ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser tifaqa PDK, dewleta Tirk, DAÎŞ û Hîzbûlkontrayê û got, "Divê destûr neyê dayin ku ev şebekeya xayin-sîxur li Kurdistanê bimîne."

Piştî veşartina cenazeyê Narîn, bûyerên têkildarî lêpirsîna li ser kuştina Narîn wê bêne şopandin.

Li Tirkiyeyê tundî û destavêtina li zarokan zêde bûye. Li gorî daneyên TUÎK'ê sala 2023'an destdirêjî li 259 hezar û 106 zarokan hate kirin ku ev yek jî tê wateya zêdebûna bi rêjeya ji sedî 89.8'an.

Hevşaredarê Seravê Davût Acar destnîşan kir ku cotkar berdêla polîtîkayên şaş ên desthilatdariya AKP-MHP'ê didin û got, qadên li ser sînor ên weke herêma leşkerî hatine ragihandin li pêşiya çandiniyê asteng in.

Şehîd Eylem Stêrk ku li dijî êrîşên dagirkerî û îmhayê yên dewleta Tirk heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya, çîroka rêwîtiya xwe ya ber bi Botanê ve veguherand destanekê.