ROJANE
Hemû Nûçe
-
Milîsên KBDH'ê li Stenbolê çalakiya sbotajê kirin
Milîsên Delal Amed ên KBDH'ê ragihandin ku li Stenbolê li dijî tecrîd û dagirkeriyê agir berdane depoyeke hilberîna kîmyewî û kozmetîk. -
Serokê ‘Çeteya Yenîdogan’ parêzvanê berê yê Bahçelî Mûrat Mantûş e
Di gilînameya têkildarî 'Yenîdogan Çetesi' de eşkere bû ku lîderê çeteyê parêzvanê berê yê Bahçelî Mûrat Mantûş e. -
Fethullah Gulen mir
Malpera Herkul ragihand ku Fethullah Gulen mir. -
ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Komîsyona Hilbijartinê: Heta nîvro rêjeya tevlîbûnê ji sedî 31 bû
Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê ragihand heta saet 12:00’an rêjeya tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 31’e. -
Ji sedî 75 ê nifûsa Tirkiyeyê antîdepresan bi kar tîne
Sala 2002'an dema ku AKP bû desthilatdar, 4 milyon qutî dermanê antîdepresan dihate firotin. Sala 2023'an 65 milyon qutî têne firotin. -
ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Çalakiya li ber Girtîgeha Bakirkoyê bi dawî bû
Çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li ber Girtîgeha Bakirkoyê bi dawî bû. Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr diyar ku çalakiyên li dijî tecrîdê wê dewam bikin û got “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.” -
Cenazeyê Goz 3 sal şûnde radestî malbatê hat kirin
Cenazeyê Adem Goz ê di şerekî di sala 2021’an de li Dersîmê derketî de şehîd bû û ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li goristana bêkesan hatibû veşartin, piştî 3 salan radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê Goz şevê din hat veşartin. -
DEM Partî: Divê derîyên Îmraliyê bên vekirin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, diyar kir ku yên ku nîqaşên di demên dawî de dane destpêkirin tu nexşerêyê bi raya giştî re parve nakin û destnîşan kir ku divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bikeve nava van nîqaşan. -
Bayindir: Bêyî Abdullah Ocalan ti pêvajo ne rast in
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir wiha got: “Heke em berê xwe nedin Îmraliyê lê gelo em ê berê xwe bidin ku? Têkoşîna azadiya gelê Kurd bi birêz Ocalan destpê kir û wê bi wî bi ser bikeve.” -
Xizmên windayan ji bo Tosun û Însel hatin ba hev
Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan ji bo Fehmî Tosun û Şehmus Însel hatin ba hev. -
JRO: Di dengdana taybet de mafê rojnamevanan hate binpêkirin
Rêxistina Nûçegihanên ji bo Maf û Geşepêdanê (JRO) ragihand ku di dengdana taybet a ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêmê hatî kirin de, 19 caran mafê rojnamevanan hate binpêkirin. -
Hêzên Îranê kolberekî din birîndar kirin
Di êrîşa hêzên Îranê de kolberekî ji bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, birîndar bû. -
Eleonora Bonaccorsî: Abdullah Ocalan heqîqet e, divê ji bo azadiya wî têkoşîn bê dayîn
Seroka Komaleya Fonti di Pace a Îtalyayê Eleonora Bonaccorsî pergala êşkenceyê ya Îmraliyê wekî derhiqûqiyeke metirsîdar nirxand û got, "Di cîhanê de mînaka vê tecrîdê tine ye. Abdullah Ocalan heqîqetek e û divê em ji bo azadiya wî têbikoşin." -
Çeteyên tiryakê zarokan weke kurye bikar tînin
Bikaranîna tiryakê roj bi roj zêde dibe. Çeteyên ku polîsan çavên xwe ji wan re digirin û ruşwetê didin wan. Çete bi vî awayî zarokan weke kurye bi kar tînin û tiryakê dixin dibistanan. -
ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê. -
Fadil Şenyaşar ji girtîgehê derket
Fadil Şenyaşar ê ku 3 roj piştî komkujiya ku bavê wî û 2 kekên wî ji aliyê AKP'yiyan ve hatin qetilkirin hat girtin, 6 sal û 4 meh şûnde hat berdan. -
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li Îranê kir ku cezayê darvekirinê ya li dijî aktîvîsta mafên jinan Pexşan Ezîzî betal bike û wê bêmerc serbest berde. -
6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dan Hevserokê berê yê Komeleya Lêkolînên Kurdî
6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dan Hevserokê berê yê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyûp Subaşi. Komeleyê, da xuyakirin ku biryar dijminatiya li zimanê Kurdî ye. -
Doza Şenyaşar: Girtî hemû hatin berdan
Di doza êrîşa li ser Malbata Şenyaşar de biryara berdana hemû girtiyan hate dayin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ku 43 meh in agahî ji wan nayê wergirtin, malbatan serlêdana hevdîtinê kirin. -
Li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê binpêkirina mafên mirovan
Parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) piştî ku li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê hevdîtin bi girtiyan re kirin, bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan ên li van girtîgehan û daxwaza çareseriyê kirin. -
Redkarê wijdanî kete ber lêpirsînê
Ji ber ku Şendogan Yazici îfadeya xwe ya der barê reda wîjdanî de li ser medyaya dîjîtal parve kiriye, vê carê jî ji ber “binpêkirina nepeniya lêpirsînê” îfadeya wî hat xwestin. -
ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.