Çalakiyên li dijî qetilkirina Narîn Guran: Kujer malbat-dewlet-terîqet!

Di çalakiyên ku ji bo Narîn Guran hatin lidarxistin de hate xwestin îfadeya Ensarioglû yê AKP’yî ku got, 'Tiştên em dizanin hene, em malbatê nas dikin, em ji ber wê bêdeng dimînin' bê girtin.

Ji bo Narîn Gûran a 8 salî ya li taxa Çûlî ya navçeya Rezan a Amedê hat qetilkirin, li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

RIHA

Platforma Jinan a Bajarê Rihayê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, Hevseroka Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê  ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol, nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), nûnerên rêxistinên bajar û navçeyên Rihayê yên DEM Partiyê û gelek kes beşdar bûn. Rêvebera Mala Jiyanê Sema Koroglu di daxuyaniya ku pankarta "Ji zarokan re cîhanek ewledar, ji Narînê re edalet" hat vekirin de wiha got: "Eger kesên ku zarok qetil kirin bihatana cezakirin, Narîn dê îro bijiya. Divê peymanên heyî yên ji bo parastina zarokan bên pêkanîn."

Piştî daxuyaniyê girseya gel çalakiya rûniştinê li dar xist. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê meşek hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. Di nav wan de Parlamentera DEM’Partiyê Zeynep Oduncu, Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulîstan Sonûk, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Bajarê Êlihê cih girtin. Rêxistin, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û gelek welatî li Parka Yilmaz Guney hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta “Destên xwe yên qirêj ji ser jiyana zarokan rakin” hatin vekirin de wêneyên Narîn Gûran, Cemîle Çagirga, Ceylan Onkol, Leyla Aydemîr hatin hilgirtin.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de tevî barana zêde jî Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz axivî û diyar kir ku ji roja ewil ve hewl tê dayîn bûyer bê veşartin û ew ê dest ji qatilên zarokan bernedin.

Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu jî got, “Li gundê ku hemû tedbîr hatin girtin zaroka 8 salî nehat dîtin. Em ji vê bawer nakin. Em behsa zarokekê dikin ku bi awayekî sîstematîk hatiye qetilkirin. Berê jî zarok bi gotina 'wenda' hatin qetilkirin û veşartin. Ev komkujî ji ber polîtîkaya bêcezakirinê ya hikûmetê pêk tên. Li şûna kesên, tacawiz dikin û kujerên zarokan, kesên ku fikrên xwe tînin ziman tên girtin. Hikûmet dixwaze tiştên ku li zarokan hatine kirin bên ji bîrkirin. Em ê vê yekê ji bîr nekin û em ê hesabê wî bipirsin. Em ê rê nedin pergaleke ku tê de jin, zarok, xweza û zindî bên qetilkirin."

Odûncûyê gotinên wekîlê AKP'ê Galîp Ensarîoglû bi bîr xist û got, "Duh wekîlê AKP'ê Galîp Ensarîoglû got, ' Tiştên em dizanin hene, em malbatê nas dikin, em ji ber wê bêdeng dimînin'. Ger zarokek 8 salî bê kuştin û têxin kîsek hûn nikarin bêdeng bimînin. Divê Ensarîoglû di doza Narînê de çi zane bibêje. Divê dozger îfadeya wî bigirin."

MEŞA GIRSEYÎ

Piştî axaftinan ji Parka Yilmaz Guney heta ber avahiya Rêxistina Bajarê Êlihê ya DEM Partiy,ê ya li Çerxerêya DortYolê meşek hat lidarxistin. Di meşê de bê navber dirûşmên "Kujer li ku ne, dewlet çima bêdeng e", "Destên dirêjî Narînê hatin kirin bên şikandin", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bêdeng nemînin" hatin berzkirin.