Li Meclîsê têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar dewam dike

Emîne Şenyaşar ku hevser û kurên wê hatin qetilkirin, têkoşîna xwe ya ji bo edaletê ku bi salan e dewam dike, 19 roj in derbasî pêşiya Meclîsa Tirkiyeyê kiriye.

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de li Pirsûs a Rihayê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl ve hatibûn qetilkirin û kurekê wê jî girtî, çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Meclisê daye destpêkirin didomîne. Çalakî îro di roja 19'emîn de berdewam kir.

Şenyaşar a li Meclisê lêgerîna xwe ya edaletê didomîne, bal kişand ser komkujî û pêvajoya pişt re û daxwaza edaletê kir. Şenyaşar, xwest ku kurê wê Fadil Şenyaşar ê piştî komkujiyê hatibû girtin were berdan.