeviyên çandiniyê yên du salan li ser hev nehatine çandin û got, bi vê yekê dixwaze dest dîne ser zeviyên cotkaran. -
Sabahat Erdogan Saritaş: Jehrkuja şerê taybet, rêxistinî ye
Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş diyar kir ku desthilatdarî hewl dide tundiyê li her qadê belav bike û got, "Rêxistinî jehrkuja şerê taybet e." -
ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Edene, Wan û Stenbolê çalakî: Wezareta Karên Civakî û Malbatê çi karî dike?
Li Edene, Wan û Stenbolê qetilkirina Narîn Guran bi çalakiyan hate şermezarkirin. Di çalakiyan de bi gotina “Bila zilma tarîkat û malbatê bi dawî bibe” pirsa “Wezareta Karên Civakî û Malbatê çi karî dike?” hate kirin. -
Di lêpirsîna Narîn Guranê de 21 kes hatin binçavkirin
Di çarçovye lêpirsîna têkildarî qetilkirina Narîn Guranê hatiye destpêkirin de 21 kes hatin binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de 7 şêniyên malbatê jî hene. -
Servênaz Ehmedî li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kir
Yek ji girtiyên serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” Servênaz Ehmedî ku li Girtîgeha Evînê tê girtin û nexweşiyeke wê ya kronîlk heye, li dijî destûrnedana bijîşkî dest bi greva birçîbûnê kiriye û dev ji bikaranîna dermanên nexweşiya xwe berdaye. -
MLKP/Kurdistan fermandarê HPG'ê Orhan Bîngol bi bîr anî
MLKP/Kurdistan fermandarên HPG û YJA Starê yên hefteyên dawî şehîd bûn bi bîr anî û peyama sersaxiyê da. -
Dewleta Tirk li Kobanê bombe li wesayitekê barand
Dewleta Tirk a dagirker li Kobanê bombe li wesayiteke sivîl barand. Di encama êrîşê de kesek birîndar bû. -
Milîsên HBDH'ê li Edeneyê agir berdan 3 febrîqeyan
Milîsên Orhan Cîhat Bîngol ên HBDH'ê ragihandin ku li Edeneyê bi hevdemî agir berdane 3 febrîqeyan û zerar li 8 febrîqeyên din jî bûye.