Nobeta Edaletê ya li ber Meclîsê di roja 20’an de ye

Emîne Şenyaşar a ku ji bo hevjînê xwe û kurên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin nobeta edaletê didomîne, di roja 20’an a çalakiya xwe ya li ber Meclîsê de car din daxwaza edaletê kir.

14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûs a Rihayê parêzvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kirin. Di êrîşê de ji malbata Şenyaşar bav û du kurên wî hatin qetilkirin û kurek jî hate girtin. Li dijî vê yekê Emîne Şenyaşar beriya 20 rojan têkoşîna xwe ya ji bo edaletê, veguhezt ber Meclîsê.

Di roja nû ya çalakiya Nobeta Edaletê de, Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Mîthat Sancar serdana çalakiya Emîne Şenyaşar kir.

Emine Şenyaşar car din bi bîr xist ku kesên komkujî pêk anîn hatin berdan, lê belê kurê wî Fadil Şenyaşar bêsûc hate girtin.

Emîne Şenyaşar destnîşan kir ku heta hemû kujer tên cezakirin û kurê wê tê berdan, ew ê çalakiya xwe bidomîne.