Milîsên HBDH'ê li Bûrsayê agir berdan febrîqeyekê
Milîsên Nûjiyan Amed ên HBDH'ê ragihandin ku li Bûrsayê agir berdane febrîqeyeke veguherînê.
Milîsên Nûjiyan Amed ên HBDH'ê ragihandin ku li Bûrsayê agir berdane febrîqeyeke veguherînê.
Di daxuyaniya Milîsên Nûjiyan Amed ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de hate gotin, "4'ê Îlonê serê sibehê li taxa Çali ya navçeya Nîlufer a Bûrsayê, febrîqeyeke veguherînê bû hedefa milîsên me yên Nûjiyan Amed."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çalakî ji bo bersivdana li tecrîda li zindanan û êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê hatiye kirin û di encamê de febrîqe bi temamî şewitî ye.
Li gorî daxuyaniyê, yekîneya ku çalakî lidar xist bi rengekî ewle li qada xwe vegeriya.