ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Dîrektorê CNR'ê Fabio Marcelli: Têkildarî girtina Birêz Ocalan ji bo Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bi rengekî rast bi cih bê anîn, divê di asta navneteweyî de zext li hikumeta Tirk bê kirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi Tevgera Çand û Hunerê ya Jinê Hîlala Zêrîn û TEV-ÇAND'ê komunên hunerê hatin avakirin. Komunên hunerê li dijî qirkirina çandî têkoşîneke mezin dimeşînin.

Redkarê wijdanî Şendogan Yazici ji ber ku îfadeya xwe parve kir bi 'binpêkirina nepenîtiya lêpirsînê' tê sûcdarkirin.