Doza zaroka Êzidî ya ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatî revandin: Rûniştin veşartî tê meşandin

Ji beriya rûniştina zaroka keç a Êzidî ya ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hat revandin û li Tirkiyeyê hat firotin, daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin: “Hejmara zarokên mexdûrê sûcê zayendî, di nava 10 salan de 3 qat zêde bû.”

Keçika Êzidî ku di sala 2017’an de ji aliyê DAÎŞ’ê ve hate revandin û anîn Tirkiyeyê, li ser înternetê (dark web) dabûn ber firotinê. Rêxistinên hiqûqê û rêxistinên mafên mirovan beriya danişîna 7’emîn a doza têkildarî vê yekê daxuyanî da.

Parêzer Nûrdan Kiliç a daxuyanî xwend anî ziman ku ji bo danişîna keçika Êzidî ya di temenê pitik de ji aliyê DAÎŞ’ê ve dîl hate girtin û weke kole hate firotin a li pişt deriyan ji raya giştî tê veşartin hatine ba hev. Kiliç wiha domand: “Zarokekî din di sêgoşeya dewlet-malbat-tarîqetê de jiyana xwe ji dest da. Narîn ne ewil bû.”

14 ZAROKÊN KEÇ HATIN QETILKIRIN

Kiliç a ji rapora Navenda Mafên Zarokan a hate weşandin dane parve kirin, da zanîn ku di 7 mehên ewil ên sala 2024’an de herî kêm 14 zarok hatine kuştin û wiha got: “Li gorî daneyên Navenda Mafên Zarokan a FISA’yê ji sala 2022’yan ve herî kêm 133 zarokan di encama tundiya nava malê de, cînayetên zarokan û mirinên bi guman jiyana xwe ji dest dan. 32 zarokan di 6 mehên ewil ên di sala 2024’an de ‘întîhar’ kir û dawî li jiyana xwe anîn. 17 zarok bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Tenê di sala 2023’yan de têkildarî îstîsmara zayendî ya zêdetirî 66 hezar zarokan doz hate vekirin. Hejmara zarokên ku bûne mexdûrên îstîsmarê û xwe gihandine hêzên ewlehiyê di nava 10 salan de derket 3 qatan.”

Serokê Baroya Enqereyê Mûstafa Koroglû yê pişt re axivî jî ev tişt gotin: “Berkîn, Ûgûr, Leyla û niha jî Narîn. Lê hemû jî zarok bûn û me ew zarok herî dawî di nava tûrikekê de li kêleka çemekê dîtin. Ji bo ku balê bikişînin ser mafên zarokan, ji bo ku mirovan hişyar bikin her tiştî dikin lê kesên ku divê bi esasê bi vê yekê re têbikoşin li ku ne? Em niha bi cînayetekê re rûbirû ne lê dinêrin têkildarî lêpirsînê daxuyaniyek jî nîne. Hûn ê çi bikin bêjin ‘meseleyeke malbatê ya navxweyî ye’. Heke bi rastî hûn li ser rûyê erdê ji bo tiştekî şer bikin divê ev ji bo zarokan be. Ji ber vê yekê em dibêjin êdî bes e.”

Piştî daxuyaniyê parêzerên dozê derbasî eywana danişînê ya 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bûn.