Gulistan Kiliç Koçyîgît: Rastiyên li pişt qetilkirina Narîn tê veşartin

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku rastiyên li pişt qetilkirina Narîn a 8 salî bi awayekî zelal bi raya giştî re nayê parvekirin.

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî mijarên di rojevê de li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Koçyîgît a Narîn Guran a 8 salî ku piştî 19 rojan li Amedê cenazeyê wê hate dîtin bi bîr anî û xwest rastiyên li pişt bûyerê bên eşkerekirin. Koçyîgît, anî ziman ku lêpirsîneke bi bandor nehate birêvebirin û ev tişt got: “Têkildarî kesên ku dibe gumanbar bin bergiriyên baş nehatin wergirtin. Wergirtina mînaka DNA’yê ya piştî rojan, astengkirina ketin û derketina gund, agahdarnkeirina raya giştî ya bi awayekî zelal ji çend kêmasiyên derketin holê bû.”

Koçyîgît, bal kişand ser biryara veşartî ya li ser dosyayê û ev tişt got: “Ev hemû bûyer weke mînakên hewldaneke bi zanebûn a kesekî di desthilatê de ji bo pêşî li eşkerabûna kiryaran bigirin, derket pêşberî me. Yek ji parlamenterên desthilatê (Galîp Ensarîoglû) anî ziman ku bi ferdên malbata Narînê ku dibe bersûc bin re dostaniya wan heye û di bernameyeke ku tev li bû de wiha got: ‘Dostên me yên malbatê ne, mirovên baş in. Hin tiştên ku carna em nizanin, carnan jî dizanin û divê em nebêjin hene.’ Tiştên ku Ensarîoglû dizane û bi raya giştî re parve neke çi ne?”

RASTÎ TÊNE VEŞARTIN

Koçyîgît, wiha berdewam kir: “Em ji vir bang li rayedaran dikin; rastiyên li pişt mirina Narînê bi awayekî zelal bi raya giştî re parve bikin. Bêyî ku kî bi kê re dost e faîlan derxînin holê, ne hiqûqa dostaniyê, hiqûqa cemaweriyê esas bigirin. Demildest hesaba daxuyaniyên ku bûn sedem civak 19 rojan bê mijûlkirin bidin. Hêza xwe ya cemaweriyê ne li dijî kesên ku ji bo mafê Narîn û zarokên din têdikoşin û li dijî tundî û komkujiyan dengê xwe derdixînin li dijî faîlan bikarbînin. Dest ji polîtîkayên xwe yên necezakirinê berdin.

CAN ATALAY

Di 10’ê îlonê de ji bo ku Meclisa bi awayekî awarte kom bibe CHP’ê banga civîna awarte kir. Lê mixabin Nûman Kûrtûlmûş ji vê bangê re bersiveke neyînî da. Neqebûlkirina vê serlêdanê li dijî destûra bingehîn, rêziknameya navîn a Meclisê û hiqûqê ye. Ev biryar tê wateya ku AYM’ê bi awayekî fîîlî bigirin û teslîmî feraseta darbeyê bibin e. Biryara Can Atalay ji sedî sed siyasî ye. Doza tolhildana Geziyê ye, di nava wê de piçek jî hiqûq nîne.  

Duh zîla dersan lê da. Mixabin tu zarok ji bo ku zîla dersê lê da ne keyfxweş in. Malbat nikarin çente, lênûsk, cil û berg û pelavên zarokên xwe bikirin. Ji ber ku zarok nikarin van bistînin bi awayekî xemgînî dest bi dibistanê dikin. Em bêjin ev girtin. Vê carê zarok bi awayekî birçî diçin dibistanê. Ev pirsgirêkeke bingehîn e. Em berê li vir gelek axivîn, di serdema butçeyê de me ji Wezîrê Perwerdehiyê bi xwe re got. Ev welatekî ku zarok li dibistanan ji ber birçîbûnê ji ser hişê xwe diçine. Gelek caran tenê taştê dixwin û diçin dibistanê heta êvarî birçî dimînin û birçî vedigerin malê. Ev welatekî wisa ye. Lê ev ne di xema kesê de ye.”