BI DÎMEN

Qetilkirina Narîn hat şermezarkirin: 6 kes hatin binçavkirin

Qetilkirina Narîn Guran a 8 salî hat şermezarkirin. Polîsan êrîşî çalakiya li Stenbolê kirin û 6 kes binçav kirin.

Bertekên li dijî qetilkirina Narîn Guran a 8 salî ya ku di 21’ê Tebaxê de li taxa Çûlî ya navçeya Rezan a Amedê winda bû û cenazeyê wê piştî 19 rojan hat dîtin, dewam dike.

EDENE

Pêkhateyên Herêmî yên Çavdêrî Wekhevî ya Edeneyê li Parka Heykellî daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de jinan ji bo balê bikşînin ser rewşa zarokên ku mafên wan ên perwerdehî û jiyanê tên binpêkirin, pêlîstok, pêlav, çente, pênûs û lênûsk li erdê rêz kirin.

Li ser banga Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê gelek kes li Parka Înonû hatin cem hev. Di çalakiyê de pankartên "Ji Narîn re edalet, ji bo edaletê têbikoşin", “Kujerên Narîn neparêzin, veneşêrin, bidarizînin" û "Em ê zarokan teslîmî tarîtiya mezheb û cemaetan nekin" hilgirtin heta Parka Ataturkê meşiyan. Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Hêlîn Kaya li Parka Ataturkê daxuyanî da û got, “Cenazeyê Narîn di nava çemê ku berê 3 caran lêgerîn kiribûn hat dîtin, ev yek berpirsyarî û lewaziya rayedaran radixe ber çavan. Qetilkirina Narîn ne cînayetek ji rêzê ye, cînayetek organîzekirî ye.”

Hêlîn Kaya bi bîr xist ku Tirkiye di warê bûyerên windakirina zarokan de di rêza yekem a cîhanê de ye.

HATAY

Li navçeya Antakya Hatayê gel li ser banga Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) li Ronahiyên Behra Spî ya Antakyayê hatin cem hev û ji bo Narîn edalet xwestin. Suzan Aslan daxuyanî da.

STENBOL

Rêxistinên ciwanan bi dirûşma "Em ê hesab ji sîstema ku Narîn neda jiyîn bipirsin” xwestin li Kadikoyê bimeşin. Polîsan jî hewl dan meşê asteng bikin.

Gel bi çepikan piştgirî da ciwanan. Di çalakiyê de timî dirûşmeyên "Çi hat serê Narînê?", “Yên winda kirin wê winda bibin” û “Kujerê Narînê kujerê Gulistanê ne" hatin berzkirin.

Tevî hemû astengiyan rêxistinên ciwanan li Qada Îskele ya Kadikoyê daxuyanî dan.

Ciwanan wêneyên Narîn Guran û Ceylan Onkol, Cemîle Çagirga, Ûgûr Kaymaz, Berkîn Elvan ên weke wê hatibûn qetilkirin hilgirtin. Li ser navê rêxistinên ciwanan Adnan Ozcan daxuyanî da û wiha got: “Em weke rêxistinên ciwanan hesab ji kujerên Narîn bipirsin.”

Piştî daxuyaniyê ciwanan bi dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn. Dema ciwan belav dibûn polîsan êrîşî ciwanan kirin û 6 kes bi lêdanê binçav kirin. Ciwanan jî bi dirûşmeyan bersiv dan êrîşa polîsan.

AMED

Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) li Parka Yenîşehîr a Erxenî ya Amedê daxuyanî da. Daxuyaniya ku gelek kes beşdar bûn pankarta bi Kurdî û Tirkî “Ji zarokan re cîhanek ewle, ji Narîn re edalet" hat vekirin.

Hevserokê Şaxa Perwerdehiyê ya Erxeniyê Serdar Kaya ku daxuyanî da. Kaya gotinên parlamenterê AKP'ê yê Amedê Galîp Ensarioglû bi bîr xist û got, “Desthilat bi destê parlamenterê xwe rê li ber veşartina qetilkirina Narîn vekir. Em ê li dijî polîtîkayên dewletê yên li dijî zarokan têbikoşin. Heta kujerên Narîn bên dîtin wê têkoşîna me bidome.”