Li Tirkiyeyê sûcên li dijî zarokan gelekî zêde bûne

Li Tirkiyeyê tundî û destavêtina li zarokan zêde bûye. Li gorî daneyên TUÎK'ê sala 2023'an destdirêjî li 259 hezar û 106 zarokan hate kirin ku ev yek jî tê wateya zêdebûna bi rêjeya ji sedî 89.8'an.

SÛCÊN LI DIJÎ ZAROKAN

Bi Narîn Guran a 8 salî re ku li Amedê piştî hate windakirin bi 19 rojan cenazeyê wê hate dîtin, bûyerên tundî û destavêtina li zarokan a li Tirkiyeyê careke din ketin rojevê. Tirkiye yek ji wan welatan e ku salên dawî tundî û destdirêjiya li zarokan lê zêde bûye.

Polîtîkaya bêcezahiştina sûcdarên tundî û destavêtina li zarokan bû sedem ku ev sûcên li dijî zarokan zêde bibin. Leyla Aldemîr sala 2018'an li Agiriyê piştî ku hate revandin û destdirêjî lê hate kirin, cenazeyê wê hate dîtin. Di doza Leyla Aldemîr de heta niha kesek nehatiye girtin. Di dosya Rabîa Naz de jî lêpirsîneke xurt nehate meşandin û têkildarî gumanbaran biryara neşopandinê hate dayin. Delîlên hatin dîtin jî ji ber ku bal dikişand ser desthilatdariyê, hewl tê dayin ku dosya bê girtin.

DESTAVÊTIN LI 259 HEZAR Û 106 ZAROKAN HATE KIRIN

Li gorî daneyên TUÎK'ê di sala 2023'an de destdirêjî li 259 hezar û 106 zarokan hate kirin. Ev hejmar li gorî salek berê gelekî zêde ye ku tê wateya zêdebûna bi rêjeya ji sedî 89.8'an.

Li gorî daneyên TUÎK'ê, li gorî salê hejmara zarokên destavêtin li wan hate kirin bi vî rengî ye:

2014: 11 hezar 95

2015: 16 hezar 258

2016: 22 hezar 655

2017: 23 hezar 713

2018: 32 hezar 759

2019: 31 hezar 445

2020: 18 hezar 450

2021: 24 hezar 432

2022: 31 hezar 890

2023: 259 hezar 106

Di sala 2023'an de li Tirkiyeyê dosyayên têkildarî destavêtina li zarokan gelekî zêde bûn. Polîtîkayên bêcezahiştinê yên desthilatdariyê û hewldana sûcdarkirina zarokan bûn sedemên zêdebûna van êrîşan.

Li Tirkiyeyê di sala 2023'an de 40 hezar û 713 dosyayên destavêtina li zarokan hate vekirin. Her wiha beriya salekê jî 25 hezar û 425 dosya lê hate zêdekirin. Meqamên edlî sala 2023'an bi giştî li 66 hezar û 138 dosyayên destavêtina li zarokan temaşe kirin. Çend ji van dosyayan bi vî rengî ne:

Biryar li ser 14 hezar û 919 dosyayan hate dayin.

Biryara mehkûmiyetê di 6 hezar û 658 dosyayan de hate dayin.

Biryara beraatê di 6 hezar û 211 dosyayan de hate dayin.

Di dosyayên biryara mehkûmetiyetê hate dayin de 7 hezar û 88 kes ji ber destavêtinê hatin cezakirin.